Amed
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş li Amedê derket pêşberî çapemeniyê û hewldana derbeyê nirxand. Vane ji axaftina Demîrtaş çend not:
- Ez careke din eşkere dikim em bê lêyê li dijî her cure derbeyê ne.
- Li hemberî derbekarên sivîl komek dikin ketiye nava hewldana derbeyê.
- Derbe hat şikenandin bi vê dê demokrasî neyê. Derbekaran ne ku dixwest demokrasiyê bînin, daxxwaza wan ew bû bibin serekê pergala antîdemokratîk ya heyî.
- Li hemberî derbeyan navnîşan kuçe ne, ne Qesr e. Divê mirov bawerî bi gel bîne. Me di her şert û merc de bawerî bi gelê xwe anî, emê bînin jî. Her çi dibe bila bibe berxwedana demokratîk şert e. Li hemberî kesên gel hilbijartine hewldan dema bên kirin li kuçeyan berxwedan maf e.
- Gelê me bila ji bo her tiştî amade be. Kesên pêşketî, yên alîgirên ronahiyê pêşeroja xwe em bi hev re saz nekin dê zihniyeta DAIŞ'ê helwdana derbeyê jî bike sedem û gav bi gav pêş bikeve.
- Li nav meclisê yan li derve, emê parastina mafê bidomînin. Zihniyeta derbeyê li hemberî vîna gel, li hemberî demokrasiyê mehkûmê têkçûnê ye.
- Em wekî HDP me tu demê rê û rêbazek derveyî demokrasiyê neqejirand, me ev nîşan da jî. Me ev çespand. Ji niha û pêde têkoşîna demokrasiyê dê pêşî li Tirkiyeyê veke. Ez bang li hêzên demokratîk dikim ku bi hev re tevbigerin.
- Piştî 7'ê pûşperê li hemberî dengê gel derbeya sivîl hat kirin. Gere em demokrasiyek xurt ava bikin ku careke din derbe neyê bîra kesî. Bi vê derbeyê re careke din derket holê ku pêdiviya Tirkiyeyê bi bloka demokrasiyê heye.
**
Nûçeya eleqedar:
- Bi wêneyan Hewldana Derbeyê ya li Tirkiyeyê
- Bi temamî çi qewimî, kêlî bi kêlî nûçe...


