Diyarname
Ev dor meh û nîv e li dor Bendava Tişrînê pevçûn didome. Li aliyek jî balafirên şer ên Tirkiyeyê bombebaranê didomînin. Di bombebarana îro de Hevseroka PYD'ya Qamişloyê Menîce Heyder jî têde 5 sivîl hatin kuştin.
Ev hefteyek zêdetir e gelê sivîl çûye ser û dora Bendava Tişrînê û bendavê diparêze. Di bomberanan de heta niha hin sivîl hatin kuştin. Di bombebarana îro de 5 sivîl hatin kuştin û 15 birîndar bûn. Li gor nûçeya Channel 8'ê yek ji kesên hatiye kuştin Hevseroka Rêxistina PYD'ê ya Qamişloyê Menîce Heyder e.
Li aliyê din hat gotin ku yek ji birîndar a şanoger Bavê Teyar (Cûma Xelîl Îbrahîm) e.
Li aliyê din ANHA'yê ragihand ku balafireke bêmirov ambulansa Heyva Sor a Kurdî ku tê de birîndarên êrişa Bendava Tişrînê hebûn bombebaran kiriye.
NAVÊN KESÊN HATINE KUŞTIN
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê piştî bûyerê bi saetan navên kesên sivîl ên di êrîşê de hatine kuştin eşkere kir: Ekrem Rixo, Kêfo Osman, Menîce Heyder, Mizefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm.


