Berî xaniyê me di bêxwedîtiyê de xera bibe:
gîha şîn nedihat di axa tî de
dîwarên hewşê birçî bûn
û mirîşkên me diçûn diziya cîranan
Bêrîkên kalikê min jî wekî hembêza dêya min vala bû-
Ji roja lawê kalikê min bera pey jineke din da û vir ve, ez bêbav im û dêya min jinbî ye.
Dêya min a jinbî berê xwe dida ezmanê hewşê û gomeyên lomeyên wê dibûn fuzeyên hîpersonîk, “Mirîşkên me diçin diziya genimê cîranan û qrawata xezûrê min fedî nake ji birçîbûna hewşa me.
Ne lomeyên dêya min dibûn genimê şîn di hewşa me de, ne xewnan zikê birçîbûna min û mirîşkên wê têr dikirin.
Roja kalikê min mir,
dêya min bonqnotek hesinî da min, ez çûm goristanê, min banqnota xwe li ber serê tirba kalikê xwe çand – ne pere şîn hat, ne siya bavê min ji tirba bavê xwe derket.
Roja kalikê min mir û pantorê wî bû Îsa bi hilavêja odêya wî ve,
siya bavê min ji wî xeyidî û çû ket tirba kalikê min. Ji wê rojê ve bavê min bê sî ye û ez esmer im li ber tavê.
Piştî xaniyê me di bêxwedîtiyê de xera bû:
dîwarên terikandî yên hewşê hilweşiyan
şopên pepikên mirîşkên me man di bin de
kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya
û li dewsa gihayê, kevirên tazî li hewşa me şîn hatin
Piştî vê tofana jiyanê, çi cara ez kêrekê dibînim mirîşkên dêya min tên şerjêkirin li hewşa me, eniya dîwarê me xwîn dibe û nasnameya koçberiyê ji bêrîka qetiyayî ya kirasê dêya min dikeve di rê(wîtî)ya bêwelat de.
Nasnameya koçberiyê ya dêya min tune û valabûna bêrîkên dêya min ne welat in ji tu nasnameyê re.
belbî jî dayika min zêdetir e ji helbestekê
û ez kêmtir im ji herfeke vê helbesta jiyayî û nenivîsî
Loma ye dengê min naçe dêya min û dengê wê dijî di hebûna min de.
Zimanê milletê min penaber bû di ciwaniya dêya min de
Êdî dêya min pîr e û ez hîn jî zarok im – qey loma ye zimanê min bûye penaber di zimanê miletê min de.
Min mirina gelek pêxemberan dît, dîsa jî mezin nebûm, hîn jî zarok im û newêrim mirina dêya xwe bibînim. Lewra ji xilafî dêya min, tu şairî hîn ez nebirime wî cihê ji helbestê wê de…


