logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  3. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê

  • Dîrok: 29/06/2026
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2026

 

___Yaqob Tilermenî___

Ji serê meha nehan a 2025’an û vir ve bi giştî li Ewropayê û bi taybetî jî li Swîsreyê sermayê demeke dirêj hikumê xwe li ser jiyanê kiriye û heta beriya bi hefteyekê jî li serê Çiyayên Alpê berfa spî xuya dikir. Lê ev hefteyek e pîleya germê ji nişke ve bilind bû û li gora statîstîkan rojên herî germ ên li Ewropayê dest pê kirin. Ji hêlekê ve kelegerma havînê, ji hêlekê rewşa têkoşîna tevgera kurd a bi salan û li gel wê (xwe)xapandin û şitexilandina partîyên Îttîfaka Cumhûrê li hemberî kurdan, hinekî mirov bêhnfetiskî dike. Çi kurdên ku li wan rast hatime, li ser meseleya “pêvajoyê” yekser gotina xapandinê bi lêv dikin. Hêviya ku bi salan bû mirovên kurd li ser piyan dihiştin bi papokirina dewleta Tirkiyeyê ber bi helandinê ve diçe. Em jî van meseleyên têkîldarî welatê xwe di nava germaya Swîsreyê de li kenareke hişê xwe radiwestînin û dêhn û bala xwe didin ser Kûpaya Cîhanê ya 2026’an.

LI AVAHIYEKÊ GELEK ALÊN CUDA
Di 24’ê Pûşperê de pêşbaziya goga lingan di navbera tîma Kanada û tîma Swîsreyê de ye. Li cihekî wekî Swîsre mirov hêvî dike ku li her şaneşînekê alaya vî welatî daliqandî be, lê mirov di heman avahiya çarqatî de dikare di heman wextê de çar pênc alên cuda yên welatên cuda bibîne. Li avahiya hember me, ji du salan zêdetir e ku alayeke Filistîne daliqandî ye, al ji ber baran û germê êdî rengên xwe yên resen winda kiriye. Di ser wê re li şaneşînekê alaya Swîsre û Portekîzê li kêleka hev hatine daliqandin. Rengên cuda yên li ser alan û nebat û kulîlkên li şaneşînan ji bo temaşeyê, kêfeke bêpayan dide mirov.  Eynî wekî futbolîstên ji neteweyên cuda di nava tîma netewdewletekê de dilîzin. Serqise, Swîsre bi pergala federalîzmê, demokrasiya rasterast zehfên mirovên ji neteweyên cuda di nava pergala xwe de bi cih kiriye û li ser asasê wekheviya mirovan berdewam dike. 

KEÇÊN ME LI DIBISTANÊ QET MARŞ NEDÎTINE
Em vê carê maçê bi malbatî wekî jin û mêr û her du keçên xwe temaşe dikin. Dema marşa Swîsreyê li ser wêneşanê (ekran) tê gotin, Dîlber ji Şarezîn dipirse bê li dibistanê hînî marşê bûne yan na. Bi qasî ku em ji Şarezînê hîn dibin, di heft salên wê yên dibistanê de qet merşa neteweyî ya Swîsreyê nehatiye hînkirin. Keça me ya biçûk Yezda jî di şeş salên xwe yên dibistanê de hînî tu marşan nebûye û ew jî vê rastiyê bi gotinên xwe erê dike. 

MARŞA SWÎSREYÊ BI ÇAR ZIMANAN TÊ XWENDIN
Swîsre li Ewropayê tek welat e ku bi çar zimanên fermî (Almanî, fransî, îtalî, romanî) xwe bi rê ve dibe. Ev pir-rengiya zimanan a parçeyek ji çanda wê tê, bandorê li ser nasnameya netewî kiriye û her wiha merşa neteweyî jî li gora wê teşe girtiye. Digel axaftina ji % 62’yan a bi zimanê almanî li vî welatî, wekî pir tiştên jiyanê marşa neteweyî jî bi çar zimanan tê xwendin. Marş bi navê “Mezmûra Swîsreyê” tê pênasekirin. Peyva mezmûrê di zimanên aramî, îbranî de tê wateya strangotin (strîn) ên der barê peyamber Dawûd de. Bi kurtasî mirov dikare wê tekabulî peyva “îlahî”yê bike. Naveroka Mezmûra Swîsreyê li ser siruşt û bedewbûna welêt û pîrozhesibandin û parastina Xwedê ya li ser welêt e. Di sala 2014’an de li gora nîqaşa hemwelatiyan ji bo marşeke nû pêşbaziya gotinên marşê hatiye lidarxistin. Di wergera destpêka marşê ya fransî de wiha tê gotin: “Dema ku roj li çiyayên me mizgîna şiyarbûneke nû dide / Û xebera vegera rojeke xweştir dide / Bedewiyên welatê me / Bangî giyanên hestiyar dike / Bi şadiyeke dîtir ber bi ezmên ve bilind dibe / Dengên dilekî dîndar / Dengên hestiyar ên dilekî dîndar /...” Mirov ji welatekî bin serdestiya Tirkiyeyê hatibe û gotinên marşa neteweyî ya Swîsreyê bide ber gotinên Îstiklal Marşiya tirkan, hêbetî dimîne. Di marşa tirkan de ji serî heta dawî, qehremanî, mezinbûn, tirkîtî, şehîd, mirin û xwîn û hwd heye. Ji ber wê ye ku futbolîstên tirk ên bi xwendina vê marşê mezin bûne û di qada cîhanê de welatê xwe temsîl dikin, pêşbaziyan wekî şerê du artêşan dihesibînin û bi hestên nîjadperestî tevdigerin. Lê di encamê de futbol, wan ji xewa şîrîn û nerast hişyar dike û rexmî têkçûna xwe dîsa bi heman hestan jiyana xwe berdewam dikin. Dîsa kurdan û hemû neteweyên li kêleka xwe wekî dijmin dihesibînin, dîsa jiyanê li xwe û li hemû neteweyan diherimînin û tu caran dersekê ji xwe re ji wê futbolê ku pê dilîzin jî wernagirin. Û di nava tîmê de hewl didin futbolîstên nîjadtirk bidin bicihkirin.
Dema ku tîma Kanada û tîma Swîsreyê hatin hemberî hev, di komê de pûanên her duyan jî 4 bûn. Bosna Hersek û Qetar xwediyên 1 pûanî bûn. Li gora statîstîkan, Kanada bihêztir xuya bû, lew re wê li qada xwe dilîst û awantaja temaşevanan jî hebû. 

XWARINÊN WELATÊN CUDA
Kanada welatekî dûr e û li jora Amerîkayê cih digire, aliyekî wê digihîje cemserên bakurê cîhanê, aliyê din li ûmmana Pasîfîkê û aliyek ji li ûmmana Atlantîkê ye. Li Swîsreyê me cara pêşîn gotina Kanadiyen (yanî Kanadayî) ji mamosteyê dibistana keça me Yezda bihîst. Ji bo pîrozbahiya dawiya salê ya dibistanê her malbata xwendevaneke/î xwarineke welatê xwe çêdike û di êvara pîrozbahiyê de li hewşa dibistanê li ser dezgehekê bi hev re parve dikin. Di pîrozbahiya îsal a dibistanê de me wekî xwarina kurdî, pel (eprax) çêkirin û li ser dezgeha xwarinan ji pîzzaya îtalyanan bigire, heta bi kadeyên kurdên başûrê Kurdistanê, tortaya portekîzî, kutilkên erebên Sûrîyeyî û cur bi cur xwarinên çandên cuda hebûn. Ji xwe mamoste wekî piştgirî vexwarinên mîna şerab, ava fêkiyan, ava xwezayî û ava mîneralî pêşkêşî malbatan dikin. Xwendekar jî ji bo temsîliyeta welatê xwe, li ser kaxezên spî alên xwe nîgar dikin. Şikur ku ala me Kurdistanê jî li ser dezgehê cihê xwe di nava alên cîhanê de girtibû. 

JI FAÛLÊN SWÎSREYIYAN EZ ACIZ BÛM
Di hişê me de agahiyên cihêreng ên ji Swîsre û Kanadayê, li pêşberî me wêneşana televîzyonê, me bi kelecanî li pêşbaziya futbolîstên herî ciwan ên du tîman temaşe dikir. Di deqeya 11’an de lîstîkvanên tîma Swîsreyê Embolo tê hemberî kelehvan, lê gogê dişîne ser sînga wî û li vegerê Manzambi li gogê dixe, vê carê gog ji parazvanekî tîmê vedigere. Bi giştî Swîsre di êrîşan de li pêş bûye, lê digel vê cehdê jî dewra pêşîn bi wekhevî diqede û ji lîstikê bêtir faulên futbolîstan derdikevin pêş. Cara pêşîn bû ku ez ji ber faulên futbolîstên Swîsreyî aciz bûm. Belkî ev reqbûna futbolîstan ji kelecan û hêrsa qezenckirinê dihat. Dewra duyemîn Vargas di 40 saniyeyên pêşîn de golek avêt û reng û rewşa maçê veguherî. Tîma Kanadayê hinekî şaşwaz bû û Swîsre hewldanên golavêtinê zêde kirin. Di deqeya 57’an de futbolîstên Swîsreyê ji qada xwe bi lezgînî derketin û dîsa Embolo goga ber lingê xwe wekî pasekê şand aliyê rastê yê qada kelehvan, Manzambî bêyî rawestin bi şid li gogê xist û gog rexmî destwerdana kelehvan Crepeau derbasî hundirê torê bû: 2-0.
Di deqeya 76’an de futbolîstê kanadayî Saliba çawa ku ket qada kelehvanê Swîsreyî gog şand ser xala penaltiyê û bi lêdana Promise David, gog ket tora kelehvan û encama skorê kir 2-1. Ji xwe maç bi vê skorê temam bû, em û alîgirên Swîsreyî bi kêfxweşî çûn ser nivînên xwe.

MAÇÊN SWÎSREYÊ
Swîsreya ku bi wekheviya 1-1 a li hemberî tîma Qetarê dest bi tûrnûvayê kiribû, di maça xwe ya duyem de li hemberî Bosna-Hersekê 4-1 bi ser ketibû û awantajeke girîng bi dest xistibû. Bi armanca serkeftinê derket hemberî Kanadayê û di maça xwe ya krîtîk de bêyî ku tu şaşiyeke mezin bike, bi qezenckirinê derket Dora 32’Yan.
Swîsre, di Kûpaya Cîhanê ya 2026 a FIFA’yê de Koma B wekî lîder qedand û bi 7 pûanan derket zîrveya komê. Performansa tîma Swîsreyê şayanî dîtinê bû, di sê maçan de 7 gol avêtin û di keleha xwe de jî sê gol dîtin. Parastina wê ya bi rêk û pêk, êrîşkariyên bi lezgînî û xemsariya wî ya li hemberî rewşên erjeng bû sedem ku ew bibin lîderê komê. Kanada bi 4 pûanan bû duyemîn. Bosna Hersek digel 4 pûanên xwe jî, ji ber averajê ket rêza sêyemîn. Qetar bi 1 pûanê wekî tîma rêza dawîn xatir ji tûrnûvayê xwest. Bi van encaman Swîsreyê awantajek bi dest xist û raqîbê wê tîmeke herî baş a ji nava rêza sêyem Cezayîr e.
Wekî destpêkê me got, roj li gora xwezaya xwe germ e û heqê havînê dide. Kurd jî bi hewldanên xwe têkoşîna xwe daxistine qada nava jiyanê û daxwazên xwe yên zimên û çandê bi rêk û pêk dixwazin û hewl didin di jiyanê de pêk bînin. Ji lew re, di rojên şemî û yekşemê lidarxistina Konferansa Zimanê Kurdî bi awayekî giştî û biryarên di wê de hatine standin, ger yekser ji teref siyaseta kurdan û gelê kurd ve were bicihanîn, ne tu dagirker, ne tu desthilatdar û ne jî tu pergala nîjadperestî dikarin rê li ber vê hewldanê bigire.  
26.06.2026 / Swîsre

 

 

**

Di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de nivîsa Yaqob Tilermenî ya berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din

- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn

- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de

- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan

 

****

Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)


***

Dibe ev nivîs bala we bikişînin:

- Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin

- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!

- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî

 

 

 

 

Ger hûn bixwazin alîkariya Diyarnameyê bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Kûpaya Cîhanê 2026 - Nivîsên Dawî
news
  • 14 07 2026

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

news
  • 14 07 2026

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

news
  • 12 07 2026

Arjantînê silav bo Îngilistanê şand

news
  • 11 07 2026

Spanyayê bangî Fransayê kir: Bise ez têm

news
  • 10 07 2026

Fransa bû nîv fînalîst, em binêrin Spanya û Belçîka çi dikin

news
  • 08 07 2026

Çarîk fînal de heyecan dest pa keno

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Celal Talebanî emeliyet bû

ad

Portaleke bi navê e-wêje vebû

ad

Xelata 'Artissima' dan Zehra Dogan

ad

Berendamên mamostetiya kurdî çalakî li dar xistin

ad

Li ser kuştina li Mêrdînê kî çi got?

ad

Ji fûarê 4 video

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname