___Dilyar Amûdî___
Gava mirovên nezan wekî min neçar dimînin ku binivîsin, mixabin nivîsên têr û tijî kêm derdikevin. Helbet sedem hene ku kesên wekî min neçar dimînin binivîsin. Kesekî din nanivîse, yê dinivîse jî bi zimanekî din dinivîse, loma ez neçar dimînim binivîsim.
Lê ji mêj ve wisa difikirim ku mirov bindestê zimanê pê diaxive û dinivîse. Anku tu bi tirkî binivîsî, tu yê ji kurdekî bêtir wekî tirkekî bifikirî. Tu bi erebî binivîsî, tu yê ji kurdekî bêtir wekî erebekî bifikirî. Eger tu wekî kurdekî bifikirî, tu yê nikaribî xwe xweşik bi wî zimanê biyanî vebêjî. Anku ne mirov zimanî kontrol dike, lê ziman hukim li mejî û fikira mirovî dike. Divê ez vê bibêjim; bi qasî min xwendiye û pirsiye gelek zimannasan vê bandora xurt a zimanî li ser fikir û nêrîna mirovî qebûl nakin. Lê ez ji tecrubeyên xwe wisa difikirim ku ziman bandoreke gelekî xurt li mejiyê mirovî dike. Îca ji ber ku qad nîv-vala ye û kêm kes hene ji me re bi kurdî van tiştan bibêjin, ez ê hewl bidim bi qasî zanîna xwe binivîsim.
Ez hewl bidim ku bêm ser mijara vê nivîsê. Min li van kurte-vîdeoyên medyaya civakî temaşe dikir û rastî vîdeoyekê hatim. Di wê vîdeoyê de, têgeha “القابلية للاستعمار” anku bi ingilîzî “colonizability “ hat gotin. Vê têgehê bala min kişand. Pêşkêşvanê ev dipirsî;
“Gelek vegotinên din ên belav hene ku dibêjin; Gel an miltetên ku ketine bin kolonyalîzmê, an jî bin zordariyê, an jî bin çewisandineke çandî, siyasî û aborî, vê rewşê di hundirê xwe yan nava xwe diparêzin, ew rewş dibe beşek ji kesayetîya wan/taybetmendiyeke wan. Anku wekî Melek Bin-Nebî berê di pirtûkên xwe de gotiye, ew (gel) dibin“kolonîzebar” (kesê ku zordarkêş anku kolonyalîstan bi ser xwe ve tîne. Bêyî ku haya wan jê hebe û ne hişyar bin ew dixwazin ku (kolonyalîst) were û wan bi awayekî ji awayan ji xwe re bikar bîne.”
Gotineke balkêş bû. Min got, gelo dibe tiştekî wisa hatibe serê me kurdan? Gelo çima em her bindest in û ev rewş gelekî asayî bi me tê? Gelo çima haya me jê tune ku hinek hene, xwîna me dimijin, erda me dagir kirine, mal û milkê me dixwin? Gelo çima em dixwazin ku yek li ser serê me be lê em qebûl nakin ku em xwe bi rê ve bibin?
Helbet ne min bersiva van pirsan dizanî û ne jî dizanî kê “kolonîzebar” gotiye. Min got, ka ez binêrim bê gotinên wisa kê gotine. Îca min ji jîrtirîn û jêhtirîn kesê dinasim pirsî; ji Hişê Çêkirî.
Ev in bersivên HÇê:
-
Ibn Xeldûn:
“Her çiqasî Ibn Xeldûn sedsalan berî kolonyalîzma Ewropî jiyabû, di Muqeddime de angaşt dike ku meyeleke derûnî ya gelên têkçûyî/dagirkirî heye ku teqlîda biserketî/dagirkerên xwe bikin û ji wan hez bikin:
"Yê ku têk diçe, her tim dixwaze teqlîda yê biserketî bike."
Di teoriya xwe ya giştî de, ew dibêje ku dema civakek yekbûn an jî hevgirtina xwe ya hundirîn a civakî (esebiyet) xwe winda dike, hêsantir dibe ku careke din û careke din jî têkeve bin desthilatdariya komên bihêztir. Gelek lêkolînerên nûjen ên postkolonyalîzmê evteoriyê wekî ravekirin dagirkirin an bindestbûna dubarebûyî şîrove kiriye.”
Ev teori bi rastî li ser kolonyalîzma Ewropî nayê gotin, lê pir caran ji bo ravekirina wê jî tê sepandin.
2. Frantz Fanon
Frantz Fanon (ku bi berfirehî li ser Cezayira di bin dagirkeriya frensî de nivîsî) nîqaş dike ku kolonyalîzm pêkhate/avaniyên derûnî çêdike ku piştî serxwebûnê jî didomin. Heke ev avanî neyên hilweşandin, tenê serxwebûna siyasî têrê nake ku rê li pêşiya cureyên nû yên bindestiyê bigire.
Di pirtûka The Wretched of the Earth (Belengazên Erdê) de, ew hişyar dike ku elîtên piştî kolonyalîzmê gelek caran sazî û avahiyên kolonyal dîsa ava dikin, li şûna ku wan veguherînin.
Ev nayê gotin ku "meyla civakê ya xwezayî heye ku dîsa bibe kolonî," lê arguman ew e ku têkiliyên kolonyal bi hêsanî dikarin ji nû ve bên hilberandin û dubare bibin.
3. Albert Memmi (nivîskarekî Ereb-Cihû)
Albert Memmi (ji Tûnisê) analîz kiriye ka çawa kolonyalîzm pabendiyê diafirîne û çawa hişmendiyên kolonyal piştî serxwebûna fermî jî berdewam dikin.
Di berhema xwe ya The Colonizer and the Colonized (Kolonîker û Kolonîbûyî) de, ew destnîşan dike ku civak dikarin piştî ku kolonyalîst ji welêt derkevin jî di nav şêweyên kolonyal de bimînin.
4. Edward Said
Edward Said nîqaş dike ku serdestiaya kolonyal bi rêya çandê, zanînê û nûneriyê (ku ew wê bi navê "Şarqnasî" (Orientalism) bi nav dike) berdewam dike. Ev tê wê wateyê, ne şert e ku serxwebûna siyasî bi tenê bikare têkiliyên kolonyal bi dawî bike.
Melik Bin-Nebî
Malek Bennabî têgeha (القابلية للاستعمار”: al-qābiliyyah lil-istiʿmār) çêkiriye.
Argûmana wî ne ew bû ku gelên kolonîbûyî bi xwezayî kêm in an jî qedera wan ew e ku her tim tên kolonîkirin. Lê wî bêtir ev got, dema şaristaniyek dikeve nava rewşeke wisa ku xwe ji hindir ve xera dike/hildweşîne û ew afirînerî, yekgirtina civakî û sazîyên xwe yên bikêr winda dike, ew hêsantir dibe ku bikeve bin desthilata kolonyal de. Ji ber vê yekê, kolonyalîzm bi ser dikeve, ji ber ku ew rastî civakeke wisa ye ku jixwe qels bûye.
Yek ji gotinên wî yên navdar ev e:
"Kolonyalîzm ne sedema lawaziya me ye; belkî encama wê ye."
Ev pir caran (hin caran bi şaşî jî) bi vî awayî tê şirovekirin ku civakên ku berê hatine kolonîkirin, heke xwe ji aliyê fikrî û civakî ve ji nû ve ava nekin, her " kolonizebar" dimînin. “
Îca ez hinekî van şirove bikim û fikirên xwe li ser wan bibêjim. Di vir de, mirov çend xalan dibîne ku giring in:
1- "Yê ku têk diçe, her tim dixwaze teqlîda yê serketî bike." Bala min lê ye ku em jî gelekî teqlîda kolonyalîstên xwe dikin. Heta em teqlîda wan bi awayekî xerab dikin. Serdestên me, girîngiyê didin zimanê xwe. Em jî girîngiyê didin zimanê WAN û yê xwe ji bîr dikin. Serdestên me dibêje, em ji erda xwe hez dikin, em jî dibêjin divê em erda wan biparêzin ne ERDA xwe. Em wisa teqlîda wan dikin ku ne tenê cil û bergên wan li xwe dikin lê bi hişê wan û çavê wan li dinyayê dinêrin û xwe ji bîr dikin. Ez dibêjim ne hewce ye bibêjim bê ev rewş çiqasî di nav me belav bûye.
2- Meyla civakê ya xwezayî heye ku dîsa bibe kolonî. Ev meyl li cem gelekî gelekî bebiçav e. Wekî ku em nikarin xwe bi rê ve bibin. Wekî ku mafê me tune ku em serbixwe bin. Wekî ku nabe em serbixwe bibin. Min gelek caran ji hinekan bihîstiye ku kurd nikarin bibin dewlet; ji ber ew ê hev bikujin. Ev doza kolonîzebûnê ye.
3- "Kolonyalîzm ne sedema lawaziya me ye; belkî encama wê ye." Ev gotin girîng e. Kengî be û çi be û çawa be. Demekê em qels ketine û ketine ber devê kolonyalîzmê. Eger em wekî li jorê hatiye gotin “heke xwe ji aliyê fikrî û civakî ve ji nû ve ava nekin, êdî eger em ê her koloyalîzebar bimînin.
Lê ez hinekî bêm ser mijara ziman û gelo kolonyal, kolonyalîzm, kolonîzebar, û kolonî, mêtîngeh û mêtingehî û hwd.
Peyva kurdî ji “mêtîn û geh” hatiye û peyvên rojavayî peyva proto-hid-ewropî root *kwel- (wate: gerîn, li dor cihekî gerîn, li cihekî bi awayekî demkî mayîn/ bi cih bûn) tê.
Ka pêşî em li etîmolojiya “Kolonî”yê binerin û paşê em ê bên ser ya kurdî:
Hindo-ewropî:
Berî çend hezar sal; *kʷel- (wate: gerîn, li dor cihekî gerîn, li cihekî bi awayekî demkî mayîn/ bi cih bûn)
Ev ziman bi vesazkirinê hatiye çêkirin ne ku awayê nivîskî hatiye dîtin loma nîşana * li ber e.
Latînîya pêşîn:
Paşê wekî lêker wekî *quelō, ket latiniya kevin û dûre bûye “colere” . Wate bû; cotkirin, erd-ajotin,bi-cih-bûn.
Latiya klasîk:
Paş peyva colere bû colonus(navdêr) û wate jî bû “cotkar, kesê bi erd re mijûl dibe, nîştecih, kirêciyê erdî. Anku bi kurtasî kesê li ser erdî dixebitî û li ser dijî.
Paşê colonia jê derket ku ew jî wateya “niştingeh” an jî “şênîgeh” an jî “cihê ku mirov lê bi cih bûne, cihê ku mirov lê çandiniyê dikin. Her wiha erda ku Roman (milet) lê bi cih bûne. Anku bi kurtasî Colonia ew cih bû ku welatiyên rom ji bo çandiniyê û bicihbûnê dişandinê.
Frensî
Paşê Colonia ketiye frensî ku ji xwe ew jî zimanekî ji latînî ye.
Ingilîzî
Ji wir peyva coloni wekî colony ket îngilîzî jî.
Sedema ku ev wate lê bar bû: Kolonî pêşî ji bo wê dihat gotin ku mirov li cihekî bi cih bibe da ku ji xwe re biçîne û li wir bijî; Li cihekî bijî, biçîne, niştgehekê ava bike û wiha bû kolonî. Ew erd li derveyî Romayê bû û wan wekî diyarî li leşkeran belav dikir.
Heta navê bajarê Almanyayê Koln/Kolonya (Bi almanî “Koln”, bi ingilîzî “Cologne) jê hatiye. Paşê jî kolonya (ew bêhna ku mirov piştî kurkirinê bi ser xwe dadike) jî ji wê hatiye.
Niha em hinekî li peyvê ji aliyê rêzimanî ve binerin: Kolonî navdêr e. Kolonîst jî jê hatiye û ew jî navdêr e. Kesê ku li koloniyê ye û endamê wê ye. Koloniyal jî rengdêr e û behsa tiştê girêdayî koloniyê dike. Kolonîze-kirin jî jixwe lêkera wê ye.
Paşê peyva “Kolonyalîzm” jî jê derket. Ew jî navdêr e lê bi qertafa “-izm” bêtir êdî wateya fikir û îdeolojiyekê dide. Kolonyalîst jî ji bo wî kesî tê gotin ku piştgiriya kolonyalîzmê dike.
Di kurmancî de peyva “mêtîngeh” heye ku ji bo “koloni”yê hatiye bikaranîn. Texmînen peyveke nûçêkirî ye. Lê mixabin tevî ku nû ye jî çavkanî tune ku mirov lê vegere û binêre bê kê kengî çêkiriye. Zimanên din ne wisa ne. Ev jî kêmasiyeke din a me ye.
Niha li gorî wikiferhengê û mirov texmîn dike, ew ji “mêtin” û paşgira “-geh” hatiye çêkirin. Wekî fikir, gelekî xweş e. Ji ber ku bi rastî jî “kolonyalîst” xwîna mirovî dimijin. Problem di peyvên din de derdikeve. Mirov bixwaze bibêje, “kolonîst” dê çi bibêje? Eger mirov bixwaze bibêje “kolonîze-kirin”, di ferhengan de “mêtîngeh-kirin û mêtîngeh-bûn” heye. Lê ew “lêker+rader+qertaf+lêker” hatiye çêkirin. Gelo mînakeke wisa heye? Ez nizanim.
Mirov dê çawa bibêje “koloyalîst”? Mêtîngehker? Nizanim.
Ha ev jî sedemeke din e ku divê her kes peyvan çêneke. Eger peyv werin pêşniyarkirin jî, divê hinek nîqaş li ser wan bibin.
Wekî niha divê nivîsî de min peyvek wek “kolonî-bar” çêkiriye. Lê nizanim bê çiqasî rast e û ew çiqas kêşeyan çêke. Kesên bixwînin berî ku bi korî bi kar bînin, divê bipirsin û bifikirin.
Nîşe: Heta îro min 2-3 kes ji van dinasîn. Agahiyên giştî ji HÇ'yê ne. Werger a min e. Loma ihtimal heye agahî şaş bin. Lê mijar girîng e.


