Diyarname
Kovara Dîwar ku di destpêka sala 2013'yan de dest bi weşana xwe kiribû û dixwest mehê carekê derê lê ji ber gelek pirsgirêkan ev yek nekarî. Digel her tiştî heta niha hin yek mehane, hin jî cotmehane bû çend caran xwe digihîne ber destê xwendevanan. Kovarê hejmara xwe ya nû ya hejmar 9-10 bi derengî be jî derxist.
Kovara ku li Almanyayê derdikeve di hejmara xwe ya nû de li ser "Şano û Wêje" mijara sereke amade kiriye. Di vê dosyaya taybet de li ser vê mijarê Kawa Şêxê bi sernavê "Şanoya kurdî li Rojava" nirxandineke bi mînak û bi awayekî şîroveyî li ser rewşa şanoyê li rojavayê Kurdistanê nivîsiye û dîmenekî zelal pêşkêş dike. Şanoger Kerîmo Jan Kerîmo jî bi sernavê "Li Rojava gel bi serbikeve wê şano jî bi awayekî xurt serbikeve" derbarê mijarê de dîtinên xwe tîne ziman. Li ser rewşa şanoya kurdî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê nivîskar Mihemed Elî Destmalî bi sernavê "Pirsgirêkên hunermendên şanoger li Kurdistana Îranê" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Ji bakurê Kurdistanê şanonivîs, lîstikvan û derhêner Mîrza Metîn, ku yek ji avakarên Destar Theatre û Şermola Performans e û li Stenbolê xebata xwe didomîne, di bin sernavê " Exlaqê her baş afirandin e" nivîsek nivîsiye û hin aliyên rewşa şanoya kurdî li Bakurê Kurdistanê û li Turkiyê li ber çavan radixîne.
Kovarê vê hejmarê bi Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz hevpevyînek kiriye. Yilmaz balê dikşîne ser rola girîng ya nivîskarên kurd di warê hişyarkirinê de û her wiha qala xebatên ku dê bikin jî dike.
Di kovarê de her wiha Mehmûd Badilî, Idrîs Hisso, Cîhan Roj, Luqman Silêman, Fahrî Ayhan, Besam Mistefa bi nivîsên xwe cih girtine.
Dîwar ku her mehê li ser nivîskarek kurd ku dijî portreyê amade dike di vê hejmarê de portreya nivîskar û helbestvan Fatma Savci weşandiye.
Ji bo agahiyên berfirehtir: www.kovaradiwar.com