Diyarname
Raziya Kizil ku wekî Dengbêj Gazin dihat nasîn îro wefat kir.
Dengbêj Gazin li Tetwana Bedlîsê hatiye dinê. Ev demek dirêj e klaman dibêje û bi navê Dengbêj Gazin li nav kurdan hatiye nasîn. Bi salan e di vî warî de kedê dide. Di sala 2010'an de ligel hin hevalên xwe komeleya jinên dengbêj li Wanê vekir.
Wê ligel dengbêjên jin ên din di sala 2011'an de albuma "Komela Jinên Serhedê* derxist. Ligel Aşik Leylî bi navê "Ji Wanê Heta Yêrîwanê" albumek derxist. Her wiha bi navê "Meyremê", "Mûşa Şewitî" albumên xwe pêşkêşî hunerhezan kir.
Dengbêj Gazin ku qeyrana dil derbas kir rakirin nexweyxaneyê lê vê sibê wefat kir.