Hewler
Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak û Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk çûn Hewlêrê.
Li gor agahiyên ku hatin Hevserokên BDP û KDC'ê ji bo Cejna Qurbanê çûbûn Wanê, ji wir vegeriyan Stenbolê û roja duşemê saet 23.00'yan de bi balafirê çûn Hewlêrê.
Hevserok dê bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî, Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û rayedarên kurd ên din re bi axivin. Hate gotin ku di serî de meseleya sazkirina konferansa neteweyi, dê li ser mijarên têkildarê kurdan biaxivin.