logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!
  2. Arjantînê silav bo Îngilistanê şand
  3. Dostê kurdan senator Lindsey Graham mir
  4. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  5. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
news-details

Şerma Gijonê

  • Dîrok: 07/07/2026
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2026


___ Yaqob Tilermenî___

Me di nivîsa xwe ya herî dawîn de behsa “edaleta futbolê” kiribû û heman rewş di navbera gelek tîmên pêşbaziya Kûpaya Cîhanê ya 2026’an de bi berdewamî pêk tê. Mirov nikare wê çarenûsê biguherîne, ji bilî temaşekirin û şîrovekirina li ser maçan û kêfwergirtina ji tîmên surprîz.
Di vê nivîsê de dixwazim li ser rewşa “Şerma Gijon”ê rawestim. Pêşbaziya di navbera Cezayîr û Awisturya ya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026’an de bû têkoşîneke bîrawer û kete dîroka tûrnûvayê. Geşedanên dema dirêjkirî yên maçê bi tenê ne encama pêşbaziyê, her wiha dahatûya sê tîmên welatên cuda jî guherand: Cezayir, Awistûrya û Îran. 

ÇIMA JI BER GOLA REQÎBÊ XWE KÊFXWEŞ BÛN?
Di deqeya 90+3’yan a maçê de Riyad Mahrez bi gola xwe Cezayir wekî 3-2 xist pêşiyê. Li gora vê encamê bi rewşa pûanan Awistûrya xatir ji tûrnûvayê dixwest û tîma Îranê derbasî beşa 32’yan dibû. Lê belê, di sê deqeyên dawîn de çarenûsa futbolê ji binî ve guherî: Sasa  Kalajdzicê Awistûryayî yê dû re kete lîstikê, di deqeya 90+6’em de bi serê xwe golek avêt û skor kir 3-3. Bi vê encamê Awistûrya derbasî tûra jorîn dibû û Îranê xatir ji tûrnûvayê dixwest. Ya herî balkêştir rewşa Cezayirê bû. Bi gola Mahrez re dibûn duyemînê komê û Spanya dihat pêşberî wan. Lê belê, bi gola çirka dawîn a Awistûryayê re Cezayir bû sêyemînê herî baş ê navbera koman û derbasî tûra jorîn bû, her wiha bû raqîbê tîma Swêdê. Tişta girîng, futbolîst û alîgirên Cezayîrê bi gola dawîn a Awistûryayê re kêfxweşîyeke bêpayan jiyan. Ev jî dubendiyeke dîtir a futbolê bû ku temaşekarên Cezayîrê ji ber gola raqîbê xwe ya di keleha xwe de kêfxweş dibûn. 
Pêşbazî li Cîhanê deng veda. Gelek aliyên çapemeniya cîhanê ev wekî “Mûcîzeya Kansas City”ê pênase kirin. Ji ber ku ew rewş wekî sernivîsên “maça ku her kes qezenc dikin” û “rovanşa 1982’yan” hate îlankirin. Reutersê jî ev wekî “Şerma Gijon”ê ya dîroka futbolê pênase kir.

ÇIMA DIBÊJIN ‘ŞERMA GIJON’Ê?
Ji ber çi “Şerma Gijon”ê tê gotin û çima ev rewş di nava rûpelên dîroka futbolê de hatiye nivîsandin?
Di Kûpaya Cîhanê ya sala 1982’yan de Almanyaya Rojava û Awistûrya hatibûn hemberî hev û ji bo her du tîman skora 1-0 bikêrhatî bû. Bi gola destpêkê re her du tîm jî demeke dirêj bêyî ku rîskekê bigirin, bêyî ku zorê li hev du bikin lîstibûn û bi vî awayî jî tîma Cezayirê xatir ji tûrnûvayê xwestibû. Yanî armanca Almanyaya Rojava û Awistûrya qezenckirin bû û bi zanebûn li hemberî hev du ji dêvla têkbirinê, razîbûna derbaskirina tûrnûvayê pejirandibûn. Her du tîman bi neheqî Cezayîr li gora encama maça li derveyî tûrnûvayê hiştibûn. Piştî vê bûyerê FIFA’yê biryar girtibû ku pêşbaziyên ber bi qedandinê ve di heman saetê de werin lîstin.

WELATÊ AMERÎKAYA BAŞÛR: PARAGUAY
Di Kûpaya Cìhanê ya 2026’an de tîma Paraguayê bûbû raqîbê Almanyayê û ji bo maçê encamên cuda dihatin pêşbînîkirin. Ji bo me kurdan jî rewş û performansa Deniz Undav girîng bû. Me dixwest Undav dîsa golan biavêje û wekî futbolîstekî golavêj navê xwe di lîsteya golavêjên serkeftî de bi cih bike. Deqeya 42’yan futbolîstê Paraguayê Enciso ji ser noqteya penaltiyê bi serê xwe gog avêt kelehê û kir gol.
Futbolîstên tîma Alman digel şeş caran korner avêtin û bi awayekî zextlêdanî lîstin, lê dewreya pêşîn negihîştin golavêtinê. Deniz Undav jî zêde bi gogê nelîst, ji ber ku parastina Paraguayê pir xurt bû. Deqeya 54’an şûta ji derveyî hate şandin li ser noqteya penaltiyê bi serê Havertz bû gol, rewş bû 1-1. Deniz Undav deqeya 63’yem ji maçê hate derxistin. Deqeya 102’yemîn futbolîstê Paraguayê Tah goga ji kornerê hatî bi serê xwe şand kelehê û gol avêt, lê hakem ew wekî gol nepejirand. Ji ber ku berî wê faul li kelehvan hatibû kirin. 120 deqe wekî hev qediya û maç ji lêdana penaltiyan re ma. Di penaltiyên pêşîn de Paraguay li hemberî Almanyayê 3-3 wekî hev ma. Dû re di du penaltiyan de Paraguay bi ser ket û skor bû 4-3. Almanya ji tûrnûvayê xatir xwest. 

‘EM ŞEVEKE DESTANÎ JIYAN’
Rahênerê Paraguayê Gustavo Alfaro li dû maçê ji bo çapemeniyê axivî û got: Serkeftin, bû yekîtiya xwîn û utopyayê! Em şeveke dastanî jîyan.
 Alfaro di berdewamîya axaftina xwe de got, “Bi rastî jî me pir zor dît. Digel ku me zanibû wê rewş wiha be, em bêtir li ser maça xwe rawestiyan. Û her wiha tu tişt bêyî êşkêşanê nayê bidestxistin. Xetên li ser formayên me şopên wan axên sor in. Li ser wan axan bi pêxwasî bi piştgiriya dê û bavan çûyîna antrenmanan û bi fedakariyên wan ên bêperetiyê em mezin bûn. Ev serkeftin, yekîtiya xwîn û utopyayê bû û bû sedem ku em nemimkûniyekê veguherînin rasteqîniyekê. Ev bi giştî wekî rûmeteke cewherî û baweriyeke qewîn e.”
Ji gotinên Alfaro jî dîyar e ku pêşbaziyên futbola cîhanê bi tenê ne têkoşîneke hêsan e û digel zor û zehmetiyan bi hin armancên din têne lîstin. Ji bo tîmên Asya, Afrîka û Amerîkaya Başûr gelek wateyên xwe yên cuda hene. Futbolîst ji bo ku bigihîjin wê merhaleye, di şert û zirûfên pir dijwar re derbas dibin. Her wiha hikumraniya tîmên welatên Ewropayê êdî ji tehma xwe derketine û ev jî bûye sedem ku cehdeke zêdetir a wan welatan derkeve pêş û surprîzên xweş derkevin holê.

DEMA ÇÊJA FUTBOLÊ WINDA BIBE
Temsîlkarê Amerîkaya Başûr, Paraguay bû raqîbê Fransayê û maç di 5’ê Tîrmehê de hate lîstin. Hêz û teknîka futbolîstên Fransayê derfet neda tîma Paraguayê encameke surprîz bi dest bixe. Ji serî heta dawiya lîstikê Fransa zexteke mezin danî ser pêşbaziyê û Paraguayê dîsa bi parastina xwe ya xurt li ber xwe da. Lê bêtirên caran tevgerên hişk ên futbolîstan hakem jî aciz kir û gelek kartên zer nîşanî futbolîstan da. Bi rastî jî mirov ji wan tevgerên lîstikvanan zîvêr bû û çêja futbolê hinekî winda bû. Di encamê de tevgerên hişk li qada kelehvan bû sedema penaltiyekê û Mbappe ew penaltî bi golekê tacîdar kir û Fransa ji qadê bi serketî veqetiya. Fransayê bi cehda xwe qezenckirin heq kir û ger Paraguay wekî lîstika xwe ya li hemberî Almanya tevbigeriya, gotinên Alfaro dîsa dikarîbû têketa rojeva cîhanê.
Mirov dikare dîsa ji encama pêşbaziyê nebûna dadê ya di futbolê de bîne bîra xwe û heyfa xwe bi tîmeke wekî Paraguayê bîne. Lê her çi be jî, encam li holê ye û tîmên bi serketî di rêya xwe de bi berdewamî têkoşîna qezenckirin û golavêtinê didomînin. Ji encaman jî diyar e ku wê heta dawiyê surprîzên cuda derkevin pêşîya me futbolhezan.

06.07.2026 / Swîsre

 

***
 

Di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de nivîsên Yaqob Tilermenî yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Gelo di futbolê de edalet heye?

- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê

- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din

- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn

- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de

- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan

 

 

 

***

Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026

***

Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

***

 


DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:

 - Norwecê bi bêran li devê brezîliyan da!

- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!

- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!

- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî

- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
 Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin

- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin

 

 

 

Ger hûn bixwazin alîkariya Diyarnameyê bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

Parve Bike

Youtube Me
Kûpaya Cîhanê 2026 - Nivîsên Dawî
news
  • 14 07 2026

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

news
  • 14 07 2026

45 deqe şî, mend 45 deqe

news
  • 12 07 2026

Arjantînê silav bo Îngilistanê şand

news
  • 11 07 2026

Spanyayê bangî Fransayê kir: Bise ez têm

news
  • 10 07 2026

Fransa bû nîv fînalîst, em binêrin Spanya û Belçîka çi dikin

news
  • 08 07 2026

Çarîk fînal de heyecan dest pa keno

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîn e banga piştevaniyê

ad

Pirsa hefteyê Altan Tan kir

ad

Demirtaş ji bo çareseriyê 8 xal pêşkêş kir

ad

ad

Peykerê zindî!

ad

Niştox Mûnzûr Çem merd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!

  • 12 07 2026
news

Arjantînê silav bo Îngilistanê şand

  • 12 07 2026
news

Dostê kurdan senator Lindsey Graham mir

  • 12 07 2026
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname