Mahmut Ozçelîk
Franz Kafka ji malbateke cihû ya ku bi karê têciriyê ve bilî bû, di sala 1883'an de li Pragê tê dinyayê. Zimanê almanî û çekî baş zanîbûye û dû re jî xwe fêrî zimanê îbranî jî kiriye. “Wî ji bo zimanê almanî gotiye zimanê dayika min e û ji bo zimanê çekoslovakî/çekî jî gotiye ew di dilê min de radize/dijî.” Lê di nameyeke xwe de gotiye, “ez tu carî di nava gelê almanî de nejiyam.” Belkî ev gotin ji ber ku ew ji ‘kêmneteweya cihûyan bû’ û ji hêla almanan ve hatibû vederkirin, hatiye gotin. Ji xwe derdora salên 1940î de, di dema Naziyan de herî zêde pirtûkên wî hatine qedexekirin.
Ji kîmyayê heta dîroka hunerê û fîlolojiya almanî gelek qadên zanistî şopandiye, lê herî zêde bala wî li ser beşa hiqûqê bûye û li Mûnihê pênc salan jî li ser vê beşê perwerdehiya bilind dîtiye. Reşbîniya di romanên wî de wisa dixuye ku reşbîniyek ji jiyana kesayetiya wî dinizile ye.
Kafka serkeftina xwe ya edebî bi pilankirina rojên xwe ve girêdide: Dana sibehê xebata li bûroyekê, dana nîvroyê raketin û bi şev jî nivîsîna berheman…
Pest û pêkutiya bavê wî dike ku Kafka zaroktiyeke pir xerab derbas bike.
Kafka ji hêla edebî ve xwe tim kêm dîtiye û berhemên xwe jî şayanî weşandinê nedîtî ye, ji ber vê çendê wî hemû berhemên xwe yên hêja ji bo bişewîtîne dabû hevalê xwe Max Brodî. Lê Brodî dahîtiya Kafka fêm kiribû û ev soza şewitandina pirtûkên wî bi cih neanîbû û bi saya wî em îroj dikarin berhemên Kafkayî bixwînin û tê de dîmenên ji jiyana xwe jî bibînin… Ev mirovê berhemdar ku ji temenê xwe zêdetir berhem ji mirovahiyê re hiştiye, mixabin di çil saliya xwe de bi nexweşiya pençeşêrê ya ku di gewriya wî de bi pêş ketibû, dimire…
Çend romanên giranbuha diyarî pirtûkxaneya mirovahiyê kiriye. Lê mixabin ku di serdema jiyaye de nehatiye fêhmkirin û nasîn. Wekî tê serê fîlozof Nietzscheyî, ew jî piştî mirina xwe gelek şûn de tê nasîn. Pirtûkên wî ancax piştî mirina wî di nîveka sedsala 20. de hatiye naskirin. Xwendin û şopandina wî ya ji hêla wêjehezan ve didome. Ya balkêş ew e ku di romanên wî yên sereke de -ku yek jê “Şato” ye û ya din jî “Doz” e- xemgînî, tenêtî, bêhêvîtî, reşbînîtî raser e, lê têkoşîna wî ya li hemberî pergala bêedalet jî bi qasî hêlên wî yên neyînî bi hêz e.
Di “Doz”ê de tenêtî, tirs, dilnerihetî, li hember bûyara diqewime bêhêzî; wekî laserekê di nava rûpelan de diherike... Ligel van xisletên me hejmartin, nayê wê wateyê ku lehengê romana wî tenê di nava hîsên bêhêvîtiyê de digevize an jî dev ji mafê xwe berdaye. Na, belovajiyê vê reşbînî û xemgîniyê, hetanî ji dest tê ji bo dahatuyek qenctir têdikoşe. Lê ber bi dawiya romanê ve dema du celad tên û dikevin milê leheng “K.”yî û wî dibin, mixabin qet bertekek li gorî têkoşîna berê nîşan nade û xwe radestî wan dike…
Mirov dikare bibêje di romanên Kafkayî de li paralelî reşbîniyê têkoşînek bêhempa jî tê meşandin. Li hember pergala zordest têkoşîneke takekesî ya bê encam tê dayîn. Takekesên wisane ku ji hêla pergalê ve hatine eciqandin, tirsandin û birsandin, derfetên xwe îfadekirinê ji dest wan hatine girtin û Kafka jî belkî ji ber vê yekê navek jî li lehengê xwe yê sereke yê herdû romanên xwe nekiriye û ew tenê bi herfek bi nav kiriye: “K.”
“K.” di romana Şatoyê de wekî memûrekî kadastroyê dixuye û hemû xebata wî şerkirin û têkoşîna li hember pergala bûrokratîk e. Bi mehan dixebite ku xwe bigihîne rayedarek payebilind yê dewletê, ji bo vê riyên cur bi cur diceribîne lê mixabin encam hêvîşkestin û têkçûn e. Di Dozê de jî leheng dîsa “K.”ye û di bankayekê de dixebite lê mixabin daraza bêedalet dibe sedema kuştina wî.
Di romanên xwe de wisa dixuye ku serdema tê de jiyaye analîz kiriye. Serdem serdema tirsê û bêedaletiyê ye.
Ji ber ku ne li ber destê min bû, min nekarî pirtûka wî ya belkî sereke ye -Veguherîn-ê bi we bidim nasîn, lê bi qasî di hişê min de maye çîroka wê jî çîroka mirovek kedkar/xebatkar e ku dema sibê ji xewê radibe, dibîne ku va ye veguheriye kêzikekê/bihokekê, ew êdî ne mirovek e, tenê kêzikek e… Bi kurtî bêhêzî, bêhêvîtî û bêgaviya kesayetek di nava tenêtiyê de…
Ligel van agahiyên hevbeş ez ê niha jî li ser pirtûka wî ya bi navê “Doz”ê çend hevokan rêz bikim.
“Bi kurtasî mijara Dozê”
Di “Doz”ê de “K.” lehengê sereke ye. Karê wî ewilîn gelek baş e. Di banqeyeke mezin de şef e. Di pansiyona ku jinikek wê bi rê ve dibe de dimîne. Bi derbasbûna demê re, rojek berî taştêya xwe bike, hin mirov li ber derê odeya wî dixûyin û wî ji bo dozekê ku sedema wê nediyar e di lêpirsînê re derbas dikin. Lê ev lêpirsîn bi demê re wisa dirêj dajo ku êdî her roja yekşemê roja wî ya lêpirsînê ye. Lê tu carî nikare bielime ka sûcê wî çi ye… Apê wî dema pê dihese ku “K.” di rewşek xerab de ye, doz lê hatiye vekirin, dixwaze alîkariya wî bike û wî dibe cem parêzerekî ku ji berê de nas dike. Lê mixabin parêzer ji alîyekî ve nexweş e û bi halê xwe ve bilî ye, ji aliyekî ve jî dozên lê dinihêre bi salan domandiye û tu encam jê derneketiye. Ji ber vê çendê piştî wextekê “K.” dixwaze wekaletiya xwe ya bi parêzerî re betal bike û bi tena serê xwe têkoşîna xwe bidomîne…
Pergaleke darazê ya xerabûyî, ji rê averêbûyî ji bo ku ji “K.”yî rişwetê bigire, bi dek û dolaban li wî dozê vedike, bi vê dozê di heman demê de “K.”yî qidûmşkestî dike, rûmeta wî ya li banqeyê dadixe asta herî nizm û ew mirovê berê di karê xwe de serkeftî êdî naxwaze here xebatgeha xwe jî…
Doz tenê qala rizîbûna pergala darazê nake, di heman demê de awêneya hilweşîna nirxên exlaqî ye… Mînaka herî balkêş ew e ku hin peywîrdarên di saziya darazê de dixebitin, hin jinên di astên nizm de dixebitin hem tacîz dikin û hem jî pêşkêşî hevdu dikin. Mînaka vê yekê ya herî diyarker mixabin jina mûbaşîr e ku carê di hembêza yekî de ye… Dîsa “Leni” ya ku xizmetkara parêzer Huld e, bi her kesê ku ji bo alîkariyê tê cem Huld re di karê aşûfteyî de ye.
Serleheng “K.” heta hêza xwe ya dawî dixwaze bi vê pergala rizyayî re şerê xwe bidomîne. Ji bo alîkariya wan wergire bi pey hin mirovan dikeve ku têkiliyên wan bi peywîrdarên payebilind yên darazê re heye. Kesên wekî wênesaz/Titorelli, papazê dêrê, parêzer Huld, xanima mûbaşîr û hwd…
Mixabin ev dozên li mirovan hatiye vekirin, bi salan didome û nahêle mirov bi karên xwe yên esasî re bilî bibin. Ji dêvla karên xwe yên esasî de, wextên xwe yên dirêj li dadgehan bi şopandina dozên xwe ve xerc dikin. Ev jî dibe sedem ku an karê xwe winda bikin an jî kargehên xwe biçûk bikin û bi demê re bihelin. Lê “K.” li hember hemû zordestiyan jî serî natewîne û doza mafê xwe dike, hetanî rojek du mirov tên û wî dibin, di nava kana keviran de bi çend derbê kêran ku di dilî de diçikînin, dikujin…
Dozên di romana Kafkayî de û dozên gelê me ji pir hêlan ve gelek dişibin hevdu…
Bi hêviya ku em rojekê pirtûkên Kafkayî bi kurdî bixwînin…
Çavkanî: Franz Kafka, Dava, Weşanên Nilûfer, 2016, (wergêra ji bo tirkî; Gokhan Asan)
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Tarîderya: Çîrokek dilperitîner ya penaberan
- Pilingê Serhedê: Xormek û Cibirî
- Eşqa ku Dev jê Nayê Berdan: Ax û Azadiya Welat
- Asoyê Dînan: Romana bi henase û gulbangên kurmancî hatiye xemilandin
- Manî: Pêxemberê ku ji malbatek esilzade tê
- Axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane
- Nalebar: Jina bêsiûd û erotîzma bêhefsar
- Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar
- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poşmanî
- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuştinên kiryar nediyar
- Pêşangeha Sûretan: Çend dîmen ji êş û birînên me
- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoşeyî
- Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Ereb Şemo û Hêviyên Bextewariyê
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’


