Diyarname
Şamanê ji Ganayê Nana Kwaku Bonsam li ser Arjantînê û li ser şampiyoniya Kûpaya Cîhanê gotinek din kir. Wî berî maça Îngilistan û Ganayê gotibû ji bo Harry Kane golan neavêje wî sêhr kiriye.
Di maça Îngilistan û Ganayê de Kane çend şût avêtibû lê nekarî bû golan biavêje. Ev yek jî wekî bicihhatina sêhra Bonsam hat nîqaşkirin.
Niha wî Bonsamî îdîayeke din pêşkêş kir. Ew dibêje "Giravên Cabe Verde dê tîma Arjantînê têk bibin. Û Portekiz jî dê bibe şampiyonê Kûpaya Cîhanê ya îsal."
Maça Arjantin û Giravên Cabe Verde 4'ê vê mehê saet 01.00'an de wê bê lîstin.


