Diyarname
Xelatên Kozaya Zêrîn hatin belavkirin. Di festîvalê de "Du ziman û baholek" jî bi du xelatan hate xelatkirin. "Du ziman û baholek" li ser rewşa zarokên kurd û mamosteyeke tirk hatiye kişandin.
16'emîn Festîvala Fîlman a Kozaya Zêrîn bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Xelat li Parqa Angî ya Navendî ya li Edeneyê li dar ket. Endamên Komeleya Nivîskarên Sînemayê (SİYAD) Ozgur Şeyben, Ugur Vardan û Yusuf Guven biryara Xelata Siyadê ya Fîlma Herî Serketî eşkere kirin. Endamê komeleyê Vardan got ku dema xelat diyar kirine li ser Yilmaz Guney fikirîne û wiha berdewam kir: "Me ji bo wî ev xelat da. Me xwest em li bajarê Yilmaz Guney, bi vîzyona wî ya sînemayê xelatê bidin fîlmek baş. Me bi yekdengî xelat da belgefîlmê 'Du Ziman Baholek' ku serpêhatiya mamosteyek tirk a li gundek kurdan e û xwendekarên wir qet tirkî nizanin."
Derhêneriya belgeîlmê "Du Ziman û Baholek" Orhan Eskîsoy û Ozgur Dogan kiriye. Belgeîlmî xelata Taybet a Yilmaz Guney a Juriya Mezin girtiye û Xelata Siyadê ya Fîlmê Herî Serketî girt
Derhêner Eskisoy û Dogan li ser xelatgirtinê wisa gotin, "Em vê xelatê diyarî zarokên kurd dikin ku neçar mane bi zimanek din hînê xwendin û nivîsînê bûne û ji mamosteyên wan ên ku bi nêçarî zimanek cuda hînê zarokan kirine."
Derhêneran diyar kirin ku dema kişandina fîlm de tenê 5 hezar Euro pereyên wan hebûne ku ew pere jî du kesên li Hollandayê dijîn û ew qet nas nakin ji wan re şandine.
Serokê Juriyê Nurî Bilge Ceylan jî diyar kir ku li Rusyayê mala hemû nivîskar û zanyarên wan muze ye lê li Edeneyê muzeyeke Yilmaz Guney nîn e û bang li rayedaran kir ku li Edeneyê muzeyeke Yilmaz Guney vekir
Xelatên ku hatin belavkirin:
Beşa Pêşbaziya Fîlmê Metrajdirêj, Fîlmê Herî Serketî:
- "Koprudekiler" (DerHêner Asli Ozge)
- "11'e 10 kala" (Derhêner Pelîn Esmer)
Xelata Taybet a Yilmaz Guney a Juriya Mezin û Xelata Fîlmê Herî Serketî ya SÎYAD'ê:
- Du ziman û baholek (Derhêner Orhan Eskîsoy û Ozgur Dogan)
-
Derhênerê Herî Serketî: Mahmut Fazil Coşkun (bi fîlam Uzak Îhtîmal)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Nadîr Saricabak (Bi rola di "Uzak Îhtîmal" de)
- Lîstikvana Herî Serketî: Gorkem Yeltan (Uzak Îhtîmal)
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Erkan Ozcan (Ji fîlmê Pus) û Ozgur Erken (Ji fîlmê Sut)
- Senaryoya Herî Serketî: 11'E 10'Kala (Derhêner Pelin Esmer)
- Vesazkirina Herî Serketî: Pandora'nin Kutusu (Franck Nakache)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Tulin Ozen (Bi rola di Vicdanê de)
- Listikvanê Duyem ê Herî Serketî: Mustafa Uzun (Bi rola di Mommo de) û Osman Sonant (Bi rola di Pandora'nin Kutusu de)
- Derhênerê Hunerê yê Herî Serketî: Serdar Yilmaz (Golgesizler)
- Muzîka Herî Serketî: Nail Yurtsever (Bi muzîka fîlmê Dilber'in Sezi Gunu)
- Lîstikvana Ciwan a Hêviyê Dide: Asiye Dinçsoy (Bi rola di fîlmê Hayatin Tuzu de)
- Lîstikvanê Ciwan ê Hêvî Dide: Melih Selçuk (Bi rola di Sut de)
- Xelata Fîlmê Herî Serketî ya Gel a Temaşevanên Edeneyê: Mommo (Derhêne Atalay Taşdiken)
Her wiha xelata "Studyoya herî serketî" hate betalkirin.


