Diyarname
Kayyumên ku dest danîne ser şaredariyan kurdan nîşaneyên bi kurdan û kurdî re eleqedar ji holê radikin. Niha jî tabeleya romanivîskar Mehmed Uzun rakirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamşyayê Serdar Kartal ku wekî kayyum li ser Şaredariya Yenîşehîra Amedê hatiye tayînkirin tabelaya Mehmed Uzun a li Parka Yenîşehîrê ji holê rakir. Ji bilî tabelayê abîdeya bi kurdî li ser sirûda "Hilbe Agirî" û navê Mehmed Uzun hatibûn nivîsandin jî ji parkê rakir.
Ev park di 11'ê kewçêra 2013'Yan de ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve hatibû çêkirin û tabelaya navê Mehmed Uzun û abîdeya li navê jî şaredarî wê çaxê bi cih kiribû. Tê gotin ku piştî rakirina herduyan kayyum Serdar Kartal bi şev hatiye parkê, ew der pîvandiye û çûye. Nayê zanîn ku ev pîvandin ji bo çi hatiye kirin, tabela û abîde dê carek din bêne bi cihkirin an na...
Nivîskar Îrfan Babaoglu li ser vê kiriya kayyum ji bo ajansê wisa axiviye: "Ev salek e hem kayyûm, rayedarên îdarî li hemberî hebûna çanda kurdî, li hemberî sembol, şexsiyetên ziman û wêjeyê êrîşan pêk tînin, qedexe dikin, xira dikin. Li hemberî van bêtehamuliyek mezin dikin."
Li ser abîdeya ji holê rakirin ligel navê Mehmed Uzun, ev çarîn ji sirûda "Hilbe Agirî" hebû:
“Agir dirijand ser seran
Ronahî direşand her deran
Erd dihejand car caran
Hilbe Agrî Hilbe Agrî”
Her wiha kayyumêr navçeya Licê çend roj berê navê Ceylan Onkol ku bi hawana topê hatibû kuştin ji parkê rakiribû.

Her du foto di dema vekirina parkê de hatine kişandin


