Diyarname
Îro li 3 navçe û 4 bajarokan hilbijartin hebû. Ji van DEM Partî ku bi ser ketibû, carek din bi ser ket.
Di hilbijartina 31'ê adara 2024'an de hin cihan îtîraz hatibû kirin, YSK'ê biryar dabû ku li 3 navçe û 4 bajarokan hilbijartin ji nû ve bê çêkirin.
DEM Partî di hilbijartina Hîlwanê de bi sedî 33,20 (6960 deng) bûbû yekemin, AKP bi sedî 30,72 (6.439 den) bûbû duyemîn, îro hilbijartin ji nû ve li dar ket. DEM Partî dengên xwe zede kirin: DEM Partî 10 hezar û 730 den girtin. AKP'ê 7 hezar û 420 deng girt.
Ji ber şînê li navçeyê pîrozbahî nehat kirin lê bi beşdariya bi hezaran kesî daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredarên DEM Partî Serhan Paydaş û Garip Yeşil, mebûsê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan beşdar bûr. Ocalan got "Gelî carek din got em li vir in. Li Hîlwanê bi rihê yekîtiyê emê bimeşin. Em naxwazin gelê me xemgîn bibe."
CIHÊN DIN
Li bajaroka Perî (Akpazar) ya Mazgirta Dêrsimê CHP bûbû yekemin, hilbijartin hat nûkirin, vê carê berendamê AKP Ali Aydin bi ser ket. Aydin 644 deng girtin. Berendamê CHP'ê bi 422 dengan b^uduyemîn.
Li Yildizeliya Sêwasê û li Guzelyurta Aksarayê bedendamê AKP'ê bi ser ket.
Li Pinarbaşiya Kayserî û li Luleburgaza Kirklareki berendamê CHP'ê bi ser ket. Û li Saglik a Aksaray jî MHP bi ser ket.
Nûçeya Eleqedar: