Diyarname
Hevserokê DEM PArtî Tuncer Bakirhan ligel Hevseroka DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar derket pêşberî çapemeniyê û got, "En encamên hilbijartinê careke din nîşan da ku em bi ser ketin û desthilata têk çû. Vî gelî îradeya xwe teslîm nekir. Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekirin, ji hev belav bûn. Yên ku hewl dan bi kurdan bidin windakirin, welêt winda kirin. Siyaseta kayman bi destihaltadî da windakirin. Gelê kurd careke din nîşan da ku li gel çareseriya demokratîk e. Ev îrade ye, di mijara demokrasiya herêmî de bi israr e. Ev yek careke din nîşan da. Dijminatiya mezin a li dijî gelê kurd, nefreta li dijî kurdan pêş xistî hem li Rojava hem jî li Kurdistanê bi îktîdarê da windakirin. Gelê me careke din nîşan da ku tu caran têk naçe. Hemû kes neçar e rêzê ji vê îradeyê re bigire. Polîtîkaya me ya li hevkirina bajar encam girt. Kayum, hilbijêrên sexte, xespkirina vînê li hemberî vîna DEM Partiyê têk çû. Kayûm tayîn kirin lê bi ser neketin. Hilbijêrên sexte tayîn kirin lê dîsa bi ser neketipn. Ev pêvajo niha didome. Dixwazin li navenda Şirnexê îradeya gel desteser bikin. Li Şirnexê 6 hezar û 541 hilbijêrên qaçax hatin veguhestin. Dema em vê hejmarê jê dixin, em bi ferqekî mezin bi ser dikevin. Di heman demê de li gorî girtekên bi îmzeya şil, li Bedlîs û Qersê jî em bi ser ketine. Lê belê hewl didin bi rêya hîleyan îradeya van bajaran xesp bikin. Em ê bi tu awayî destûrê nedin vê.”
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Îmamoglu: Agahiyên tên me kêfxweş dikin
- Bajarên kurdan rewş çi ye? Va ne agahî
-Nava rojê li ku çi qewimî? Va ye gava bi gav nûçe (lînkê bitikînin)