logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê
  3. Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê
  4. Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin
  5. Li nav kurdan rewşa tîmên fûtbola jinan

Mesûd Qeya

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mesûd Qeya

Mesûd Qeya

Ji min nayê

  • Dîrok: 06/08/2026

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Ji min nayê behsa siyasetê bikim. 
Ji min nayê behsa qenciyê bikim, ne jî xerabiyê.
Ji min nayê pesnê hinan bidim, ne jî reş bikim hinan. 
Ji min nayê behsa hunerê bikim.
Ji min nayê bilind bifirim, ne jî nizm bikevim. 
Ji min nayê gotinên qerase, ne jî tinazên biçûk.
Ji min nayê çûyîn, ne jî mayîn. 
Ji min nayê rabûn, ne jî ketin. 
Ji min nayê mêtin, ne jî dotin. Çi dimêtin? Kê didotin? 
Ji min nayê pêşveçûn, ne jî zîrekbûn. 
Ji min nayê behsa dinyê bikim.
Ji min tê têkçûn, hem jî daîm. 
Ji min tê hûşbûn, hem jî wekî kevir. 
Ji min tê sotin, hem jî bê gotin. Kê didotin? Çi digotin? 
Ji min tê pûçbûn, hem jî vikîvala. Gûzên bê qin, tûyên bê av, girara bêxwê, çûkên bê bask, darên bê reh, zindiyên bê can, canên bê laş, guhên bê guhar, karikên bê bizmik, arûşkên bê diran, guliyên bê mişmiş, tayên bê derzî, qirikên bê deng, dengên bê serî, xaniyên bê derî, rêyên bê rêwî, siyên bê dar, bêvilên bê ar, giharên bê deşt, deştên bê dar, ezmanên tarî, tava bê tîn, zeytûnên bê dendik, dûxanên bê ar, mirîşkên bê hêk, pisîkên bê mal, zaneyên bê hiş, hişên zane, miradên tune, bobelatên neqewimî, vegerên bê çûyîn, çûyînên bê veger, qirikên ziwa, pêsîrên bê şîr, zarokên mezin û mezinên zarok, peyvên badilhewa û wiha. 
Her wiha.
Tê ji min.
Nayê ji min.  
Ev e hewalê min. Vî çendî bala xwe didimê yarebî ez jî daxil em çiqa jî dikarin behsa hin tiştan bikin. Çendekê min go ezê vê carê baş bala xwe bidimê hela bê em çi dibêjin. Min çi dît hûn zanin? Ne tu tişt. Lewma bala min kişiya aliyek din. Ne tu tişt, çimkî tiştên em bê sekin behs dikin ne meseleyên me ne. Daîm rojevekê ava dikin. Meseleyekê dixemilînin, şeh dikin, dijidînin û datînin meydanê. Ewil yên bi kelecan diajon ser. Qaşo ew biaqilên me ne.
Paşre em ji wan bi hêrstir teriyê zevt dikin. Dîlan digere. Dîlana dînan. Pardon cinan. Xweziya me bi aqilê dînan. Her tiştê me amade ye. Yên xeyrî meselê biştexilin derboyek aforoz dibin û xeyrî îrade kirasê dînbûnê li bejna wan difesile. Êdî ev dibe normala me.
Paşre em qadekê ava dikin û li gor qenheta xwe anormaliyan li wir bi cîh dikin. Ev dibe qada ewlehiyê. Ji bo me qonfor ji vir û wê de destpêdike. Qonforeke tune. Rehetiya can dike em sermest bibin. Dinyayeke din nayê hişê me. Bi destûra me îmkanên me tên çarçove kirin û ev li gor me dibe tişta herî normal. 
Tam min digo ezê carek din bala xwe bidimê min dît ji min nayê. Lewma hûş dibim. Bala min dikeve trafîkê. Serê min li jêr û tav li ezman dikele. Li dû qemyonekê “emektîr babama” dinivîse. Berê min diguhere. Zarokek bi şûşeyek kola avê dipejiqîne ser camê “abê temîzleyex” dibêje. “Paqij ke abê” dibêjim, “min jî paqij ke.” 
Nake. Xerabtir dike. 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Sibatok û sohbeta du qijikan

  • 28 Sibat 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Sibatoka me ji dînikbûna xwe razî ye îsal. Beriya maşot bigire ser vê xakê, rojeke sibatê min berfa ser xênî dimalt. Qirik li min ziwa bibû. Min çengek berf avêt devê xwe, doxa...

Berfanbar; di xwendinê de çend tişt ne muhîm in

  • 02 Rêbendan 2025

Ji bo guhdarîkirinê: Di xwendinê de çend tişt ne muhîm in:  1– Mijar. Di vir de qesta min bêhtir mijarên navûsere ne. Mîsal di danasînê de dibêje: “herba cîhanê tu carî wiha nehatiye vegotin.” Em niha...

Gulan, Îsal zat çawa ye?

  • 31 Gulan 2025

Ji bo xwendinê:   Wext: Ez hê tune bû me li ser rûkê vê dinyaliga qedera min bi bûn û nebûna wê ve girêdayî ye.  Rewş: Bihara çûyî maşotekî girtiye ser pelê dar û zêviyên temamê xakê....

Hemû Nivîsen Mesûd Qeya

Mesûd Qeya kî ye?

Youtube Me

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

2011: Di youtube de vîdyoyên herî zêde hatine temaşekirin

ad

Xelatên Pêşbaziya Abdullah Duran hatin dayîn

ad

Baskî, katalanî û galîsî dikare bibe zimanê YE'yê?

ad

Paşgoyên pirtûkan ên rojnameyan û nebûna ya kurdan

ad

222 hezar çûn serdana van çalakiyên çandî

ad

Êşek din li Roboskiyê zêde bû: Dayika Encu wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

  • 14 09 2026
news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

  • 14 09 2026
news

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

  • 14 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname