Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro matbataya xwe girt û axaftina sipasiyê kir. Îmamoglu got, "Ev mazbataya 16 mîlyon miroviye dane min. Qîmeta wê gelek mezin e."
Îmamoglu got, "Ji bo zarokên vî bajarî dilşad bin ez soz dikim ku ezê pir bixebitim. Pereyên xelkê ji bo xelkê ezê bikar bînim. Li cihên hevdîtinên ên Stenbolê, li parkên wê mirov dê biratiyê hîs bikin û ji vî bajarî kêfê bigirin. Di van 5 salên pêşiya me de emê Stenbolê bikin bajarê ku dê ji bo dinyayê bibe mînak."
Îmamoglu li ser destdana ser mazbataya Şaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî got, "Li Wanê tiştek ecêb heye. Ez bi hûrbînî dişopînim. Di vî warî de ev birê we dê her alîgirê heq û hiqûqê be. Ji bîr nekin ew ê ku neheqî bibîne û deng neke şeytên e. Di vê çarçoveyê de ez li dijî hemû neheqî û bêhiqûqiyê me. 'Hilbijartin xilas bû, karê Ekrem Îmamoglu xilas bû' na. Karê min nû dest pê dike. Ji vir ez bangî Tuzlayê jî dikim, di cih de mazbatayê bidin."
***
Nûçeyên Eleqedar:
- DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSK'ê da
- Baro sibê li Wanê tên ba hev
- Demîrtaş: Wê Wan xwedî li vîna xwe derê
- DEM Partî: Emê li YSK'ê îtîrazê bikin
- Serokê TÎP'ê Baş ji bo Zeydan diçe Wanê
- Serokê CHP'ê Ozel: Ev tunehesibandina vîna gelê Wanê ye
- Lijneya Hilbijartinê mazbata da berendamê AKP'ê
- Meseleya Şaredar Zeydan: Çi qewimî bû, çawa bû?
- Turkdogan: Çi leza we heye, hê biryareke teqez jî li holê tune ye