logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

(Tê nûkirin): Hilbijartin didome; kêlî bi kêlî agahiyên li ser hilbijartinê

  • Dîrok: 31/03/2024
  • Beş: 2024: Hilbijartina-Herêmî

...Ev nûçe tê nûkirin...

 

 

18.45
Sakikî serketina Agirî ragihand
Sirri Sakik li ser Agirî twitet belav kir û got "Sipas Agirî. Ev serketin ê me hemûyan e." 

18.35
Ayhan Bilgen 'Pes kir'
Serokê SES Partîsi Ayhan Bilgen li Qersê berendamê şaredariyê bû. Saet dor 18.30 twitek belav kir û got, "Li hemberî siyaseta bûye du alî me hewl da lê hêza me têrê nekir. Tiştê ket ser milê me, me kir. Civak layiqê çi be bi wê tê bi rê ve birin. Sipasî ji bo kesên piştgirî dane me. Ez ji bo berendamê bi ser bikeve û QERS'ê serketinê dixwazim." 

16.35

DEM Partî: Gere hûn ji diziya vînê re bêjin na

Berdevka DEM Parti Ayşegul Dogan li ser hilbijartinê li navenda giştî daxuyanî da çapemeniyê û got, "Li 31 navendan 41 hezar û 901 hilbijêr ji derve anîne vir. Me ev diyar kirin. Ev yek ne tenê meseleya DEM Partî ye, gere hûn ji diziya vîna gel re bêjin na. 

16.15

Serokê YSK'ê li ser qedexeyê daxuyanî da

Serokê YSK'ê Ahmet Yener li ser qedexeya belavkirina agahiyên hilbijartinê ji bo çapemenî got: Piştî saet 17.00'an dengdan diqede. Emê wekî sazî bikevin civînê, li gor wê saeta rakirina qedexeyê ragihînin. 

16.00 

Li bajarên kurdan dengdan temam bû

Li bajarên kurdan ên wekî Semsûr, Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Elezîz, Erzîngan, Erzerom, Dîlok,  Colemerg, Qers, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Riha, Wan, Batman, Şirnex, Erdexan, İdirê sibê saet 07'an dengdanê dest pê kiribû. Saet 16.00'an de dengdan temam bû. Ligel van li bajarên Tirkiyeyê ên wekî Artvin, Giresun, Gumuşhane,, Ordu, Rize, Sivas, Trabzon, Bayburt û Kilisê jî dengdan temam bû. Li van bajaran niha dê dest bi jimartina dengan bikin.

Li bajarên din dengdan saet 17.00'an de temam dibe. 

 

15.00  

Ji sindoqa 120 kesî tenê kesek li Qersê ye

Li Dibistana Navîn a Ataturk a Taxa Cumhuriyetê sindoqa bi nimreya 1042 heye. Hat eşkere kirin ku di vê sindoqê de 120 hilbijêr hene lê tenê kesek li Qersê rûdine. Yên din hemû ji derve anîne. 

12.00

BAKIRHAN: Bila gelê me dengê xwe bide

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan li Dibistana Seretayî ya Ahmet Vefik Paşa ya li Taxa Guvenevler a Enqereyê dengê xwe da û got, "Bila ser xêrê be. Ezê bêjim ez hêvî dikim bila bibe hilbijartineke demokratik lê heta vir li bajarên kurdan gelek hilbijêrên ji derve anîne birin deng didin. Leşker, polîs û hilbijêrên ji derve anîne li van bajaran deng didin. Di serî de hîle xistine hilbijartinê. Ligel vê yeKê jî bi hemû hêza xwe emê ligel gele xwe deng bidin, ez banga dengdayînê dikim. Îro jî ji ber ku ez deng didim jina herî xweşik a dinyayê, jina jîr, ya herî entellektuel, ya herî berxwedêr ez dilgeş im û serbilinid im." 

11.25

Ozgur Ozelî rey eyşt

Serokê Pêroyîn ê CHP'î Ozgur Ozel Manîsa de,  Mektebê Ulusal Egemenlik de rey eşt. Ozelî ewca va, "Re rey tansiyonê weçînayişî beno pîl. Ez veyndena ke aramî bibo. Wextê serkewtişî de wa heme miletey ma xwu çekan ra dûr bigîro. Helbet ma go kêf bikerê, enî weçînayişî de heto vinî bikero çiniyo. Ma sindoqan de 20 mîlyon, 30 mîlyonê, la siba ma 84 mîlyonîyê. Ma  YSK şopênenê. Heta enka ti pirsgirêk nêveciyawo."

HILBIJÊRÊN JI DERVE ANÎNE

Li Pasûra Amedê, Kerborana Mêrdînê, li Stêwra Mêrdînê, li navenda Agirî, li navenda Şirnexê û li gelek cihên din "hilbijêrên ji derve anîn" bi komî anîn dibistanan û deng didin. 

11.00

Li Cirnikê kesek mir

Li gundê Çirnikê (Gundê girêdayî Sûra Amedê) malbateke ji AKP'ê êrîşê malbata ji DEM Partî kir, Di êrîşê de berpirsê sindoqa hilbijartinê yê li ser navê DEM Partî Emin Çelik hat kuştin. Çelik bavê 5 zarokan bû. Cenazeyê wî rakirin Adlî Tibê.

10.05

SAKIK: AGIRÎ DAGIR KIRINE

Mebûsê DEM Partî li Agiriyê çû cem sindoqan, li ber "hilbijêrên ji derve anîne" vîdyo kişand. Sakik bang li wan hilbijêran jî kir û got ku çi mafê we heye hûn vîna kurdan bi dest bixin? Sakik bang li raya giştî ya Tirkiyeyê kir û got ku vaye vîna kurdan didizin, çima hûn tenê li ser Stenbol û Enqereyê dixaivin, va ye ji derve hilbijêr anîne, vîna kurdan didizin. Sakik bi dengek bilind got 'Diz heye, diz heye'. 

10.00

SEROKÊ YSK'YÎ: REY EYŞTIŞ BÊ PIRSGIRÊK DEWAM KENO

Serokê Lijneya Pîle ay Weçînayişî (YSK) ay Tirkiya Ahmet Yener qeybî çapemeniyê vat: Temamê Tirkiya de rey eyştişî dest pa kerdo û ti pirsgirêk çini yo. Ha, ez jî şina rey xwu erzena. 

09.55

Peywirdarê Sindoqê du caran deng da

Li Bajaroka Bûlam a Çêlikana Semsûrê peywirdarê sindoqê Muhammed Yilmaz du caran deng da. Li gor nûçeya MA'yê Yilmaz li sindoqa 1030 ya li Dibistana Şehit Er Erdal Şireci deng dan û paşê li sindoqa 1031 jî deng da. DEM Partî ev yek diyar kir. Hat gotin ku der barê wî de dê serî li dozgeriyê bidin.

DEM Partî got ku ger şopandin nebe bi belgeya 142'yan dikarin dengên mukerrer bikar bînin, loma banga hişyarî kir.
* 

LI BAJARÊN KURDAN ÎDIR, QERS Û ERZÎNCANÊ HEVKARIYA AKP-MHP'Ê

Li temamê Tirkiyeyê AKP û MHP bi hev re dikevin hilbijartinê, lê li hin bajaran her duyan jî berendam derxistine. Ji bajarên kurdan li Qersê û Erzîncanê AKP ji bo piştgiriya berendamê MHP'ê bike bi paş ve vekişiya ye. Li Îdirê jî MHP ji bo piştgiriya AKP'ê vekişiya ye. Li bajarên din ên kurdan jî hevkariya her du partiyan heye lê bi taybetî Qers û Îdir ji bo DEM Partî girîng e. Ji bo li van bajaran DEM Partî bi ser nekeve van her du partiyan hevkariyeke wisa kiriye.

09.40

Li Xelfetî êrîşê mebûs Ocalan kirin

Li Xelfetiya Rihayê li dibistana Hilali Îlkogretîmê û Ozmuş Ortaokulu xwestin bi giştî dengan bikar bînin.

Li Dibistana Hilali komek çekdar muşahit ji dibistanê derxistin û xwestin deng bidin. Li du muşahîdên YRP'ê xistin. Li ser nerazîbûnan dengdan hat rawestandin.

Mebûsê DEM Partî Omer Ocalan piştî agahî bi dest xist, çû dibistanê. Parêzvanên şaredarê niha Şeref Albayrak û hin kesên din êrîşê mebûsê DEM Partî Ocalan kirin. Ocalan û DEM Partiyî bi zorê ji destê wan xilas bûn, lê hê jî ew li dibistanê ne. (MA)
Li aliyê din Şaredarê Xelfetî û berendamê AKP'ê Şeref Albayrak ligel xwe 100 kes ku pisûla jî di dest wan de anîne Taxa Talikan û xwestin deng bidin. Ev bûyer saet li dor 07.50 çêbû. Muşahidê DEM Partî ku îtîraz kir, li wî xistin, ew derxistin derve. Li taxa Berasûrê jî hat gotin ku bi bêisûlî, bi giştî dengdan tê dayîn.

08.30:

Uçar û Keskîn: Xwedî li sindoqan derên

Hevseroken DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir li Baglara Amedê li Dibistana Şehit Birkan Gundus deng da. Piştî dengdanê Uçar ji bo çapemenî got, "Ligel jin û ciwanan di nav atmosfereke ne wekhev de me xebateke cidî ya hilbijartinê kir. Hêviya me ew e îro encama keda me ya mezin derkeve holê. Me dengê xwe da. Banga me ew e her kes here cem sindoqan, dengê xwe bide û xwedî li dengê xwe derê."

Bayindir jî li Baglarê li Dibistana Lîseya Îmamhatîbê ya Ferdi Yigit den da û bang kir, "Banga min ji bo gelê me ye; di çi rewşî de dibe bila bibe bila herin dengê xwe bidin. Dengek her tiştî diguherîne." Bayindir got ku hiştî her kesî deng da bila li sindioqan xwedî derên.

07.00

Li bajarên kurdan, li Semsûr, Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Elezîz, Erzîngan, Erzerom, Dîlok,  Colemerg, Qers, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Riha, Wan, Batman, Şirnex, Erdexan, İdirê saet 07'an de dengdanê ji bo şaredariyan dest pê kir. Ligel van li bajarên Tirkiyeyê ên wekî Artvin, Giresun, Gumuşhane,, Ordu, Rize, Sivas, Trabzon, Bayburt û Kilisê heman saetê dengdanê dest pê kir. Li van deran saet 16'an de destdan bi dawî dibe.

Li bajarên din ên Tirkiyeyê saet 08'an de dest pê dike û 17'an de bi dawî dibe.

Bi temamî 61 mîlyon û 441 hezar û 882 hilbijêr mafê wan ê dengdanê heye.

HIN ÎSTATÎSTÎK

Li 81 bajar, 922 navçe, 397 bajarok û li 18 hezar û 257 gundan dendan heye.

Şaredarên Bajarên Mezin, Şaredarên Bajaran, Şaredarên Navçe û Bajarokan, bi temamî 1003 kursî hene.

Bi temamî 12 hezar û 725 berenrdamên partiyan, 653 jî berendamên serbixwe hene.


RENGÊN PISÛLAYAN

Ji bo şaredariya bajarê mezin pisûla 'SPÎ' ye. Ev pisûla tenê li Bajarên Mezin heye. 

Ji bo Meclisa Giştî ya Şaredariyê pisûlaya "TÛRÛNCÎ" heye.

Ji bo Serokê/a Şaredariyê pisûlaya "Hêşîn" heye.

Û ji bo endamên Meclisa Şaredariyê jî pisûlaya "ZER" heye. Hemû dikevin heman zerfê. Li ber sindoqan ji bo moxtaran kaxizên biçûk ên serbixwe hene. Yên bixwazin ji van qaxiza yekê digirin û wê jî dixin nava zerfê.

BAJARÊ HERÎ MEZIN: STENBOL

Li Stenbolê 22 berendam li ser navên partiyên xwe di pêşbaziyê de ne. 27 kes jî wekî serbixwe dikevin hilbijartinê. Ji navçeyên Stenbolê herî zêde li Bakirkoy û Sultanbeyli berendam hene. Li van her du navçeyan her yek 25 berendam hene. 
Li Stenbolê du berendamên gelek xurt hene: Berendamê CHP'ê û şaredarê niha Ekrem Îmamoglu û berendamê AKP'ê Murat Kurum. Li ser navê DEM Partî Meral Daniş Beştaş û Murat Çepni berendam in.
Li Stenbolê 39 navçe hene, di hemû navçeyan de AKP-MHP'ê di bin banê "Cumhur Îtîfaki" (Tifaqa Komarê) de li hev kiriye. Li 37 navçeyan AKP'ê, li 2 navçeyan MHP'ê (Beşîktaş û Sîlîvrî) berendamên xwe nîşan dane.
Li Enqereyê 24 berendamên partiyan hene. Li vî bajarî berendamên derdikevin pêş berendamê CHP'ê û şaredarê niha Mansur Yavaş û berendamê AKP'ê Turgut Altiok in. Li ser navê DEM Partî Gultan Kişinak û Ozturk Turkdogan berendam in.

Li Enqereyê 25 navçe hene. Li Enqereyê AKP'ê li 20 navçeyan, MHP'ê li 5 navçeyan berendam nîşan dane.

Li Îzmîrê 30 navçe hene. AKP'ê li 25 navçeyan, MHP'ê li 5 navçeyan berendam nîşan dane.

Li Îzmîrê ji bo Bajarê Mezin DEM Partiyê Akin Bîrdal û parêzer Turkan Aslan wekî berendam nîşan dane.

Berendamên herî zêde li Entabê hebe. Li vî bajarîn 26 kes li ser navê partiyan bûne berendanm. Herî hindik berendam li Bayburta Tirkiyeyê ne. Li vir navenda bajêr û navçe jî têde bi temamî 35 berendam hene. Li navenda bajêr 16 berendam li ser navê partiyan, 4 jî serbixwe, 20 berendam hene. Li vî bajarî di sala 2019'an de nêzî 20 hezar kesî deng dabû. 

SERBIXWEYÊN KURDAN

Li bajarên kurdan vê carê li 3 bajaran berendamên serbixwe hene. Li Bedlît, Çewlig û Batmanê berendamên serbixwe hene. Li aliyê din li Silopî jî berendamek serbixwe heye.

KÎJAN PARTÎ ÇEND BERENDAM DERXISTINE?

Her3i zêde Yenî Refah Partisi (YRP) berendam derxistine. YRP'ê ji 922 navçeyan li 845 cihan berendam nîşan dane. Lê YRP'ê li Erzeromê berendam nîşan nedaye. Dûre CHP tê ku  li 886 cihan berendam nîşan daye. Ak Partî  li 858, İYİ Parti li 800, MHP'ê li 474 û DEM Partî jî li 416 cihan berendam nîşan dane.

 

 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
2024: Hilbijartina-Herêmî - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2024

Li Hîlwanê DEM Partî bi ser ket (Va ne hemû encamên 7 cihan)

news
  • 01 06 2024

Li 3 navçe û 4 bajarokan hilbijartin heye

news
  • 06 05 2024

YSK'ê encamên fermî eşkere kirin

news
  • 29 04 2024

Hevşaredarê DEM Partî yê Bîrecûkê ji partiya xwe îstîfa kir

news
  • 08 04 2024

'Tu biryarek ku li gor menfeeta gel nebe li vir dê neyê girtin'

news
  • 07 04 2024

YSK'î serê Xelfetî, Sêwreg, Kerboran û Urgupî de biryar da

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Hûmara 67'inan a Vate veciya

ad

Berendamên AKP'ê yên navçeyên Amedê

ad

MA Music çû Navenda DEM Partiyê û alîkarî xwest

ad

Li Spanyayê sê roj şîn danîn

ad

Li gor IFLA'yê rewşa xwendina pirtûkxaneyan

ad

Hîva ji bo zarokan çîrokan dixwîne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname