logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî
  5. Gotûbêja li ser 'Kurdnasiyê'
news-details

Gelo di futbolê de edalet heye?

  • Dîrok: 03/07/2026
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2026


___Yaqob Tilermenî___

Di lîstika goga lîngan de rêgeza herî sereke avêtina golan e. Tîmek dikare 90 deqeyan an jî 120 deqeyan li qadê bi serkeftî bilîze, dikare bi dehan şûtan bikşîne keleha hemberî xwe, her carê jî dikare li stûnên kelehê an kelehvan bialiqe û di encamê de bi ser nekeve. Ev rewş bi awayê hesab û kîtaban dikare wekî “bêdadî”yê were hesibandin, lê balkêşiya futbolê ya ku bi mîlyonan mirovan dike temaşekarên xwe, ji xwe ev nepenî ye. 
Di futbolê de edalet, li gora xwezaya lîstikê her tim pêk nayê; lê belê, di demên dirêj de helsengiyekê bi xwe re çêdike. Tîmek di tûrnûvayên lîgan an di tûrnûvayên kûpayan de li gora şêweya pûanan bi demdirêjî dikare serkeftî be, lê di pêşbaziyên seridandinê (eleme) de edaleta nepen derdikeve holê. Ev jî, gelek caran ne bi dilê tîmên serkeftî û alîgirên wan e. 
Salên dawî pergala VAR ketiye meriyetê: Vîdeoya Cîgirê Hakem (VAR), ji bo rê li ber şaşîtiyên eşkere bigire û edaletê tesîs bike wekî pergalekê tê bikaranîn. Lê ji ber ku biryara teqez ji teref mirovan (hakem) tê dayîn, di pozîsyonên nîqaşkir de (wekî bi dest lîstin, tundiya faulê, offsaidê) nîqaş û alîgirî hê jî berdewam dikin. Bi giştî VAR nebûye dermanê hemû şaşiyan.
Di futbola nûjen a roja me de serkeftin tê wateya qezencên darayî, ji ber wê federasyon, hakem, sazî û lîstikvan di bin zextên giran de ne. Ev zext carna vediguherin refleksên “parastina tîma xurt” û edaletê bin pê dike. Ev jî wekî zexta endustriyelî her tim siyeke veşarî ya di qada futbolê derdixe holê. Di vî warî de gotineke futbolîstê efsanewî Diego Maradona heye, “Ger hakem nebûna, futbol dê bibûya lîstika herî adil.” Û wî bi vî awayî şaşiyên hakeman aniye zimên.
Em wekî kurd herî bêtir ji tîma bajarê Amedê şahidê vê bêdadiya futbolê ne. Ji ber nasnameya kûlubê, li nava qadê û li derveyî qadê astengên sîstematîkî, cezayên nelirê û gefên ewlehiyê li dijî Amedsporê hatine nîşandan. Bi salan derketina wê ya lîgên jorîn hatiye astengkirin. Alîgirên wê tûşî lêdan û cezayên giran hatine. Di encamê de edaleta nepen a ku mirov nizane ji ku derê tê -belkî ji ber cehdekê be-, destê xwe li pişta kûlubê xist û Amedspor derket lîga herî jorîn a Tirkîyeyê. 

FUTBOL LI HÊSIRÊN ÇAVAN NANIHÊRE
Gotineke Euripides (BZ. 480 -BZ. 406) ê helbestkarê şanoya antîk a yewnanî heye, gotiye, “Ji bo êşên kevin, rondikên teze nebarînin.” Helbet gotineke felsefî ye û mirov dikare gelek wateyan ji vê gotinê bi dest bixe. Ger mirov wateya wê ya berdest vebêje, bi kurtasî tê gotin ku “tiştê çû nede dû” ger tu bidî dû, hingê tê dahatûya xwe bikî qurbana rabirdûyê. Ji xwe di futbolê de rondikrijandin ji bo gelek futbolîstên xwedî hêvî û baweriyên serkeftinê, bûye wekî kiryareke rûtin. Dema tîmeke hêvîdar bi cehdeke giran li hemberî tîmeke xurt û navdar li ber xwe dide û nêzîkî serkeftinê dibe, û pê re tîma dîtir li hemberî wan bi ser dikeve, futbolîst naxwazin vê têkçûnê qebûl bikin û ji xwe refleksa herî xwezayî jî barandina rondikan e. Ev ji bo alîgirên tîman jî derbas dibe.
Di pêşbaziya navbera Brezîlya û Japonyayê de dewreya pêşîn, maç bi êrîş û zextên Brezîlyayê dest pê kir. Di deqeya 29’emîn de futbolîstê Japon, Sano ji orta sehê gog bir û bi şûtekê kir gol. Dewreya pêşîn 1-0 bi serkeftina Japonyayê qediya. Japon wekî dîsîplîna jiyana xwe ya rojane bi rih û can tevgeriyan ji bo ku raqîbê xwe têk bibin. Lê dewreya duyem, di deqeya 56’emîn de futbolîstê Brezîlyayî Casemiro bi serê xwe gol avêt û rewş kir 1-1. Jê û pê ve hewldan û zextên tîma Brezîlyayê zêde bûn. Tîma Brezîlyayê bi hewldana Vini Jr. şût kişand kelehê û gog ji stûna kelehê vegeriya. Futbolîstên tîma Japonyayê bi parastineke req rê li ber hewldanên tîma Brezîlyayê girtin. Mirov li hêviyê bû ku maç dirêj bibe û nîv saeteke din li pêşbaziyê binihêre. Di deqeya 90+5’emîn de Gabriel Martinelli di qada kelehvan de li gogê xist û ew şand koşeya aliyê çepê. Bi vî awayî encam bû 2-1 û Brezîlya derbasî tûra 16’an bû. 
Rahênerê Japonyayê bi silavdayîna herî dawîn wekî qehremanên dîrokî serê xwe li ber alîgiran tewand û bi tevgera xwe lêborînek ji alîgirên trîbunan xwest. Mirov ji fîlmên dîrokî yên japonan xeyal dikir ku ew ê li navîna qadê rûnê û ji ber neserkeftinê harakîrî bike. Futbolîstên japonî jî wekî bê û baranê rondik barandin. Li aliyê din ê qadê futbolîstên Brezîlyayî bi serbilindiyeke mezin serkeftina xwe li hemberî alîgiran pîroz dikir. Mirov ji vê encamê tê digihîşt ku futbol li hêsirên çavan nedinihêrî. 

SALÊN 90’Î, TÎMA BREZÎLYA
Dema mirov salên 1990’î bi bîr tîne, lîstikvanên efsanewî yên tîma Brezîlyayê wekî şerîda fîlmekî di ber çavên mirov re derbas dibin. Di kelehê de Taffarel ku cihê xwe nedida tu kelehvanê dîtir û di şampîyonbûna Kûpaya Cîhanê ya 1994’an de qehremeanekî sereke yê tîmê; Cafu û Roberto Carlos û Branco yên li parastinê wekî zirêxekî radiwestiyan û Jorginho, Santosê li aliyê rastê yê parastinê; Dunga, Leonardo, Silva, Rai, Mazinho û Zinho yên li orta sehê; li qada êrîşê Romario, Bebeto, Ronaldo, Rivaldo, Muller û Carlos hema yekser hemû temşekar û futbolhez li hêviya xwe dihiştin û bi heyranî li lîstina wan binihêrin. Ji xwe di maçên roja me de jî mirov dikare gelekên wan futbolîstên efsanewî di trîbunên mêvanan de bibîne. Belkî ji ber hindê ye ku edaleta nepen a futbolê di çirkên dawîn ên maçê de tîma Brezîlyayê ber bi serkeftinê ve dehf da.

BALKIŞANDINA SER JIYANA KURDAN Û FÛTBOL
Di nava qerqeşûna pêşbazîyên futbolê de carna mirov bûyer, rewş an cehdeke girîng nabîne û bi tenê li ser a pêşîn radiweste. Lê armancên nivîsên min, hebekî balkişandina rewşên têkîldarî jiyana kurdan e jî. Boksorê kurd Agit Kabayel di maça xwe ya herî dawî de bû Şampîyonê Cîhanê û li ser nûçeyên der barê xwe de hest û bertekên xwe wiha anîn zimên: “Nayê bawerkirin, lê ji îro pê ve ez Şampîyonê Cîhanê yê beşa giran a WBC’yê me.”
Ew di dîrokê de wekî kurdekî/almanekî cara yekem bûye şampiyonê vê sporê, hestên xwe wiha anîye zimên: “Ez ê vê kemberê demeke dirêj bi xwe re bihêlim û ji bo yên dîtir jî lê zêde bikim, di her hewldanê de bim,”
02.07.20266 / Swîsre

 

***
 

Di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de nivîsên Yaqob Tilermenî yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê

- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din

- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn

- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de

- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan


**

Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026


DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:

- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!

- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!

- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî

- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
 Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin

- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin

**

 

****

Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

Parve Bike

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Kûpaya Cîhanê 2026 - Nivîsên Dawî
news
  • 20 07 2026

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

news
  • 19 07 2026

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

news
  • 19 07 2026

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

news
  • 19 07 2026

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

news
  • 19 07 2026

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

news
  • 17 07 2026

Maça fînalê wê 3 saetan bidome

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Merasima îmhakirina çekan bi dawî bû

ad

Almanan zora îtalyanan bir

ad

Meclisa Şaredariya Wanê havînê jî dixebite

ad

Kiliçdaroglu dîsa newêrî peyva kurd bîne ziman

ad

Li Amedê berf heliya: 'Çîrokeke Zivistanê' hate lîstin

ad

3 pirtûkên din jî hatin qedexekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

  • 20 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname