Diyarname
Yek ji popstarên herî navdar Madonna ji bo 12'emîn albuma xwe dikeve studyoyê.
Menajerê Madonna, Guy Oseary ji Twitterê mizgînî da hezkiriyên Madonna û got: "Madonna ji bo albuma xwe ya nû kete stûdyoyê û dest bi tomarê kir."
Li ser vê yekê bi hezaran hezkiriyên wê nivîsandin ku ew li benda albumê ne.
Li gor nûçeya MTV California hê bi awayekî fermî eşkere nekirine ku popstar di vê albumê de bi kî re dixebite lê tê gotin ku A-Trak û David Guetta DJ'yên popstarê ne.
Hê navê album nehatiye eşkerekirin lê tê hêvîkirin ku dawiya vê salê albuma nû ya Madonna derê. Hunermenda navdar Madonna di sala 2008'an de albuma xwe ya dawî "Hard Candy" derxistû.
Vaye strake Madonna ji "Hard Candy":