Hin mirin hene ku li pey xwe tiştekî nahêlin; diçin û di nav axê de winda dibin. Lê hin mirin jî hene ku li dû xwe şopên bêhempa dihêlin; di nava axa sar de dibin tov, vediguherin dibin gul û bêhna xwe li her derê belav dikin. Ji van mirinan re ne tenê kevirek li ser gora wan tê danîn; ew di kûrahiya bîra dîrokê û wijdana gel de, wekî rehên kûr, dimînin û bi qencî tên bibîranîn.
Yek ji van şexsiyetên bi rûmet, rêberê civakî yê xwezayî û sînornenas Hecî Bûbê Akan bû.
Şahidê xeta sînor
Hecî Bûbê li deşta berhemdar a Mezopotamyayê, di nava bayên germ û zêrîn ên Serê Kaniyê de, wekî dareke berûyê ku rehên xwe kûr li wê axê belav kiribû, jiyana xwe di xizmeta mirovan de derbas kir.
Li navçeya Rihayê, ew bû şahidê xeta sînorê ku bi darê zorê hatibû xêzkirin. Jiyana wî jî bi wê trajediya dîrokî ve girêdayî bû. Nîvê malbata wî li aliyekî sînor ma û nîvê din li aliyê din. Wî bi xemgîniyek kûr digot:
“Nîvê malbata min li Ser Xetê ye û nîvê din jî li Bin Xetê ye!”
Ew ne tenê di nava malbata xwe de, di nava tevahiya civakê de jî bi nêrîn û helwesta xwe ya mirovane, kesayetiyekî pêşeng bû. Bi kiryarên xwe yên lihevhatin, dilsozî û aştiyane, di dilê mirovan de bû dergehek ku her kes dikaribû bi hêsanî serî lê bide.
Stargehek û şahrezayekî ji gel
Bi zanîn û tecrubeya xwe, ew ji bo civakê stargehek û şahrezayek bû. Di warê têgihîştina welatparêziyê de xwedî tecrubeyeke kûr bû. Di civîn û şevbihêrkan de, wekî rûpelên pirtûkeke dîrokî ya dagirtî, xwediyê hunera vegotinê ya heybet bû. Gelek caran pê re likûmî, lê radibû ser xwe, ji helwesta xwe venedigeriya û li ser piya dima.
Di kûrahiya temenê xwe de çavkaniyeke şahreza bû ku ew aliyên dijber dianî cem hev, evîndar digihand hev û mirovên ji hev dûr ketibûn bi hev re girêdida. Birînên kûr bi gotin û dilsozî derman dikir, dijminatiyê ji holê radikir û deriyê wî her dem ji bo çareseriyê vekirî bû. Çi êş an şîn li herêmê hebûya, ew li wir bû û hevkarê xweşî û nexweşiya gel bû. Hebûnek ku ji bo gelê herêmê stargeheke bêdeng, stûr û ewle bû.
Esnafekî dirust û mînakeke bêhempa
Hecî Bûbê, endamekî kevnar ê malbata Akan bû. Çavê xwe li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî vekiribû, lê li Serê Kaniyê bi cih bûbû û li wir bûbû bazirganekî hêja yê herêmê. Jiyana xwe wekî mînakeke esnaftiyê, bi dirustî, rêz û exlaq ava kiribû. Bi vî rengî, di wijdana civakî ya navçeyê de jî cihekî nayê jibîrkirin girt.
Valahiyeke mezin
Ya ku mirov diêşîne ne tenê çûna hezkiriyan e; ew valahiya mezin e ku li pey xwe dihêlin. Koçkirina Hecî Bûbê kovaneke giran xist nav dilê gelê Serê Kaniyê. Ev navçeya ku berê kolanên wê bi meşa wî ya bi heybet tijî bûn, îro ji ber koçkirina vî rûspiyê hêja di şînekê de ye û sêwî maye.
Lê ya ku ji wî li pey maye, jiyanek e ku bi dirustî hatiye honandin, bîranînek e ku li ser axa zêrîn a Serê Kaniyê hatiye neqişandin û navek e ku her dem li ser lêvên hezkiriyên wî zindî dimîne.
Bi rêzdarî û hurmet, Hecî Bûbê Akan bibîr tînim. Ev ax dê tu carî nav û mîrasa wî ya aştiyane ji bîr neke. Bila rihê wî şad û cihê wî bihuşt be.



