QAMIŞLO
Komîteya girêdayî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) derbarê rawestandina radyoya Arta FM a bajarê Amûdê de diyar kir ku piştî Arta FM hate rawestandin ji bo bûyerê lêkolîn bikin çû bajarê Amûdê.
Komîte derbarê rawestandina radyoya Arta FM a bajarê Amûdê de diyar kir ku pişt Arta FM hate rawestandin, ji bo bûyerê lêkolîn bike û parastina rojnamegeran bike, di roja din de çû bajarê Amûdê. Komîteyê diyar kir ku piştî lêkolînan diyar bû ku hêzên Asayîşê li ser daxwaznameya Dozgera Giştî ya Dadgeha Gel a bajarê Amûdê avahiya radyoya Arta FM kontrol kiriye. Her wiha da zanîn ku ku ‘amûrekî weşandinê’ ya radyoya MICT û li gorî rêveberiya radyoya Arta dabû xuyakirin, di avahiyê de hate dîtin. Ev yek jî ne li gorî zagonên YRA’yê ye.
Komîteyê diyar kir ku radyoya MICT destûra weşanê li Amûdê wernegirtiye û li gorî destûra wê ku ji YRA’ê wergirtiye, divê tenê li bajarê Qamişlo weşanê bike.
Derbarê rawestandina radyoyê de Komîteyê got ku di van 3 rojan de dê derheqê radyoyê de biryar bigire.
Ji ANHA'yê hatiye girtin
***
Nûçeya eleqedar: