logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  3. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!

  • Dîrok: 30/06/2026
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2026


___Cemil Oguz___

Bêşik Almanya yek ji tîmên mezin a Ewropayê ye. Û Almanya di Kûpaya Cîhanê de yek ji favoriyan e. Heta vir her tişt normal e. Lê ne mormalî ev e: Favorî jî dikarin têk herin. Li hemberî kî? Li hemberî tîmên ku "berxwedan jiyane"yê bînin cih. Ger bi yek gotinê mirov bêje, Paraguay gelek ber xwe da, berxwedaneke mezin û di dawiya dawî de bi penatiyan Almanya têk bir. Almanya vegeriya mala xwe; Paraguay derbasî Dora 16'an bû.


DANBERHEVA ALMANYA Û PARAGUAYÊ
Paraguaya tam li nava dilê Amerîkaya Başûr, Paraguaya bi du zimanên fermî (spanyolî û guaranî), ev welatê di hidroelektrik de li pêş, ev welatê di firotina goştê dewaran de li dinyayê di nav 10'ên pêşî de, ev welatê di warê muzîkê de xurt dê bikariba li hemberî Almanyaya di teknolojiyê de pêşketî li ber xwe bida? Dê çawa bikariba tangên Almanyayê bipelixîne, çawa bikaribe erebeyên alman xira bike?
Ev Paraguaya ku butçeya wê dor 45 mîlyar dolarî, li hemberî Almanyaya butçeya wê dor 5 trîlyon dolarî dê bikariba çi bikira, bikariba çiqas pere xerc bikira?
Ev Paraguaya ku temamê tîma wê dor 30 mîlyon Euroyî ye, li hemberî tîma alman ku buhaya tîma wê dor 500 mîlyon Euroyî ye dê çi bikira?
Ev pirs û gelek pirsên din li ber me bûn, lê Paraguayê tîma alman baş analîz kiribû.

120 DEQE WEKHEVÎ
Maçê bi analîzan dest pê kir. Di 90 deqîqeyan de Almanya û Paraguay nekarîn bi hev. Almanyayê êrîş dikir, Paraguayê bi pal û piştê, bi her tiştî ber xwe dida.
Almanyayê di temamê maçê de 20 şûat avêtin, 7 jê bi îsabet. Paraguayê 7 şût avêtin 4 jê bi îsabet. Bi gogê lîstin li dor sedî 70 serdestî di destê almanan de bû, lê encam neguherî. Di deqîqeya 42'yan de Paraguay bi gola Julio Enciso bi 1-0 derket pêş. Almanan di deqîqeya 54'an de bi Kai Havertz bersiv da, lê vê bersivê têrê nekir. 90 deqe bi 1-1'ê bi dawî bû. Di 30 deqeyên zêdek de jî encam neguherî û maç derbasî penaltiyan bû. Qeleparêzê Paraguay Orlando Gill gelek pêşî li golan girt û li vir serketin û pîrozbahî heq kir.
Niha, bi deh hezaran temaşevanên li Stada Bostonê bi heyecan li benda temaşekirina penaltiyan bûn. Wê kî bi ser biketa?

REWŞA PARAGUAY
Paraguay di sala 2010'an de Japonya têk biribû û derbasî çarîk fînalê bûbû. Wê çaxê jî Paraguay bi penaltiyan bi ser ketibû ku her 5 penaltî jî veguhartibûn golê. Paraguay dixwest carek din bi penaltiyan bi ser bikeve. Qeleparêzê wan Orlando Gill hêvî didan. Ew serketina wî ya di 120 deqîqeyan de wê xwe dîsa dubare bikira?

ALIYÊ ALMANYAYÊ
ALmanyayê herî dawî di sala 2014'an de (yên din 1954, 1974, 1990) ev kûpa biribû mala xwe. Dixwest carek din rêya xwe bidomîne, belkî ber bi kûpayê ve here. Qeleparêzê alman Manuel Neuer ku keleha tîma mezin a alman Bayer Munih diparast, ketibû 40 saliya xwe û xwedî tecrube bû. Neuer îro bi vê maçê bûbû 23 caran formaya Almanyayê li xwe  dike ku ev yek rekor bû; heta niha tu lîstikvanekî alman di Kûpaya Cîhanê de 23 caran formaya welatê xwe li xwe nekiribû. Neuerî di vê roja taybet de, bi vî awayî jî mohra xwe li maçê bide bi penaltiyan. Tiştek din jî hebû ku Almanya heta niha di Kûpaya Cîhanê de qet di penaltiyan de têk neçûbû.

PENALTÎ ÇAWA HATIN BIKARANÎN
Bi vî awayî penaltiyan dest pê kir. Penaltiya yekem Almanyayê bi Havertz avêt, lê nekarî golê biavêje. Bi vê yekê pirsa "Gelo?"yê  derket meydanê. Ji Paraguay Mauricio gog çikand û gol.
Dûre ji Almanyayê kaptan Kimmich hat û gol avêt. Ji Paraguay kaptan Gomez hat û bersiva Kimmichî da.
Ji Almanyayê Musiala hat û gol. Ji Paraguay Galarza hat û gol.
Ji almanyayê Woltemade gog çikand, lê qeleparêzê paraguayî Gill dîsa destûr neda. Ev avantajek mezin bû lê ji Paraguay Sanabria hat lê gog avêt derve. Bi vê hinek rih ket almanan.
Û penaltiyan 5'an; divê Almanya yêbiavêta û li bendê ba Paraguay nikaribe golê biavêje. Ji Almanyayê Amiri hat û gol avêt. Niha dora Paraguay bû û Paraguay gol biavêta Almanya têk diçû. Ji Paraguay Balbuena penalti bikar anî, lê Neuer destûr neda. Hêviya Almanyayê hat cih.
Vê carê ji Almanyyayê Tahî gog çikand; lê gog jî û hêvî jî şand cem temaşevanan û hêviya tûrê da Paraguay. Dîsa her tişt di destê lîstikvanê Paraguay de bû; Jose Canale ji xwe bawer hat, gog girt, danî ser xala spî, bi paş ve vekişiya û wekî kevanê ber bi gogê ve çû: Jixwe ne hewce ye mirov tiştek din bibêje: Canale bi vî awayî Almanya şand mal, tîma xwe jî bir Dora 16'an.

Û DAWÎ...
Erê tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an êdî bê Almanyayê ye. Almanên di karê xwe de hoste, di fûtbolê de hostetî dan destê hinên din û êdî li mala xwe wê li maçan temaşe bikin. Her ku Paraguay e pîrozbahiyê heq dike û niha dê li bendê be ka kî bibe reqîbê wê. Kî? Yan Fransa, yan Swêd; kî bi ser bikeve, ew.

*

FAS'Ê HOLLANDA TÊK BIR
Di maça Hollanda û Fas hatin hemberî hev. Hollanda di deqîqeya 72'yan de Cody Gakpo derket pêş, Fasê de 90+1 de bi Issa Diop bersiv da û maç bi 1-1'ê bi dawî bû.
Di 30 deqeyên zêdek de jî encam neguherî û maç derbasî penaltiyan bû. Di penaltiyan de her du tîman jî gelek penaltî nekarîn veguherînin golê. Di encamê de bi 3-2 yên penaltiyan Fas bi ser ket û derbasî Dora 16'an bûn.
 

***

Dibe ev nivîs bala we bikişînin:

- Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin

- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!

- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî

- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?

**

- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din

- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn

- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de

- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan

 

****

Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

 

**

Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026

 

 

 

Ger hûn bixwazin alîkariya Diyarnameyê bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Kûpaya Cîhanê 2026 - Nivîsên Dawî
news
  • 14 07 2026

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

news
  • 14 07 2026

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

news
  • 12 07 2026

Arjantînê silav bo Îngilistanê şand

news
  • 11 07 2026

Spanyayê bangî Fransayê kir: Bise ez têm

news
  • 10 07 2026

Fransa bû nîv fînalîst, em binêrin Spanya û Belçîka çi dikin

news
  • 08 07 2026

Çarîk fînal de heyecan dest pa keno

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Medya, pêşeroj, mirovahî û kurd

ad

Me got lêxe lê me negot bikuje!

ad

Cenazeya Esma Ocak hat definkirin

ad

Heyeta DEM Partî û DBP'ê diçe Başûr

ad

'Îtîbara Denîzan bi paş ve bidin wan'

ad

Pêşbaziya Apê Mûsa li benda berheman e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname