Diyarname
Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Ziman û Çanda Kurdî ku roja 21'ê meha borî li Umraniyeya Stenbolê hat vekirin, niha ji bo qursên kurdî li benda serîlêdanan e.
Komeleyê ji bo mezinan du pol, ji bo zarokan jî polek vekiriye. Li komeleyê dema serîlêdanê didome. Hevseroka Zimanxaneyê Aslan Demir ji bo MA'yê gotiye, komeleya wan ji roja vebûye rastî eleqeyê hatiye û vê lê zêde dike, "Diruşmek heye, "Zimanê me rûmeta me ye". Em vê diruşmê gelek bi qîmet dibînin. Ev girîng e û gere em xwedî li zimanê xwe derên."
Heta Li gor agadiya Demir heta niha dor 80 kesî ji bo qursê serî li wan daye û ew li bendê ne ev serîlêdan rojên bê de zêdetir bibin. Ew gel vedixwînin Zimanxaneyê.


