logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Îdirî tarîx nişt
  2. Bernameya çandî ya Yenîsahneyê
  3. Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' eşkere bû
  4. Ji bo Amedsporê tu jî SMS'ek bişîne
  5. 2025: Peyvên herî zêde lê geriyane
news-details

Perwîz Cîhanî: Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji neresenan veqetîne

  • Dîrok: 27/11/2023
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn Cemil Oguz

Li ser Baba Tahir heta niha gelek nîqaş çêbûne. Li ser şexsiyeta wî, dubeytiyên wî û hwd. Em nizanin tam bi temamî kengê hatiye dinê û kengê miriye. Lê her em dikarin bibêjin ew helbestvanekî kurd e û kurd ji dubaiyên wî jî hez dikin. Niha Dr. Perwîz Cîhanî dubeytiyên wî kirin kurmancî û pirtûk bi navê "Dubeytiyên Baba Tahirê Hemedanî" ji Weşanşaneya Nûbiharê derket. Ji bo em hinekî Baba Tahir binasin, belkî çend gotinên nû hîn bibin me li derî mamoste Perwîz Cîhanî da. Kerem bikin em bi hev re bixwînin.

Mamoste ji bo kurmancîkirina dubeytiyên Baba Tahir siheta te xweş. Tu bixwazî em ji vê dest pê bikin: Giraniya Baba Tahir di nav helbesta kurdî de çi ye?

- Giringîya Baba Tahir ew e ku em kurd wî yekemîn kes dizanin ku bi kurdî helbest nivîsiye. Lê ya rast ew ne yekemîn kes e ku bi wî zaraveyî û bi şêwe û teşeyê helbest nivîsiye. Ji teşe û celebê helbestên Baba Tahir ra Fehlewîyat/pehlewîyat diêjin. Pehlewîyat ji wan helbestan re dihat û tê gotinê ku li navçeya Pehleyê bi zarave û devokên xweciyî û ne bi zimanê Derî/farsî dihatin gotinê. Pehle navê navçe û bajarên rojava û bakurrojavaya Îranê (Cîhên ku îro kurd tê de dijîn) bûye û ji zimanê xelkê wan navçeyan re zimanê Pehlê gotine, ku li dû re li jêr kartêkirina zimanê erebî peyva pehel bûye fehle û ji hemû helbestên ku bi zimanê pehleyê hatine nivîsîn û gotinê ra fehlewîyat gotine. Helbestên Baba Tahir dikevin nava vê celeb û parvekirinê.

Te got “ew ne yekem kes e bi vê zaravayê nivîsiye, kî ye ew yekem kes?” Yan gelek hene?

- Bi Fehlewî gelek kesan nivîsiye, niha hin tişt ne zelal in. Em vê meseleyê niha tevlihev nekin baştir e.

'SEDSALA PÊNCÊ HÎCRÎ JIYA YE'

Baş e. Wekî gelek şexsiyetên kurdan ên dîrokî em nizanin Baba Tahir jî kengê hatiye dinê. Dest ji rojbûna wî berde, sala hatiye dinê jî em baş nizanin. Di dema xebata li ser Baba Tahir de tu gihîştî kîjan baweriyê ji bo salbûna wî? Ew kengê hatiye dinê, kengê miriye?

- Mixabin li ser sala jidayîkbûna Baba Tahir newekhevî û dijayetî di nîveka nivîskar û lêvekolan de heye. Em dizanin ku di nav civakên rojhelatî de kesayetiyên xudan nav û seng zû dikevin nav efsaneyan û gel gelek çîrok û derewok û efsaneyan li ser çêdikin. Li ser Baba Tahir jî gelek çîrok hene. Yek ji wan çîrokan çîroka dîdara wî û Tu’xrulê Selcoqî ye ê ku sala 447 koçî bûye. Lê gelek kesan ew dîrok nepejirandine. Em bi giştî dikarin bêjin Baba Tahir li sedeya pêncê hicrî de jiyaye, lê rojbûn û rojemerg û salemerga wî nedîyar in.

Ger tu Baba Tahir bi me bidî nasîn... Baba Tahir kesek çawa bû? Ji aliyê siyasî, fikrî, bawîr, jiyanî ve... Tu dikarî çi bêjî?

- Çawa li bersiva pirsa duyem de hat, Baba Tahir têkelî efsaneyan bûye. Çu agahdariyên hişpejîr û tekûz bi nivîskî li ser jiyana wî ya kesînî negehîştiye destê me. Gelek kesayetiyên ferhengî em dikarin bi rêka berhemên wan li xû, xide û akar û kirdarên wan agahdar bibin. Ya Baba Tahir di vî alî de jî alozîyên mezin hene. Lewre ku hem gelek ji helbestên wî bi navê kesên dî hatine weşandinê û hem jî gelek helbestên kesên dî bi navê wî di nav dubeytiyên wî de cîh digirin. Gava ku mirov van dubeytiyan dixwîne û lê hûr û kûr dibe, mirov rastî çend cur bîr û baweriyên dijber û newekî hev dihêt. Di hindek ji dubeytiyên di nav dubeytiyên wî de, em dibînin ku Baba li ser pêxemberê îslamê û li ser dîn û dîndariyê nivîsîye. Di hindekan de ew arif û evîndar e. Di hindekan de derwêş û gerok û dilbirîndar e. Ca evê hindê jî we lê kiriye ku nasîna kesayetiya rasitîn ya Baba Tahirê jî bi başî neyête zanînê. 

MESELEYA DU ARAMGEHAN

Diyar e hê pir lêkolîn divê. Tê zanîn, faris wî dikin malê xwe. Lê êdî em bi rehetî dikarin bibêjin Baba Tahir kurd e û helbestvanê kurdî ye. Lê te di pirtûkê de jî cih daye kê; du aramgehên (Abîde, goristan) Baba Tahir hene. Ev mesele çi ye? Ma du Baba Tahir hene?

-  Erê gelek kesayetiyên ayînî di cîhana me de xudanê çendîn aramgehan in. Nimûne Weysilqerenî ye, ku nêzîkî sê- çar aramgehê wî hene. Kes nizane ev aramgeh bi rastî jî yên wî ne yan na? Niha em dibînin ku du aramgehê Baba Tahir hene, yek li Loristanê, yek jî li Hemedanê. Mirov nizane ka gelo ma du Baba hebûne, yan mijar tiştekî dî ye. Ev e jî karê lêvekol û konînenasan e ku li ser van pirsgirêkan lêkolîne biken. 

Ev nezanîna dîroka bûyîn û mirina şexsiyetên me yên dîrokî wê çawa çareser bibe? Ji bo vê komîsyon divên, xebatên çawa divên? Tu çi difikirî?

-  Lêkolînên li ser kotik û arşîvan ta radeyekê dikare vê pirsgirêkê veçirîne. Ew jî karê kesekî û dûyan nîn e û komsîyon û arîkarî û piştewanîya dewletan pê divê.

Ez dixwazin em danberhevek çêbikin: Li gor diyar dibe Baba Tahir berî O Xeyyam jiyaye û dubeytî nivisîne lê Xeyyam piştî wî jiyaye û wekî pêşengê dubeytan tê zanîn. Gelo hunera dubeytan heke berî Xeyyam heye meriv dikare bibêje Xeyyam li ser mîrateyekê rûniştiye ku tê de keda yek jê ya Baba Tahir heye? 

- Di pîvan û mijar û reşeyê da helbestên Omerê Xeyyam û Baba Tahirê Hemedanî ji hev du cuda ne. Ji teşeya helbestên Baba Tahir re dubeytî û ji helbestên Omerê Xeyyam ra Ruba’î tê gotinê. Durust e ku ev her du celebên helbestan ji çar nîvmisre’an pêk tên, lê mijar û kêş/vezna wan ne yeke. 

Mijara ruba’îyan zortir felsefe, ‘irfan û evîn e, lê mijara dubeytîyan zortir evîn û lîrîk e. 

Dîroka dubeytîyan dizivirre berî îslamê, lê ruba’î piştî îslamê peyda bûye.

Em vê carê werin ser berhema li ber dest. Di dema kurmancîkirinê de te çiqas pê lîst? Cihên tu ji nav derneketî hebû?

- Bi giştî karê wergêrana helbestê bo helbestê dijwartirîn karê wergêrranê ye. Ji nav helbestan jî karê wergêran dubeytî û ruba’iyan dijwartir e. Lewra ku qalib teng e û çarrêziya wan meydanê li wergêran dagîr dike û dizgîne nade. 

Wergêran bixwe jî dibe çend cur û celeban. Yek wergêrana peyv bi peyv e ku taybetî wergêrana pirtûkên fêrkariya zimanan û çêkirina ferhenga ye. Ev celebê wergêranê di wergêrana deqên toreyî/edebî de bi kêr nayê. Celeba duyem wergêrana serbest e. Di wergêrana serbest de wergêr xwe li bendî peyvan û darêjka hevoka orînînal nagire û bi curekî serbest karê xwe dike. Celeba sêyem wergêran hermenotîkî ye. Di vê curê wergêranê de peyv û darêjka hevokê ne girîng in, tişta girîng mefhûn/çemk e. Wergêr çemk û mefhûmê hildide û bi dilê xwe babetê werdigerîne, lê nabe ku ji çarçoveya mijarê derkeve û derveyî bîr û hizr û akar û kirdarên nivîskar an helbestkarî tiştekî kêm yan zêde bike. Ev cure wergêrana hem berhiş e û hem jî pir dijwar e. 

Di karê wergêranê da bi giştî, çi helbest be û çi jî pexşan, peyv ne girîng in, tişta ku gelek caran kêmasiyê dixe karê wergêran tênegihîştina ji biwêj/ îdyoman e. Pişka zor ya îdyoman nayêne wergêranê, debê wergêr bigere hevta û hevwateya wê biwêjê di zimanê xwe de peyda bike. 

MESELEYA DUBEYTIYÊN RESEN

Di pirtûkê de tu qala "hin dubeytî nayên zanîn ên wî ne yan na" dikî. Heta niha gelek kesî helbestên ku wekî yên Baba Tahir têne zanîn girtine kirine beste û stran jê derxistine. Album çêkirine. Ger nayên zanîn emê vê meseleyê çawa bikin?

- Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji neresenan veqetîne. Gelek kesan li rojhilatê xwestine vê yekê bikin, lê li ser neketine. Hegera wê jî ew e ku bi sedan carî û di sedan ciyan de helbestin bi navê Baba hatine weşandinê. Temenek dem û pirtûkxaneyek ji destnivîs û arşîvan dixwaze da ku mirov bikaribe resen û neresenên dubeytiyên Baba Tahir ji hevdu veqetîne. Gelek dubeytiyên wî bi navê kesên dî û gelek dubeytiyên kesên dî jî bi navê wî hatine weşandinê. Heta ev hinde di gelek destnivîsan de jî heye. 

Berî pirsa dawî: Dubeytiya ku herî zêde tu jê hez dikî kîjan e? Çima?

- Her meyweyek tam û çêjekê dide. Her dubeyteke Baba jî wisan e. Her yek xudanê wate û peyamekê ye. Pir dijwar e ku ji nav dubeytiyan da ya herî xweş û şîrîn bibijêrim. 

Û pirsa min a dawî bila ev be: Min bihîst tu li ser hin berhemên din jî dixebitî ji bo kurmancîkirina wan. Kîjan in ev?

- Min “Xosrew û Şîrîn” û  “Leyl û Mecnûn” a Nizamî bi kurmanciyeke zengîn amade kiriye. Niha li ber destê edîtoran e û ji bo çapê amade dibin. Niha jî ez li ser Şahnameya Fîrdewsî dixebitim.

 

 

 ****

 

 

 

DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):

- Firat Aydinkaya: Bi ya min pirs ev e, ev hîmê Celadet sed sal berê daniye aniha têra me dike an na? 

- Cîhan Roj: Hûn ê daneheviya sed salî a nivîskî çi bikin?! 

- Seydo Aydogan dijî pirtûka 'Rêzimana Kurmancî' derket: Dest ji vê şaşiyê berdin

- 'Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî' li benda we ye  

- Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev 

- Pirtûka Marquez piştî 10 salên mirina wî çap dibe 

- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne” 

- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e 

- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî? 

- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne 

- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye 

- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?

- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê   

 

 

   ***   

 - twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname

Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com      

Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Toza Çîl Spî

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

news
  • 24 08 2024

Uslu: "Wergera 'Alfabeya Sosyalîzmê' bersivek ji bo yên dibêjin kurdî ne zimanê zanistê ye"

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Li Rojava û Sûriyeyê notên derketine pêş (Ji bo îro)

ad

Liverpool dîsa bi penaltiyan bi ser ket

ad

Komên faşîst gef dixwin ku avahiya HDP'ê bişewitînin!

ad

Vane çarîk fînalîst û rojên lîstina maçan

ad

5 nûçeyên ku îro derketine pêş

ad

Li Wêjegeh Amedê vê mehê 3 çalakiyên bi kurdî hene

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Îdirî tarîx nişt

  • 04 12 2025
news

Bernameya çandî ya Yenîsahneyê

  • 03 12 2025
news

Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' eşkere bû

  • 03 12 2025
news

Ji bo Amedsporê tu jî SMS'ek bişîne

  • 03 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname