___ Yaqob Tilermenî___
Pêşbazîya lîstika Almanya û Curaçao hebû, ez û keçên xwe Yezda û Şarezîn me lê temaşe dikir. Wekî gelek kesan navê tîma Curaçao bala me jî dikişand. Me berê nebihîstibû bê ev kîjan welat bû. Min hinek agahî dan zarokan ku ev der giraveke serbixwe û di karên derve de bi ser welatê Hollandayê ve bû, û 65 km li jêra Venezuellayê cih digirt.
Keça min Şarezîn şaşmayî got:
“Giravek tîma wan a futbolê heye, lê ya Kurdistanê hîna tune ye!”
Min bi mixabinî li wê nihêrî, vê carê Yezda got:
“Çima bavo?”
Helbet bersivên van pirsan dihatin zanîn û mirov dikaribû bi dûdirêjî li ser rawestiya. Min bi kurtasî bersivên wan dan û me bi hev re temaşekirina xwe berdewam kir.
ELEQEYA ME YA JI BO DENÎZ UNDAVÎ
Di pêşbazîyê de hebûna lîstikvanê kKurd Deniz Undav em eleqedar dikirin. Di jiyanê de carna mirov ji bo xatirê şexsekî bi tenê jî dikare bibe alîgirê fikrekê, seknekê, komekê û hêzekê. Ji ber Deniz Undavê kurd jî helbet gelek kurd dikarin bibin alîgirên tîma wî, Almanyayê. Me jî pişta wê tîmê girt û em bi 8 golên maçê gelekî kêfxweş bûn. Helbet golek ji teref Deniz ve hat avêtin û bi ser de jî wî du asîstên golan pêşkêşî du hevalên xwe Nathaniel Brown (68.) û Kai Havertz (88.) kir. Digel ku Undav nîv saetê di lîstikê de ma, performansa wî têra xwe zêde bû. Ji ber hindê piştî maçê bi hezaran kurd bi Deniz serbilind bûn. Li ser tora civakî jî pîrozbahî bêhejmar bûn. Her wiha hate gotin ku formayên Deniz Undav û her du hevalên wî yên tîpa “V” di navê wan de heyî di demeke kin de qedîyane.
JI 1966’AN Û VIR VER
Deniz Undavê 29 salî, bûye futbolîstê çaremîn ê cîhanê ku ji sala 1966’an û vir ve di nîv saetê de bûye sersebebê avêtina sê golan. Ji bo kesekî lîstikvanê di Kûpaya Cîhanê de ev rewşeke awarte ye. Di sala 1982’an de li hemberî Hondurasê bi sê hat-trickan Laszlo Kissê Macar, di sala 2006'an de li hemberî Japonyayê bi asîstên xwe Tim Cahillê Avûstralyayî û di sala 2014’an de pasavêjê Kolombîyayî James Rodriguezê golavêj ev derfet dîtine.
BERXWEDANA CURAÇAO TÊRÊ NEKIR
Ev rewşa Curaçao li hemberî Almanyayê çîrokeke balkêş a Kûpaya Cîhanê ya 2026’an e. Curaçao di dîroka xwe de cara pêşîn tev li pêşbazîya herî mezin a cîhanê bû. Welatê biçûk ê Karayîbê ku bi destpêka maçê re li ser xeyala beşdarbûnê rojên dîrokî jîya, li hemberî xwe hûtê herî mezin ê goga lingan dît. Ji ber ku Almanya xwedîyê çar serkeftinên futbola cîhanê bû û li gora hesab û kîtaban ew favorîyê herî berbiçav bû, Curaçao di serî de bi heweseke biçûk a berxwedanê lîst û dû re li hemberî futbola Almanyayê bi rewşa xwe razî hat, bi ferqeke mezin li hemberî Almanyayê têk çû.
LÊBORÎNA VAN DER VAARTE
Navên Hollanda û Japonya di mijara me ya behsê de derbas bû, em hinekî li ser pêşbazîya Hollanda û Japonyayê rawestin. Çinku ev maçeke du tîmên di heman helsengê de bû û mirov çêjeke xweş jê werdigirt. Lê di çapemenîya cîhanê de ji maçê wirdetir nîqaşeke cuda cih girt. Şêwirmendê berê yê navnetewî Rafael van der Vaart di kanala televîzyonê ya netewî NOS de beşdarî weşana zindî bû û der barê tîma Japonyayê de bi şîroveya xwe ya “Giş dişibin hev”, wekî ravekirineke nîjadperestî hate pêşwazîkirin û hate sûcdarkirin. Vaart şîroveyên xwe wekî henekeke xerab pejirand û lêborîn xwest, lê gotinên wî ji teref gel ve bi tundî hate rexnekirin. Van der Vaartê xwedî tecrûbeyên Kûpaya Cîhanê bi tîma Hollandayê re di sala 2006'an de li Almanyayê û di 2010'an de li Afrîkaya Başûr du caran di fînalan de lîst. Bi ser de jî di tûra duyemîn de bi gola Andres Iniesta ya deqeyên dirêjkirî de li hemberî Spanyayê têk çû. Wî roja înê bi daxuyaniyeke çapemenîyê lêborîn xwest û got, “Bi ya min, niyeteke min a xerab û nîjadperestiyê tunebû lê hin mirov gotinên min şaş fêm dikin. Bi rastî jî poşman im. Ger kesên ji ber şîroveyên min aciz hebin, ez ji wan lêborînê dixwazim. Bi tu awayî niyeta min ne ew bû.”
Helbet mijar girîing e û ji lîstikan bêtir dikeve rojeva mirovan. Dema mirov li futbolîstên tîma Turkîyeyê dinêre, tilîyên wan ên nîşaneya nîjadperestîya tirk, simbêlên wan ên hêzên nîjadperest, helwestên wan ên olperestiya tirkitiyê û her wiha reklamên wan ên li ser kanalên televîzyonan, dibe sedem ku mirov wekî kurdekî ji wan axan nikare alîgiriyekê li tîma wan bigire. Di nav sohbetên xwe yên bi mirovên Swîsrî re li ser futbolê dema ew dibêjin, “tîma we ya Tirkiyeyê”, dihêle ku mirov bi analîzên polîtîkî ne-alî-girî-ya wan bi dûdirêjî vebêje.
Helbet maça Hollanda û Japonyayê bi 4 golên wekî 2-2 qedîya û ev rewş heyfa mirov tîne ku çima futbolîstên tîma Tirkîyê ew qasî bi nava pirika nîjadpetestiyê de çûne û ji ber wê sedemê tîma Tirkiyeyê bi du maçan bêyî tu golan biavêjin xatir ji tûrnuvayê xwestine.
KÊFXWEŞIYA BI SERKETINA DENÎZ UNDAV
Kurdên me yên ji ber serkeftina Deniz Undav kêfxweş, bi gotinên Kemal Kiliçdarogluyê ji eslê xwe dûrketî, kêfnexweş bûn. Qet nebe kurd dikarin ji niha û pê ve ji lîstik û dek û dolabên pergala dewletê haydar ji CHP’ya nû û ya kevn dûr bisekinin, ne Ozgur Ozel, ne Îmamoglu, ne têjikê guran ê li Enqereyê destek bikin û vegerin ser hestên netewtiya kurd. Gotinên siyasetmedarên kurd ên wekî “me dengê xwe da we” û filan û bêvan êdî bêçine ne û tu fêdeya wê li dahatûya me tune ye. Çinku CHP, Partiya Gel a Komarê ye ku me tu wextan xêr ji wê komarê nedît û ji niha pê ve jî pêkan xuya nake em xêrê ji wan bibînin. Em ji xwe re ji lîstikên goga lingan ên Kûpaya Cîhanê ya 2026'an feyzekê bigirin û li ser asasê kurdîtîyê tevbigerin. Ji ber ku Govenda Kurdan bi dest û lingên Deniz Undav li parzemîna Amerîkayê digere. Di pêşbazîya Almanya û Côté D’Ivoir (Qeraxa Aj) de ew nîv saeta dawîn beşdarî lîstikê bû û di deqeya 68’emîn de bi golekê û di deqeya 90+4’an de bi gola diduyan govend derxist lûtkeyê. Li me kurdan dikeve ku em bi serkeftinên wiha yên kurdên hêja rojeva xwe xweştir bikin û siyaseta xwe jî bînin ser xeteke serkeftinê.
20.06.2026 / Swîsre
**
Di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de nivîsa Yaqob Tilermenî ya berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
**
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026


