Xelata Feqî Huseyîn Sagniç didin Ronahi Onen
Diyarname
Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal Perwerdekar û Lêkolîner Ronayî Onen þayanî Xelata Ziman a Feqî Huseyn Sagniç dît. Roja 18'e avrêlê di salvegera Enstîtu de dê xelat bê dayîn.
Perwerdekar Ronayî Onen bi salan e hem di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, hem di platformên cur bi cur de xizmeta zimanê kurdî dike. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê helwest û xebata wê ya di warê parastin û pêþvebirina zimanê kurdî berz nirxand û ew þayanî vê xelatê dît.
Enstîtu îsal jî di salvegera xwe de bi merasimekê xelatê bide.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 2005'an ve her sal li ser navê zimanzan Feqî Huseyn Sagniç xelatê dide kesên ku di warê zimanê kurdî de xebat kirine. Heta niha Zana Farqînî (2005), Mihemed Malmîsanij (2006), Abdullah Demîrbaþ (2007), Azadiya Welat (2008), Ahmet Turk (2009), Kawa Nemir (2010), Li ser navê girtiyên ji doza KCK’ê Hatîp Dîcle (2011), Mulazim Ozcan (2012) û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Rojava (2013) ev xelat girtine.