logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev
news-details

Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan

  • Dîrok: 14/06/2026
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2026

 

___ Yaqob Tilermenî___

Em Kurd dema digel rewşa xwe ya heyî ya nediyar wekî hemû temaşevanên cîhanê pêşbaziya goga lingan dişopînin, di bala me de gef û gur û fişarên li ser heyînên me û li pêşberî çavên me kêfeke bêpayan a ji welatên Amerîka, Meksîka û Kanadayê ya rêkeftlna futbolê heye. Ji ber ku camêran gotine, "futbol, tenê ne futbol e" û "futbol, çalakgeriyeke polîtîk e", em jî wekî kurd futbolê têkîldarî polîtîkaya der barê xwe de hîna polîtîktir dikin û pirên caran rewşê li xwe aloztir dikin.

SALÊN 90’Î, QOSER Û FUTBOL
Wekî ciwanekî kurd ê salên 1980 û 1990'î ku di lingên me de pêlavên lastîkî yên reş û li ser ax û toz û rimilka Qosera ji germê qijilandî ya wan salan, gogên lastîkî em bi dû xwe de dibezandin, dikarim bibêjim ku rexmî hemû şertên neyînî em zarok û ciwanên herî bextewar bûn li gora zarok û ciwanên roja me. Ji ber ku em bi serê xwe azad bûn û me dikaribû li çar aliyên bajêr ên wekî zeviyên bê ser û binî bidaya dû goga lingan, ji lew re tirs û xofa revandina zarokan û rewşên krîmînalî hingî kêm bûn. Belkî îro gelek kes qadên futbolê, kramponên rengîn û derfetên înternetê wekî rewşên baş ên zarok û ciwanên roja me bihesibînin, lê ez ji ber bextewariya wan rojan ne ligel vê fikrê me. Asoxî, min û hevalên nifşên me, me ji futbolê pir hez dikir, me zor dida xwe di bêderfetiyan de li kûpayên cîhanê temaşe bikin û min bi xwe menîskusek di çonga xwe ya ji ber lîstina goga lingan ji xwe re hişt heta roja me.

FUTBOLA AFRîKAYA BAŞÛR, MANDELA Û HÎSÊN MIN
Di sê rojên pêşîn ên Kupaya Cîhanê ya 2026'an de min li çar maçan temaşe kir ku di ya yekemîn de tîma Meksîkayê li hemberî tîma Afrîkaya Başûr bi du golavêtinan bi ser ket. Dema temaşekirinê min sekna Nelson Mandelayê ji Afrikaya Başûr ên salên raperînê anî bîra xwe û min xwest bibim alîgirê tîma wan, lê ji ber lîstik û performansa futbolîstên wan tu hestyariyeke alîgirîyê bi min re çênebû û min tu kêfeke futbolê jî wernegirt. Ne futbolîstekî neqane derket pêş, ne kelecaneke şaşwazker bi mirov re çêbû û ne jî hesteke neteweyî ya bindestiyê li min peyda bû. Bi ser de jî lîstikvan ji camêriyê dûr bûn û bi xwînxwarî êrîşî hempîşeyên xwe dikirin. Pêşbirkek bû, derbas bû û çû.

BOSNA HERSEK, ALÎGIRIYA MIN Û KEÇA MIN
Lîstika tîmên Kanada û Bosna Hersekê ya li mala xwediyê qada mezin pêk hat û wekî encama 1-1'ê coş û xiroşa kêfwergirtina futbolê neda min. Kanada bi min sar hat, min û keça xwe Yezda alîgirîya tîma Bosna Hersekê kir, lê ji çend pilozbûnan pê ve em ranekirin ser piyan. Ez li biçûkbûna welatê Bosna Hersekê û rêjeya populasyona wê ya 3 mîlyon û çend sed hezaran fikirîm, min 5 mîlyon kurdên li Ewropayê anîn ber çavên xwe, li penaberiya xwe hizirîm û min dîsa temaşekirina maçeke futbolê li xwe herimand. Futbol polîtîk e, lê ji bo kurdekî fena min bûye wekî hêmaneke mazoşîzmê qey?

AMERÎKAYA LATÎN, ERKAN BAŞ Û KURDIYA VEDAT AYDIN
Lîstika tîmên Amerîka û Paraguayê ez di nava hestên tevlihev re birim û anîm, min ji xwe re bêyî alîgiriyekê li maçekê temaşe kir. Ji hêlekê ve şerê li Rojhilata Navîn ên Amerîka+Îsrael li dijî Îranê, ji hêlekê ve rewşa dawîn a rojavayê Kurdistanê destûr neda min ku bibim alîgirê tîma Amerîkayê. Ne dûr, berî bi salekê me xeyala tîma neteweyî ya rojavayê Kurdistanê ji xwe re saz dikir ku ew jî di rojekê pêş de bibin beşdarekî Kûpaya Cîhanê, lê nebû... Min got, ez pişta tîma Paraguayê bigirim, ji ber ku ew parçeyekî ji başûrê Amerîkayê ne; lê Erkan Baş û çepgirên Tirkiyê yên alîgirên çepa Amerîkaya Latînî hatin bîra min ku kurd ji bo wan ne bindest û ne jî çepgir têne hesibandin. Em wekî kurd ketine halekî ku ji ber gotinên xerab û nemirovî yên Erkan Baş, Sera Kadigîl û Ahmet Şik yekser êrîşî siyasetmedar û rêxistinên xwe dikin. Baş dizanim ku ev sexteçepgir ne ji zimanê me, ne ji stranên me û ne jî ji alên me hez dikin. Kurd ji bo wan textebana Trampolînê ne ku pê dipengizin û bilind dibin. Nexwe çima dema Vedat Aydin di konferansekê de bi kurdî axivî, di wê serdemê de tirkekî çepgir ê naskirî salon terikand ?

NIMREYÊN PIŞT FORMAYA LÎSTIKVANAN
Me behsa futbolê dikir, me xwe li ku dît! Di zemanê berê de li qada futbolê her tîmek bi nimreya ser pişta xwe ji 1'ê heta 11'an wekî kelehvan, defansor (parazvan), lîstikvanên li navîn û êrîşkar rêz dibûn û me jî bi nimreya wan û bi peywira wan, ew ji nêz ve nas dikirin û em dibûn heyranên wan. Di roja me de li ser pişta formaya her futbolîstekî nimreyên girs û ecêb hene. Tew mirov nema dikare wan û karên wan ên li wê qadê nas bike û ji hev derxe. Kamera ji dûr ve lîstikê nîşan dide û mirov xwe wekî kesekî li hemberî lîstikeke atariyê hest dike. De axir kelehvan diyar e û bi rizgarkirinên xwe kêfa mirov tînin. Bi vê minasebetê kelehvanên navdar Higuita û Schumacher bi bîr tînim. Ji ber ku wextekê alîgirê Fenerbahçeyê bûm, ji bo kelehvan ê navnûtik Pisîk Schumacher, Şeytan Ridvan, Împarator Oguz, haşortmanli Aykut, Hasanê Zerik çûbûm heta Edeneyê û min cara yekem li pêşbirkeke tîma xwe temaşe kiribû. Ji xwe bi serkeftina wê ya li hemberî Adana Demirsporê hefteyekê kêfeke bêpayan dabû me. 

26 KANTON, BI DEHAN AL, ÇAR ZIMANÊN FERMÎ
Me digot, futbol endustrîyel e û îro ew jî hatiye derbaskirin. Tev li vî halî jî, ez ê ji xwe re tîma Swîsreyê wekî tîma ber dilê xwe bişopînim û ji bo serkeftinên wê kêfxweş bibim. Amedspora ku futbolhezên kurd û kurdên Amedsporhez hinekî tesele dikin, ji ber dek û dolabên dewletê nahêle ku mirov ji dil û can bi serkeftinên wê bextewar bibe. Reng û remzên wê yên ji ala rengîn dibe sedem ku kurdên li çarnikarê cîhanê hogirî wê bibin. Ala Kurdistanê û qiyametrakirina di ser Hozan Diyar re û parçebûna kurdan a di vê mijarê de bal û hişê min dibe cihekî dîtir. Pê re jî alîgirên Mem Ararat û yên hêla dîtir tînim ber çavên xwe û xwe bi xwe dibêjim, wele têkoşîn û raperînên kurdan gerek ew qasî jî ne erzan bûya. Min gotibû tîma Swîsre... Ciwan e, serkeftî ye, berxwedêr e, lê rahênerê wê yê tirk Murat Yakin bi min sar tê. Gelo fikirîneke şîzofrenîk e yan wekî gotina Frantz Fanon a "Bindest, her tim der heqê xwe de ji ya herî xerab bawer dikin" min arasteyî van ramanan dike? Min berê jî nivîsandibû, dîsa ez ê dubare bikim: welatek e, bîst û şeş kanton û xwedî bi dehan alên rengîn e, xwedî çar zimanên fermî ne, futbolîstên wê ji nîjadên cuda ne (Murat Yakin jî), mafên niştecihan heye, birçîbûn kêm e, wekhevî berbiçav e û her wekî din. Lê welatê min û serdestên tirk? Ma mirov dikare heqaret û biçûkxistin Rahmi Koç di ser guhên xwe re biavêje? Erê, ez wekî penaberekî piştgirê tîma Swîsreyê me û naxwazim ku kurdên qelemşor, zana, bîr bir, alîgir û pêşeng ne li ser rewşa Mem Ararat û Diyar Dersim, ne li ser çêrên Erkan (ne)Baş û Rahmi Koç bibin xwedî helwest û kurdîtiyê bi hestên çendrokî bijîn. Ziman, çand, muzîk, al û hemû hêmanên kurdîtiyê, esas in û divê nebin helwestên cîhana çêkirî yên li ser tora civakî. Me got, futbol û polîtîka û me cihêtnameya xwe winda kir. Bila tîma Swîsre bimîne ji nivîseke din re. Ji lew re encama xelasiya ya 1-1'ê ne bi dilê min e. Her çiqas performansa futbolîstan baş bû jî, kelehvanê qetarî bi rizgarkirinên xwe bi tîma xwe pûuanek da qezenckirin û mîna qezenckiribin li qadê kêfxweşî jiyan. Bila kêfxweş bibin, lê dewleta wan a bi navê Qetar ku ji neftê pereyekî nedîtî qezenc dikin û komên terorîstî yên li dijî kurdan destek dikin, mirov dike dijberî tîma wan a futbolê jî. 

GOTINA ALBERT CAMUS Û HEZKIRINA JI KELEHVANAN
Serencam, futbol û temaşekirina wê xweş e û her kurdek dikare 90 deqeyan bêyî fikirandina li rewşa polîtiîk a kurdan ji xwe re temaşe bike û hinekî ji derdên dûrî û jiyanê bi dûr bikeve. Wekî wêjekarekî ji wêjekar Albert Camus gelekî hez dikim û dixwazim gotina wî ya der barê goga lingan de li vir nîşe bikim: "Çi zanînên min ên der barê sinc (exlaq) û berpirsiyarên mirovan de hebin, ez gişî ji futbolê hîn bûme." Fîlozofê hebûnparêz Camus di ciwaniya xwe de kelehvanî kiriye û hewldanên têgihîştina xwe ya jiyanê bi saya tecrubeyên xwe yên qada futbolê rave dike. Belkî ji ber vê sedemê ye ji kelehvanan jî hez dikim. Bêtir ên mîna pisîkan ber bi gogê ve difirin.
Wekî temaşekarekî hezkirê futbolê dixwazim serkeftiyê serencamê jî li vir nîşe bikim: Tîma Îngilistanê. Nizamim ji ber çi sedemê ye, lê di dilê min re ew bihurî. 

13. 06. 2026 / Swîsre
 

 

**

Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Kûpaya Cîhanê 2026 - Nivîsên Dawî
news
  • 23 07 2026

FIFA'yê 11'ên Herî Serketî yên 2026'an eşkere kirin

news
  • 20 07 2026

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

news
  • 19 07 2026

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

news
  • 19 07 2026

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

news
  • 19 07 2026

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

news
  • 19 07 2026

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Li Amedê çalakiyên ji bo Roja Ziman

ad

Saet: 02.00, Li Mêrsînê DTP'ê Akdenîz girt

ad

Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê

ad

DEM Partî: Divê hikûmeta Şamê êrîşên li dijî kurd û suryaniyan bi dawî bike

ad

Marquezî vê carê kefen çirand!

ad

Coelho: Me yê bi hev re pirtûkek bi nivîsanda

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname