AMED
KCD, bi armanca şermezarkirina Bendava Farqînê û HES'an, wê li mezra Sêdeqnê-Goma bimeşe û konê vede. KCD'ê ji bo çalakiya roja 26'ê vê mehê banga tevlêbûnê li hemû sazî, dezgeh û gelê herêmê kir.
Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi armanca şermezarkirina Bendava Farqînê û HES'an, wê li mezra Sêdeqnê-Goma bimeşe û konê vede.
Di daxuyaniya komîsyonê de hat ragihandin ku bendava mijara gotinê bi armanca ewlekariyê tê çêkirin û ji bo çalakiya roja 26'ê gelawêjê banga tevlêbûnê li hemû sazî, dezgeh û gelê herêmê kir.
Bernameya çalakiyan a Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya li dijî Bendava Farqînê û HES'ê wiha ye:
- 26'ê Gelawêj:
Saet 13:00: Ji Amedê çûyîna Farqînê (Hemû wesaît wê li ber avahiyên BDP'ê yên navçeyan rabin)
Saet 15:00: Meşa girseyî û daxuyaniya çapemeniyê
Êvarê: Li konê protestoya bendavê çalakî û bicih bûn
- 27'ê Tebaxê roja Sêşemê: Vegera Amedê