Diyarname
Di hilbijartina 31'ê adara 2024'an de li gelek cihan îtîraz hatibû kirin. YSK'ê (Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê) biryar dabû ku li hin cihan hilbijartin ji nû ve bê çêkirin. Ji bo vê yekê jî roja 2'yê pûşperê nişan kiribû. Niha roja 2'yê mehê li 3 navçe û 4 bajarokan wê hilbijartin çêbe. Ji van deran hin li bajarên kurdan in, hin jê DEM Partî bi ser ketibû. Em li wan binerin.
HÎLWAN
Li Hîlwana* Rihayê DEM Partî bi sedî 33,20 (6960 deng) bûbû yekemin. AKP bi sedî 30,72 (6.439 den) bûbû duyemîn û YRP bi sedî 18.77 (3.935 deng) bûbû sêyemîn. Li ser îtîrazên AKP'ê hilbijjartin ji nû ve tê çêkirin.
PERÎ
Li bajaroka Perî (Bi tirkî Akpazar dibêjin) ya Mazgîrta Dêrsimê CHP bi sedî 38.17 (471 deng) bûbû yekemin, AKP bi sedî 37.84 (467 deng) bûbû duyemîn û DEM Partî bi sedî 22.20 (274 deng) bûbû sêyemîn. AKP'ê îtîraz kiribû. Hilbijartin dîsa çêdibe.
Ji bilî van bajarên li ev cihên hilbijartin çêdibe: Li navçeya Pinarbaşiya Kayserî, li navçeya Guzelyurta Aksarayê, dîsa li bajaroka Güneykaya ya girêdayî Yildizeliya Sêwasê, li bajarokan Buyukariştiran a irêdayî Luleburgaza Kirklareli û li bajoroka Saglik a Aksarayê sibê gel dê here cem sindoqan û deng bide.
*Not: Naveke din a vê derê "Curnê Reş" e.