logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Antolojiya Helbestvanên Rûsî' bi kurdî derket
  2. 'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket
  3. Ji bo Fûara Pirtûkan roja dawî
  4. Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)
  5. 185 hezar xwendekarî ji bo perwerdehiya bi kurdî navê xwe qeyd kir
news-details

Norwecê bi bêran li devê brezîliyan da!

  • Dîrok: 06/07/2026
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2026

 

___Cemil Oguz___

Maça Dora 16'an a di navbera Brezîlya û Norwecê de bû, mînakeke gelek balkêş. Temaşevana bi sembola bêrên qeyikan lîstikvanên xwe sor dikirin. Û wan lîstikvanan bi 2 golên Haalandî tîma Brezîlya şand mal..

Brezîlya di hemû tûrnûvayên Kûpaya Cîhanê de tîmeke wisa ye ku herî zêde gol avêtiye. Lê li aliyê din Brezîlya di maçên li hemberî Norwecê de ne bi sûd e û ne serketî ye. Di sala 1998'an de Norwecê Brezîlya bi 2-1 têk biribû; di sala 2006'an de ew 1-1 wekhev mabûn.

Li aliyê din li Norwecê Haaland di vê tûrnûvayê de bi 4 golan, li Brezîlyayê Junior Vinicius bi 4 golan di nav golavêjên vê tûrnûvayê de bûn. Her duyan jî dixwest bilêtên çarîk fînalê bikin bêrîka xwe.

Maçê wisa dest pê kir. Gelek kesî Brezîlya wekî favorî nîşan didan lê Norwecê hêzeke xweşik a temaşevanan û lihevkirina lîstikvanên xwe dabû pişta xwe û ketibû rê, heta vê maçê hatibûn.

Di vê maçê de herî zêde her du qeleparêz derketin pêş. Li Norwecê keleparêz Nyland ku pêşî li penaltiya Bruno Gimaraes jî girt, ji bilî vê gelek pozîsyonên serketî yên Brezîlyayê têk birin. Wî di serketina tîma xwe de roleke gelek mezin lîst. Her çiqas qeleparêzê brezîlî Becker jî pêşî li gelek golan girt jî, lê Nyland tiştek din bû.

Norwecê gelek bi gogê dilîst, her pas didan hev; sêqorziyên biçûk çêdikirin û gog didan û distandin. Armanc ew bû ku her gog di destê wan de be. Encax wisa dikarîn lîstikvanên brezîlî bidin sekinandin. Di temamê maçê de Brezîlyaya ku 313 pas saz kiribûn, Norwecê ji du qasî zêdetir, 653 pas dabûn hev. Di serketina pasdayînê  dirust de Brezîlya di asta sedî 88'ê de bû, lê Norwec bi sedî 91'ê li pêş bû, yanê hê serketîtir bû. Brezîlyayê ji 12 şûtan tenê 4 jê şûtên wan bi îsatbet bûn, berevajî, ên Norwecê ji 9 şûtan 5 jê bi îsabet bûn.

Yek ji xala girîng jî lîstikvanên Norwecê qadeke fireh, cihê zêde bazdanê, cihê zede lîstina bi gogê neda lîstikvanên jîr ên Brezîlyayê wekî Junior, Martinelli, Camerio û hwd.
Û helbet cihek Erling Haaland lê hebe, gol nebe nabe. Heta 10 deqîqeyên dawî ji her du aliyan êrîş û pozisyon hebûn, lê dengê golê nebû. Di deqîqeya 79'an de Schjelderup gog bilind kir, Haalandê ku xweş dizane çi bike, gavek derket pêş û bi serê xwe lê dan: 1-0. Gabrielê ku heta niha her Haaland pê girtibû, pêve zeliqî bû, di vê deqîqeyê de ew jî bela wela bû.

Vê yekê hêza morala serketinê, baweriya têkbirina Brezîlyayê li cem norweciyan xurtir kir. Piştî vê kêliyê hê zêdetir gog di bêrîka xwe mihefize kirin, li nav pasan û li nav lingan veşartin. Û deqe 90; Dîsa asist Schjelderup, dîsa gol Haaland. Schjelderup çawa gog teslîmê Haalandî kir, Haalandî li ser xêza pêşsehayê bi lingê çepê fuze şand nav tora keleha Brezîlyayê; Ne tiştekî ku Becker bike, ne tiştê ku kesek din bike tune bû: 2-0.
Deqe 90+10 de li ser navê Brezîlyayê Neymarê ku paşê ketibû maçê penaltî avêt, lê vê yekê tera Brezîlyayê nekir. Brezilyaya ku 5bcaran ev kúpa biriye mala xwe, vê carê deriyê çarîk fînalê jî nedît.
Norwec bi bêrên qeyikên xwe ku temaşevanan di vê maçê de jî ew kişandin, çû çarîk fînalê.

Norwec di dîroka xwe de cara yekê ye diçe çarîk fînalê. Norwec niha bi dilekî rehet, bi aramî wê here razê û li benda maça din be ku, ka kî wê bibe reqîbê wê.
Nîvê şevê wê Meksika û Îngilistan bi hev re bilîzin. Kîjan bi ser bikeve dê bibe reqîbê Norwecê.

HAALAND Û GOLAVÊJÊN DIN
Niha di Kûpaya Cîhanê de Erling Haaland, Kylian Mbappe û Linoel Messi her yek bi 7 golan golavêjên pêşîn in. Haaland û Mbappe di Dora 16'an de maçên xwe lîstin, Messi hê nelîstiye. Di vî warî de reqabeta mezin didome. Haaland û Mbappe derbasî çarîk fînalê bûn, Messi yanê Arjantin hê derbas nebûye.

Notek jî ji bo Schjelderupî. Schjelderup di nîveka duyemîn de ket maçê û heqê maçê jî bi du asistan da. Wî jî çepikên mezin heq kirin.

Notek jî ji bo Nemar: Lîstikvanê brezîlî Neymar ku demek li Barselona, PSG'ê jî lîstibû çûbû El Hîlalê, ji par de jî li tîma welatê xwe li Santosê dilîze. Piştî maçê Neymarî hêsir barandin û ji bo çapemeniya Brezîlyayê axivî, "Min ceriband, lê bi dawî bû. Ez êdî li vir dest jê ber didim." Neymarê ku demên dawî gelek caran seqet bû, kêm di lîstikan de cih girt. Di maça duh de jî deqeya 67'an de ket maçê.

ÎNGILISTANÊ MEKSÎKA ŞAND MAL
Di maça din de Îngilistan û Meksika hatin hemberî hev. Îngilîz bi 3-2 bi ser ketin. Di maça ku lîstikvanê îngilîz Jarel Quansah deqîqeya 54'an de qerta sor dît û îngilîzan 40 deqe bi 10 kesan lîst de jî bilêta çarîk fînalê girtin.
Îngilistanê di deqîqeya 36 û 38'an de bi golên Jude Bellingham şoqek mezin li Meksîkayê da. Meksîkiyan 42'yan de bi Julian Quinones bersiv da.
Li ser navê Îngilistanê Harry Kane deqeya 60'î de ji penaltî encam bir 3-1, piştî vê bi 9 deqeyan Raul Jimenez li ser navê tîma xwe bersiv da lê têrê nekir: 3-2.
Îngilistan di çarîk fînalê de bû reqîbê Norwecê.


DI KÛPAYÊ DE ÎRO
Îro jî du maç hene. Portekîz û Spanya saet 22.00'an de tên hemberî hev. DYA û Belçîka jî saet 03'ê, destê sibê tên hemberî hev.

 

***

Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026

***

Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

***

 


DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:

 

- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!

- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!

- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî

- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
 Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin

- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin

**

- Gelo di futbolê de edalet heye?

- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê

- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din

- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn

- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de

- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan

 

 

 

Ger hûn bixwazin alîkariya Diyarnameyê bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

 

 Vîdeoyek...

Parve Bike

Youtube Me

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news

Danasîna pirtûka 'Ez Çawa Bûm Pirek' hat kirin

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wêneyê jineke kurd derket fînala Pêşbaziya LensCulture ya 2026’an

news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

ELETEWŞÎ

news

Ji bo Amedsporê 5 hefteyên pêşîn girîng in

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news
Kûpaya Cîhanê 2026 - Nivîsên Dawî
news
  • 23 07 2026

FIFA'yê 11'ên Herî Serketî yên 2026'an eşkere kirin

news
  • 20 07 2026

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

news
  • 19 07 2026

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

news
  • 19 07 2026

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

news
  • 19 07 2026

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

news
  • 19 07 2026

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

9 mîlyon sal berê kartol ji bacansoran derketiye

ad

Jinan pêşangeha wêneyan vekir

ad

20 lîstikvanên fûtbolê xeniqîn!

ad

Kişanak û Anli pirtûkên bi kurdî dan îmzekirin

ad

SP'ê li Amedê projeya xwe eşkere kir

ad

Kampên li Başûr tên girtin, şengalî vedigerin warên xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Antolojiya Helbestvanên Rûsî' bi kurdî derket

  • 03 10 2026
news

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

  • 04 10 2026
news

Ji bo Fûara Pirtûkan roja dawî

  • 04 10 2026
news

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

  • 05 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname