AMED
Piştî civîna “Civîna bi Aqilê Kolektîf Yekîtî” ku li ser banga Azîz Mahmût Ak, Cebbar Leygara, Fethî Gumuş, Hasan Dagtekîn, Nadir Yektaş, Osman Baydemîr û Şah Îsmaîl Bedîrhanoglû li Amedê hate lidarxistin, partî, rêxistin, kesayet û nunerên baweriyên kurdistanî beşdar bûn îro bi dawî bû. Deklerasyona civînê îro bi civînek çapemeniyê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat hate pêşkêşkirin.
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Serokê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê KADEP’ê Lutfî Baksî, ji Koma Dîcle Firatê Muhyettîn Batmanli, ji TDŞK’ê Halîm Îpek, Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek, rewşenbîrê kurd Selahattîn Çoban beşdarî eşkerekirina deklerasyonê bûn û deklerasyona bi kurdî ji aliyê Parlementera BDP'ê ya Amedê Leyla Zana ve hate xwendin.
Di deklerasyona ku hate eşkerekirin de wisa hate gotin:
"Di 'Civîna bi Aqilê Kolektîf Yekîtî' ya ku bi beşdariya gelek partî, rêxistin û komên kurdan ên siyasî, sivîl û şexsiyetên navdar yên kurdistanî, ku di roja 9'ê adara 2012'an de li Amedê hate lidarxistin de ev mijar hatin nîqaşkirin: “Di Rohilata Navîn de Rîsk û Derfetên li Pêşiya Kurdan”, “Prensîbên bi Hev re Xebatê”, “Li Tirkiyeyê Pirsa Zagona Bingehîn a Nû” û “Konferansa Neteweyî” hatin gotûbêjkirin. Em bi vê deklarasyonê parvekirina helwesta hevbeş a bi raya giştî re ku bi yekdengiyekî piştî gotûbêjên dûr û dirêj hate amadekirin, wekî erkekî dîrokî dibînin.
BÊ STATÛYA LI KURDISTANÊ ÇARESER NABE
Divê em berî her tiştî vê yekê bêjin ku pirsa netewî ya kurd, her wiha pirsa bikaranîna mafên neteweyî yên kolektif e. Desthilatdariya niha jî têde, desthilatdariyên van nod salên dawî yên ku li Kurdistanê desthilatî kirine û dikin, kurdan wekî gelekî nas nekirine û hê jî nas nakin. Li gorî raya me, pirsa Kurd-Kurdistan, bê ku li erdnîgariya Kurdistanê statuya rêveberî û siyasî ya kurdan were naskirin, çareser nabe. Dadwerî, azadî, jiyana bi hev re û aştiya bi rûmet, tenê bi pêkanîna van daxwazan mimkûn e.
STATÛYA BAŞÛR XELEKA YEKEMÎN E
Pêkanînên ku li Rojhilata Navîn derketine holê, her wiha bi tevî guherînên li cîhanê tê dîtin ji bo gelên ku di bin nîrê zordestiyê de ne jî, derfetên girîng derxistiye pêş. Statuya ku li başûrê Kurdistanê hatiye bidestxistin, xeleka yekemîn a van derfetan e. Ew pêşveçûyînên dîrokî ku ne mimkûn e carekî din bi paş ve vegerin, bi me nîşan dide ku êdî polîtîkayên red û înkarê yên rejîmên zordar û dîktatorî, tu encaman nikarin bi dest bixin. Di roja îroyîn de miletekî qedîm ku şêniya xwe di ser 40 mîlyonî de ye, bi darê zorê û bê tu statu bijî ne mimkûn e. Divê neyê jibîrkirin ku heta hemû mafên siyasî, îdarî û hiqûqî yên gelê kurd neyên naskirin, di serî de li wan dewletên ku kurd bi dara zorê girtine bin bandora xwe û li tevayî Rojhilata Navîn jî aştiyekî mayînde pêk nayê.
DIVÊ KURD LI ROJAVA BI HEV RE TEVBIGERIN
Bi taybetî pêkhatinên li Suriyeyê, ango bûyerên ku li kêleka me diqewimin, ji bo kurdan derfetên nû derdixe pêşberî me. Em wekî beşdarên vê civînê, carekî din eşkere dikin ku ji bo gelê kurd, li Sûriyeyê bikaribe van derfetan ji bo pêşvebirina netewî û demokratîk bi serfirazî bi kar bîne, divê hêzên polîtîk yên kurdên başûrê rojavayê Kurdistanê bi hev re tevbigerin. Bi vê yekê ve girêdayî em piştgiriya hewldana yekîtiyê ya hêzên başûrê rojavayê Kurdistanê dikin û her wiha li hemû dinyayê jî radigîhînin ku azadiya wan azadiya me, êş û jana wan êş û jana me ye.
POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê LI DIJÎ KURDÊN ROJAVA NAYÊN QEBÛLKIRIN
Em bi tu awayî polîtîkayên pêşîlêgirtina statuya kurdên Suriyê ya ku ji aliyê AKP'ê ve wekî berdewamiya kevneşopî ya polîtîkaya derve ya Dewleta Tirkan tê meşandin, qebûl nakin. Her wiha em eşkere dikin ku em ê bi karanîna polîtîkayên bi vî rengî, wekî dijminahiya kurdan binirxînin.”
RAMANÊN CUDA LI PÊŞIYA YEKÎTIYÊ NABIN ASTENG
Hemû gelên li Kurdistanê dijîn, ray û ramanên cuda, bawerî û siyasetên ne wekî hev û kesayetiyên heyî, zengîniyên gelên qedîm ên Kurdistanê ne. Partiyên siyasî, kom û rêxistin û kesayetiyên ku ji aliyê ray û ramên xwe ve ji hev cuda ne, li pêşiya yekîtiyê ne asteng in. Em vana ji astengiyê wêdatir, zengîniyên civata xwe ya pirrengî û demokratîk dibînin û rêzê lê digrin.
Bi vê dîtina xwe ve em carekî din dibêjin ku her partiyên siyasî, kom, rêxistin, bawerî û kesayetiyên ku li erdnîgariya Kurdistanê siyasetê dikin divê hebûna hev nas bikin; zimanê ku li hember hev bi kar bînin jî divê di çarçoveya vê naskirinê de, bi rêzdarî û bi rexneyên çêker, were bikaranîn. Kîjan alî dibe bila bibe, heke li hemberî xebatên doza azadî, wekhevî û demokrasiya kurdan zimanekî nebaş bikar bîne, an jî bi kiryar û gotinên xwe ve vîna gelê kurd bişkîne, ew ê neyê qebûlkirin.
EM Ê LI HEMBERÎ GIRTIN Û ZORDARIYÊ BI HEV RE TEVBIGERIN
Em carekî din eşkere dikin ku li Kurdistanê heta kurdekî jî ji ber sedemên siyasî li zindanan girtî bimîne, em ê nerazîbûna xwe bînin ziman. Û her wiha heta ku kurdekî jî ji ber sedemên siyasî zindankirî bimîne, em ê jî xwe azad nehesibînin. Bi vê yekê ve girêdayî, em carekî din dibêjin ku em dijberî polîtîkayên girtin û zorlêkirina kurdan in û ji niha pê ve jî em ê li hember van polîtîkayên zordar bi hev re tevbigerin.
Em ji raya giştî ya Tirkiyeyê û dinê re bi dengekî bilind eşkere dibêjin ku gelê kurd êdî wekî berê ne bêrêxistin e. Ew polîtîkayên qirêj ku dixwazin kurdan li hemberî hev rakin û bidin pevçûnê, an jî wan cudahiyên ku zengîniya welatê me ye ji bo perçekirina kurdan bikar bînin, bila bê zanîn ku polîtîkayên vale ne û tu carî wê bi ser nekevin.
XEBATÊN DÎPLOMASIYÊ
Di xebatên kurda yên dîplomatîk de, çi li nav welat û çi jî li derveyî welat, divê tu partiyên me yên siyasî, kom, rêxistin û kesayetiyên me, dijî hev û yekîtiya kurdan nexebitin û her zimanê nerm yê biratiyê bi kar bînin.”
JI BO YEKÎTIYÊ HEYET TÊ SAZKIRIN
Di demekî herî kin de em ê heyetekî ku bi beşdariya partiyên me yên siyasî, kom, rêxistin û baweriyên li Kurdistanê yên cudareng pêk tên saz bikin. Ev heyet wê ji bo amadekirina binsaziya mekanîzmaya yekîtiya neteweyî û prensîbên wê yên esasî dest bi kar bike.
JI BO ZAGONA BINGEHÎN DÊ BI MÎLYONAN ÎMZE BÊNE KOMKIRIN
Şahî, êş û jana gelê kurd, divê her wiha bibe şahî, êş û jana siyasetên kurd jî. Yekîtî, ne wekhevbûyîn e. Yekgirtina netewî ew e ku ray û raman û aliyên cuda bi hev re, di xalên muşterek de, bikaribin hewldanên hevbeş pêk bînin. Em bi vê hewldanê ve ji raya giştî re eşkere dikin ku di pêvajoya çêkirina zagona bingehîn ya nû de, me têkoşîneke muşterek ya bi hev re da destpêkirin û ji bo çar xalên ku daxwazên me yên esasî di zagona bingehîn de cîh bigire, em ê hewl bidin ku bi mîlyonan îmzeyên piştgiriyê berhev bikin.
Ji bo dadwerî, azadî, statû û aştiyeke bi rûmet li Kurdistanê pêk were, em ê di nav hewleke lez û bez de bin ku Konferansa Kurdistanê di zûtirîn dem de bicive.
Bi riya vê civînê em carekî din canfedayên di riya azadiya doza Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, kesayetiyên berdêl dane û niha jî berdêl didin, bi rêzdarî bi bîr tînin, xwedîtî li cenabê wan û keda wan dikin. Her wiha em dizanin ku pêşeroja gelê me, aştiyeke bi rûmet û pêşdeçûna aborî û civakî, girêdayî tekoşîna bi hev re ye. Em bi vê bîr û baweriyê Cejna Newrozê ya gelê xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku Newroza îsal bibe Newroza yekîtî û azadiya gelê me.”
Li gel rêz û silavan...
1- Adem AVCIKIRAN, Rewşenbîr
2- Ahmet KAN, Zimanzan
3- Ahmet TURK, Heserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
4- Altan TAN, Mebûsê BDP'ê
5- Aysel TUGLUK, Heseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
6- Azîz Mahmut AK, Cîgirê Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê
7- Bayram BOZYEL, Serokê Giştî ya Partiya Maf û Azadiyan
8- Cebbar LEYGARA, Endamê Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk
9- Ebubekir SAYDAM, Rewşenbîr
10- Ekrem BİLEK, rewşenbîr
11- Fehîm IŞIK, rewşenbîr
12- Feridun ÇELÎK, Endamê Meclisa Daîmî ya KCD’ê
13- Feridun YAZAR, rewşenbîr
14- Fethi GUMUŞ, rewşenbîr
15- Filiz BEDİRHANOGLU, karsaz
16- Fuat ONEN, rewşenbîr
17- Gafur TURKAY, rewşenbîr
18- Gultan KIŞANAK, Hevseroka BDP’ê
19- Halim ÎPEK, TDŞK
20- Hasan DAGTEKİN, HAK-PAR
21- Îmam TAŞÇIER, TDŞK
22- Îrfan AÇIKGÖZ, Akademisyen, rewşenbîr
23- Kazim BUDAK, rewşenbîr
24- Kemal PARLAK, rewşenbîr
25- Leyla ZANA, Mebûsa BDP'ê
26- Lutfu BAKSİ, Cîgirê Serokê KADEP’ê
27- M. Emin EREN, rewşenbîr
28- Mehmet VURAL, rewşenbîr
29- Meral Daniş BEŞTAŞ, Cîgira Hevserokên BDP’ê
30- Muhyettin BATMANLI, Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê
31- Nadir YEKTAŞ, Cîgirê Serokê KADEP’ê
32- Necdet İPEKYUZ, rewşenbîr
33- Nevin ÎL, karsaz
34- Osman BAYDEMİR, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê
35- Raif ÇİÇEK, Kovara Nûbihar
36- Ramazan MORAY, Komeleya Çira ya Çandê
37- Sabahattin KORKMAZ, rewşenbîr
38- Sait AYDOGMUŞ, rewşenbîr
39- Sedat YURTTAŞ, rewşenbîr
40- Selahattin ÇOBAN, rewşenbîr
41- Selahattin DEMİRTAŞ, Hevserokê BDP’ê
42- Selim SADAK, Şaredarê Sêrtê
43- Sertaç BUCAK, rewşenbîr
44- Sitki ZİLAN, rewşenbîr
45- Sinan ÇİFTYÜREK, Serokê OSP’ê
46- Şah Îsmail BEDİRHANOĞLU, Serokê GUNSİADê
47- Şemsettin KOÇ, Serokê Odeya Tabîban
48- Şerafettin ELÇî, Serokê KADEP’ê
49- Tulay OZDEMİR, Endama Meclisa Daîmî ya KCD’ê
50- Umit TEKTAŞ, Cîgirê Serokê HAK-PAR'ê
51- Yakup GABRİEL, rewşenbîr"