___Cemil Oguz___
Îro bi lîstina maçên dawî re maçên koman temam bûn. Îstatîstîkên "Maçên Koman", yên erênî, neyînî derxistin.
Bi maçên duh re tîmên ji koman derketin û derbasê Dora 32'yan bûn, diyar bûn. Tîmên ku serketî bûn, tîmên ku surprîz çêkirin, tîmên ku xeyal şikandin, lîstikvanên herî serketî…
Va ne notên li ser maçên koman:
TÎMÊN SERKETÎ
- Ji hemû tîman tenê Meksika, Fransa û Arjantin di her sê maçên xwe yên koman de bi ser ketin û bi 9 pûanan ji koman derketin.
- Gravên Cabo Verde bi nifûsa xwe tîma herî biçûk bû li nav Kûpaya Cîhanê. Kes ne li bendê bû tîm ji koman derkeve. Cabo Verde di her sê maçan de jî wekhev ma, ne têk çû, ne jî bi ser ket, di her sê maçan de her yekê pûanek girt û bi 3 pûanan ji komê derket. Vabo Verde dîrok nivîsî; cara yekê bû beşdarê kûpayê dibû, cara yekê ji koman derket.
- Kongo bi 3 pûanan bû sêyemîn û bi vî awayî ji komê derket. 24 tîmên yekem û duyem, 8 tîmên sêyemînên herî serketî dê ji komê derketana. 7 tîmên sêyemîn xwedî 4 pûanan bûn, ji nav tîmên bi 3 pûanan Kongo bi avaraj çû Dora 32'yan.
- Brezîlya heta niha tu demê di dema maçên koman de têk neçûye. Carek din bi ser ket.
TÎMÊN XEYALŞIKESTÎ
- Ûrûgûay di koma ku tîmên Spanya (favoriya komê) Giravên Cabo Verde û Erebistana Siûdî hebû de nekarî ji komê derê. Kes ne li benda vê bû, loma jî Uruguay di nav tîmên xeyalşikestî de cih girt.
- Tirkiye di koma ku DYA, Avustralya û Paraguay hebûn de bû; Analîstan digot Tirkiye wê derbasî 32'yan hinan qala Dora 16'an jî ji bo wê dikir. Û Tirkiye di her du maçên pêşî de têk çûn û xatir xwest. Loma jî ket nava tîmên xeyalşikestî.
- Skoçya ne li benda encamek wisa bû. Di 3 maçan de 3 puan girtin lê ji komê derneket, loma jî teknîk dîrektor Steve Clarke ê ku 7 sal in tîm bi rê ve dibir, piştî nîvsaetê maçê di cih de îstîfa kir.
GOLAVÊJÊN SERKETÎ
- Messi bi 6 golan di dema koman de bû yekemin. Piştî wî Erling Halaand (Norwec), Kylian Mbappe (Fransa), Ousmane Dembele (Fransa), Vinicius Junior (Brezîlya) her yek bi 4 golan di rêzê de cih girtin.
YÊN DÎROK NÎVÎSîN
- Bê nîqaş Linoel Messi dîrok nivîsî. Messi bi ev golên avêtin hejmara golên xwe yên li Kûpaya Cîhanê derxist 19'an û rekora yê herî zêde gol avêtine xurtir kir. Berî maçan rekor di destê Miroslav Klose (16 gol) bû, Messi ew derbas kir. Mbappe jî bû şirîkê wî.
- Cristiano Ronaldo jî wekî Messi bû 6 caran ser hev de beşdarî Kûpaya Cîhanê dibe. Ronaldo bi gola ku avêt bû tekane kesê ku di her şeş tûrnûvayan de golê diavêje.
- Qeleparêzê Gravên Cape Verde Vozinho di vê tûrnûvayê de 40 salî bû û di maçan de pêşî li gelek golan girt. Bi taybetî serketina di maça li hemberî Spanyayê de tiştek taybet bû. Loma jî nehişt tîma wî têk here; Bi vê yekê dikare navê wî li nav yên serketî bê nivîsîn.
- Lîstikvanê îngilîz Hary Kane di vê tûrnûvayê de heta niha 3 gol avêtin û hejmara golên xwe derxist 11'an. Bi vê yekê li ÎNgilistanê bû lîstikvanê ku herî zêde golan diavêje.

MAÇÊN DORA 32'YAN
Di dawiya maçên koman de 32 tîm ji koman derketin û bûn reqîbên hev. Va ne ew tîm, dîroka maçên wan:
28'ê pûşperê:
Afrîkaya Başûr - Kanada
29'ê Pûşperê:
Brezîlyya - Japhonya
Almanya - Paraguay
30'ê pûşperê:
Hollanda - Fas
Qeraxa Aj - Norwec
1'ê tîrmehê:
Fransa - Swêd
Meksika - Ekvador
Îngilistan - Kongroya Demokratîk
Belçika - Senegal
2'yê tîrmehê:
DYA - Bosna Hersek
Spanya - Avusturya
3'yê tîrmehê:
Portekiz - Xirvatistan
Swîsre - Cezayir
Avsutralya - Misir
4'ê tîrmehê:
Arjantin - Gravîn Cabo Verde
Kolombiya - Gana
****
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
***
Dibe ev nivîs bala we bikişînin:
- Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin
- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!
- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn
- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan
**
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026


