Diyarname Siyasetmedar û şaredar Abdullah Zeydan di sala 1972'yan de li Gevera Culemêrgê hatiye dinê. Zeydan Fakulteya Mîmarî ya Zanîngeha Amerîka ya Navneteweyî xwendiye. Zeydan di hilbjartina 7'ê pûşpera 2015'an û paşê di hilbjartina 1'ê sermaweza 2015'an de ji Culemêrgê li ser avê HDP'ê wekî mebûs hat hilbijartin. Wekî gelek mebûsên kurd biryara destnedana wan a mebûsiyê hat rakirin û di 4'ê sermaweza 2016'an de hat girtin. Li Girtîgeha Edîrneyê ligel Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş li heman menzelê de ma. Piştî hat berdan dîsa xebata xwe ya siyasî meşand. Dadgeh bi îdîaya "alîkariya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" ji bo 8 salan ceza ji bo wî dixwaze, lê dadgeh 3 sal û mehek û 15 rojan cezayê dide Zeydan. Zeydan, di navbera salên 2016 - 2019'an de girtî bû. Zeydan ji bo ev dem ji cezayê wî bê mahsûbkirin, yanê dadgeh vê cezayê bi rojên girtîmayî re bihesibîne serî li dadgehê dide û dadgeh jî qebûl dike. Di dawiya 2019'an, di meha berfanbarê de ev ceza bi dawî dibe.
Ji vir wêdetir em binêrin ka Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan çi dibêje:
- Di sala 2019'an de ceza xilas bûbe, li gor sicîla edlî 3 sal dema bendemayînê heye. Hûn 3 salan disekinin, piştî 3 salan serî li dadgehê didin, dadgeh mafê we yê memnû (mafê hilbijartin û tiştên wisa) bi paş ve dide we. Mesele jî jixwe wisa dibe. Piştî 3 salan, 3 sal û nîv, di avrêla/adara 2023'yan de 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryarê dide. Di biryarê de wisa dibêje, "Di navbera salên 2016-19'an de cezayê xwe kişandiye. Qedexeyên siyasî jî têde hemû qedexeyê li ser bê rakirin." Dadgehê roja 4'ê avrêla 2023'yan de ev biryar daye. Ev biryar hem ji bo parêzerên Zeydan, hem ji bo dozgeriya eleqedar tê ragihandin. Piştî ragihandinê her du alî jî îtîrazê vê biryarê nakin û biryar roja 25'ê avrêla 2023'yan dibe biryara teqez, ji ber ku kesî îtîraz nekiriye. Di fîşê biryarê de hem îmzeya dadgehê hem îmzeya dozger heye.
Piştî Zeydan serî li me da, me dosyaya wî nirxand, me serî li Lijneya Hilbijartinê ya Wanê da, lijneyê dosyaya wî nirxand, ji ber ku li hemû tiştê edlî yê berendaman mêze dike. Lijneyê tu pirsgirêk nedît, qebûl kir. Paşê hûn dizanin, lîste hatin ragihandin. Di dema "lîsteyên demkî" de jî kesî îtîraz nekir, lîsteyên teqez ên berendaman hatin eşkerekirin û Zeydan ket hilbijartinê.
Niha çi dibe? Wekî ku biryareke wisa nîn be, wekî ku biryar teqez nebûbe, dozger rabe bêje 'min ev biryar nedîtiye, teqez nebûye' nabe. Dozger nikare ragihîne wezaretê.
Biryareke wisa hebe jî, dadgeh bêyî mafê me yê îtîrazê bigire, bêyî haya me pê bixe wekî ku biryar temam e radigihîne. Biryareke wisa nîn e. Dadgeha Bilind jî biryareke wisa nedaye. Yanê bêyî biyareke teqez hebe, kirineke wisa sûc e.
- Ji bo em îtîrazê bikin 15 roj mafê me yê hiqûqî heye. Me hê ew bikar neaniye ji ber ku hê duşemê haya me pê xistin. Di rewşeke wisa de dadgeh nikare biryarê ragihîne wezaretê.
- Em mafê xwe yê îtîrazê bikar bînin, mafê me bê redkirin di pêşerojê de dikare ragihîne wezaretê. Lê beyî van, hûn niha nikarin tiştên wisa bikin. Niha biryareke siyasî tê dayîn, divê wisa nekin.
- Emê der barê kesên gavên bêhiqûqî diavêjin de îtîraza xwe bikin û der barê wan de mafê xwe yê vekirina dozê bikar bînin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Turkdogan: Çi leza we heye, hê biryareke teqez jî li holê tune ye