Diyarname
Yek ji kesa cîhana televîzyonê jê hez dikir, nivîskaran lîstikên şanoyê, senarîst Meral Okay vê sibê (09.04.2012) wefat kir. BDP û KCD'ê ji bo Okay peyam weşand.
Meral Okay ev demeke dirêj bû ku li ser qansêra pişikê dihat dermankirin.
Meral Okay kî ye?
Meral Okay di 20'ê rezbera 1959'an de li Enqereyê hat dinê. Okay ku yek ji endamê Nifşê 78'an e berî Derbeya 12'yê Rezberê endama Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) û nûnera kargehê bû.
Okay di sala 1984'an de bi lîstikvan Yaman Okay re zewicî. Mêrê wê Okay 10 sal berê ku hê 41 salî bû ji qansêrê wefat kir.
Meral Okay bar kir Stebolê di rojnameya Gunaydin de dest bi kar kir. Kovargerî, weşangerî, sazkarî kir, tevî Sezen Aksu xebitî, ji bo stranan gotin nivîsî. Meral Okay bi rêzefîlmê "Îkîncî Bahar" navdar bû. Okay herî dawî senaryoya "Muhteşem Yuzyil" ku ev rêzefîlm hê didome dinivîsî.
BDP û KCD'ê peyam weşad
BDP û KCD'ê li ser wefata Okay peyamek weşand û ji bo Okay ji xwedê rehm, ji bo malbata wê û cîhana hunerê jî aramî daxwaz kir


