Diyarname
Meclisa Aştiyê daxuyaniyeke da û got: "Ji bo em hinek be jî êşên xwe bikewînin, piştgiriyê bidin têkoşîna aştiyê, hêviya me hemûyan xurt bikin, li ser navê Meclisa Aştiyê em dê roja 21'ê rezberê 'Xelata Aştiyê' bidin."
Meclisa Aştiyê dê "Xelata Aştiyê" bide sazî, însiyatîfên hemwelatiyan an jî kesan. Meclisê ragihand ku dê partiyên siyasî, sazî, derdor û nûnerên wan ji vê xelatê dûr bêne girtin.
Di nav juriya xelatê de Ahmet Hakan, Prof. Dr. Ayşe Erzan, Prof. Dr. Ayşe Soysal, Fatih Polat, Gulten Kaya, Hakan Tahmaz, Hidayet Şefkatli Tuksal, Murat Çelikkan û Orhan Dink hene.
Meclisa Aştiyê heta 1'ê gelawêjê li benda pêşniyaran e.
Ji bo kesên eleqedar:
tbm.baris.odulu@gmail.com
www.turkiyebarismeclisi.com


