Amed
Li Amedê Hevşaredarên Bajarê Mezin Sera Bucak û Dogan Hatun mazbataya xwe girtin û ligel gel meşiyan avahiya şaredariyê.
Hevşaredaran li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Li vir pêşî Hevseroka DEM PArtî ya Amedê Pinar Sakik Tekin axivî. Tekin got, "Li hemberî yên kurd îmha û înkar dikirin em bi er ketin. Serketin a me ye û dê her a me be."
'WAN BAREK GIRAN HILGIRTIYE, EM PIŞTGIRÎ BIKIN'
Dûre parêzer Mehmet Emin AKtar axivî; "Silaven Selçuk Mizrakli hene. 4 sal û 7 meh in bê sedem girtî ye. Ji bo dest deynin ser şaredarî ew girtin. Ev 7 sal in ev bajar bê vîn hiştine. Gel di vê hilbijartinê de hê xurtir xwedî li vîna xwe derket. Ez hevserokan pîroz dikim. Wan bareke giran daye ser pişta xwe, em piştgirî bidin wan."
Paşê hevşaredar axivîn. Hevşaredara Amedê Sera Bucak pêşî axivî, silav ji dayikên amedê, jinên berxwedêr, hevalên xwe, rêvevalên xwe, gelê Amedê kir û got, "Ev der a we ye. Şaredarî a we ye, ev bajar a we ye. Pîroz be."
'EMÊ LIGEL GELÊ AMEDÊ BAJAR BI RÊ VE BIBIN'
Buca got ku di sala 2016'an de Gultan Kişanak û Firat Anli bê hiqûqî avêtin girtîgehê, 2019'an de Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen UYanik piştî mazbata girtin avêtin hepsê, silav bo wan şand û got, "Ev têkoşîna gel dê bi dawî nebe. Ligel ku dizanîn îro emê mazbatayê bigirin jî kayûmê civîna meha avrêlê ligel meclisa şaredariyê li dar xist. Ji van belgeyan derdixin. Emê li dadgehê hesabê vê yekê bipirsin. Li vir em soz didin gelê Amedê, tiştên ku wan kirine emê eşkere bikin, emê bibin ber dadgehê. Em sozek din jî didin ku emê xwe jî bajarê xwe jî bi awayê demokratîk, piranî, ligel gelê Amedê bi rê ve bibin. Ji bo vê yekê em hemfikir in, vîna me heye."
'JI BO XIZMETÊ NEKIN KAR NIVÎ DE HIŞTIN'
Hevşarear Dogan Hatun jî wisa got, "Ji bo şaredarî ji bo gel xizmetê neke AKP'ê di sala 2014'an de Gultan Kişinak û Firat anli girtin, xebata wan nîvî de hişt. Em ji bo tiştên wan nîvî de hiştin temam bikin li vê derê ne."
Dogan li salona Meclisa Şaredariyê ya Bajarê Mezin jî wisa got, "Ev eywan eywana gel e. Meclisa gel e. Tu biryarek ku li gor menfeeta gel nebe ewê li vir derê neyê girtin. Ev meclis wê ji bo gel be. Ji bo pêşeroja zarokên me, ji bo dayikên me, ji bo jinên me pêş bikevin emê bixebitin. Ev meclis meclisa gel e wê ji bo gel bixebite."
Li aliyê din piştî axaftinan, gel li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê govend gerand, dengê strana "Lê Amedê Amedê" bilind kir.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- YSK'î serê Xelfetî, Sêwreg, Kerboran û Urgupî de biryar da
- Li 5 cihan serîlêdana DEM Partiyê hat redkirin
- Wêneyê rojê: Hevşaredaran dest bi paqijiyê kirin
- Kayûmê Kayapinarê 2 pirtûkxane û 3 salon dewr kirin
- Rêveberê CHP'ê ji partiya wî hat îxrackirin
- Ji Gultan Kişanak û Abdullah Zeydan peyam
- Li Wanê navçeyên CHP û AKP'ê jî mazbata xwestin!
- Îmamoglu mazbata girt û Wan jî bibîr xist
- DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSK'ê da
- Baro sibê li Wanê tên ba hev
- Demîrtaş: Wê Wan xwedî li vîna xwe derê
- DEM Partî: Emê li YSK'ê îtîrazê bikin
- Serokê TÎP'ê Baş ji bo Zeydan diçe Wanê
- Serokê CHP'ê Ozel: Ev tunehesibandina vîna gelê Wanê ye
- Lijneya Hilbijartinê mazbata da berendamê AKP'ê
- Meseleya Şaredar Zeydan: Çi qewimî bû, çawa bû?
- Turkdogan: Çi leza we heye, hê biryareke teqez jî li holê tune ye
- Hikumet dixwaze dest biavêje Şaredariya Wanê
- Yenîden Refahê banga hilbijartina pêşwext kir
- Navçeyên ku herî zêde deng dane DEM Partî kîja ne? (Lîste)
- Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
- Îmamoglu: Agahiyên tên me kêfxweş dikin
- Bajarên kurdan rewş çi ye? Va ne agahî
-Nava rojê li ku çi qewimî? Va ye gava bi gav nûçe (lînkê bitikînin)