Ji bo guhdarîkirinê:
nefesa zemên e ziman
heger nefes biçike
çîrok ê bibe welatekî bê însan
û
nivîskar ê bibe kitêbeke bêçîrok
Gotinên bêmal ji peyarêyan û banqên parkan re dibêjin, “Însan tabûteke kuştî ye ji ûjdanê sax re û tilîkên ûjdên kêr in di zikê tabûtê de.”
Ji xwe re dibêjim, “Kî dibêjin van gotinên ji kêran tûjtir?” Tu kes bersiva min nade li hizûra şevê. Guhên min dimînin li nava min, awirên min diçin xwe diavêjin nava behrê, bo avjenî bikin bi masiyan re.
Bivirê însên şînbûna behrê dibirin, darek hişk dibe di axa kitêbê de û xwîna tabûtê ji tilîkên ûjdên diniqite kûrahiya mîmîkên însên.
Mîmîkên însên ji awirên xwe dawdişînim û li mîmîkên behra gemarî dimêzînim – behrê awirên min kiriye qabîna serşokê ji tazîbûna xwe re.
Di tazîbûna behrê de parsekek rûniştiye li ser kirikê rexê wê – darek li dewsa lingê xwe yê windayî çandiye. Kirik bûye sînor ji ziwabûna erdê re û dar hişk bûye di şilbûna bedena wî de. Ji bo dengê wî betiliye dengê teybê ji dêvla wî parsekiyê dike. Însan ji dêvla pereyên hûr mîmîkên xwe dirijînin kefa destê wî û jeepa wî tî ye li devê deriyê koşkê. Destê xwe bermeqlûb dike, mîmîkên însanan jê dirijin tasika li ber wî – tasik wekî çavên wî tijî mîmîk dibe û devê wî dibe tivingeke mekanîk: “Însan soleke teng e ji lingên ûjdanê xwe re.”
Vedigerim têm malê
hîn jî awirên min avjenî dilîzin bi masiyan re
hîn jî mêrikê parsek sextekariya pîr a jiberkirî didomîne
hîn jî çîroka derewa nivîsê neqediyaye
Ji hundirê kincan derdikevim dikevim hundirê serşokê, bo serê betilandinê bişom. Mûslixê vedikim, ava şofbenê di hundirê eynikê de diherike û mêrikê keçel serê xwe mist dide di bin avê de.
Germahiya nefesa min sînga ava cemidî dialêse, av dikeve transa şehwetê. Kefa li ser mijankên min dihele, di eynikê de mêrikê keçel li nava çavên min dinêre, ez jî li nava çavên wî – fikrên me rêwiyên xwedî rû ne di navbera awirên me de.
Fikrek di guhê fikrek din de dibêje, “Hingî bêhna masturbasyonê ji destên hemû însanan tê, ez û tarîx nema karin hilmê bistînin li vê dinyayê.”
Fikrek din dibêje, “Masturbasyon tecawiza herî kêmzirar e di bin rûpoşê kûbariyê de.”
Fikrek din hemû fikrên din dike guhdarê xwe, “Bêgunehî şirîka hemû gunehan e.”
Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê, mûslixê digirim, rûyê avê winda dibe û guneh bêxwedî dimîne…


