Diyarname
Li ser biryara Hevşaredarê BAjarê MEzin ê Wanê e DEM Partî Abdullah Zeydan îro Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan û HEvberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM PArtî Ozturk Turkdogan daxuyanî dan çapemeniyê.
Va ne ji aliyê hiqûqî ve gotinên Turdogan:
- Dadgeh bêyî mafê me yê îtîrazê bigire, bêyî haya me pê bixe wekî ku biryar temam e radigihîne. Biryareke wisa nîn e. Dadgeha Bilind jî biryareke wisa nedaye. Yanê bêyî biyareke teqez hebe, kirineke wisa sûc e.
- Ji bo em îtîrazê bikin 15 roj mafê me yê hiqûqî heye. Me hê ew bikar neaniye ji ber ku hê duşemê haya me pê xistin. Di rewşeke wisa de dadgeh nikare biryarê ragihîne wezaretê.
- Em mafê xwe yê îtîrazê bikar bînin, mafê me bê redkirin di pêşerojê de dikare ragihîne wezaretê. Lê beyî van, hûn niha nikarin tiştên wisa bikin. Niha biryareke siyasî tê dayîn, divê wisa nekin.
- Emê der barê kesên gavên bêhiqûqî diavêjin de îtîraza xwe bidin û der barê wan de mafê xwe yê vekirina dozê bikar bînin.
- Em bibêjin biryareke şaş hatiye dayîn, çi leza we heye. Hûn nikarin wisa bikin. Banga li Lİjneya Hilbijartinê ya Wanê ye ku gavên wisa neavêje.
- Me bihîst ku Rêxistina AKP'ê serî li Lijneya Bilind a Wanê daye ku mazbatayê bide wan. Dive Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr gaveke wisa neavêje. Emê mafê xwe Yê hiqûqî bikar bînin.
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan jî got ku îro wê Hevşaredarê Wan Abdullah Zeydan ji bo girtina mazbatayê dê here Lijneya Hilbijartinê ya Wanê. Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partî sibê di bin serokatiya Hevserokê wan de li Wanê dê bicive.
Dogan got ku tiştê mafê me ye divê bidin me, hurmetê nîşan bidin.
***
Nûçeya Eleqedar: