Agahiyên li ser Rojava... Ev nûçe tê nûkirin...
23.00: CNN: Dibe ku General Kobanî here Washingtonê
Televîzyona CNN International îro ragihand: "Li Sûriyeyê generalê kurd ê Hêsên Sûriyeya Demokratîk General Mazlûm Abdî dibe ku were Washingtonê. Çavkaniya derveyî ofîsa Trump ku ev agahî daye me dem diyar nekiriye û negot ku dema Abdî bê dê çi bike, kîjan hevdîtinan bike"
21.00: Temaşevanên St. Pauli deng dan Rojava
Tîma fûtbolê St. Pauli di Lîga 2'yemîn a Almanyayê de dilîze. Tîmê îro ligel Darmstad 98 lîst. Temaşevanên St. Pauli ji bo piştgiriya Rojava pankart vekirin, alên kesk û sor û zer û alên YPG'ê bilind kirin. Di pankartê de peyva "Bijî Rojava" vekirin.
Lîstikvanê tîmê ê tirk Cenk Şahin ku silav dabê leşkerên tirk hefteya çûyî klûbê peymara wî betal kiribû û ji tîmê qewirandibû.
Her wiha tîma fûtbolê Dalkurd jî pankarta "SaveRojava" (Rojava Biparêzin) vekir.
19.30: '235 sivîl şehîd û 677 sivîl jî birîndar bûne'
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got, bajarê Serêkaniyê ev bû 5 roj in dorpêçkirî ye û anî ziman ku hejmara birîndarên sivîl gihîşt 677’an ya şehîdan 235 ku di nav de 22 zarok jî hene.
Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan a herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm jî got: "Em niha li ber karesatek mirovî rû bi rû mane. Zêdetirî 300 hezar kes li bajarên ser sînor di nav malên xwe de ne. Di bajarê Hesekê de 42 dibistan hene tijî şênî ne."
19.00: Ambûlansên Heyva Sor û Xaça Sor gihîştin Serêkaniyê
Ligel metirsiyên dewleta tirk û şirîkên wê jî ambûlansên Heyva Sor û Xaça Sor ku ketibûn rê gihîştin nexweşxaneyên bajarê Serêkaniyê. Ambûlans dê birîndaran bibin nexweşxaneyên Qamişlo û Til Temir. Paşê hat ragihandin ku ambûlansan hin birîndar girtin û birin Qamişloyê. Birîndar bi silametî gihîştin Qamişloyê (Ev agahî paşê lê hate zêdekirin)
15.30: Esad: Em dixwazin operasyon bi dawî bibe
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad duh li Şamê ligel Nûnerê Rusyayê yê Sûriyeyê Aleksander Lavrentiev û heyeta ligel wî re hevdîtin çêkir.
Esad gotiye ku rêya îstîkrara li Sûriyeyê ew e ku hemû axa Sûriyeyê di bin kontrola hikumetê de be.
Li gor ajansa SANA'yê Esad wisa gotiye: "Dagirkirina Tirkiyeyê ji aliyê hemû parametreyên navneteweyî ve êrîşkirin e. Mafê gelê Sûriyeyê heye ku bi hemû derfetên xwe li dijî hêzên dagirker bitêkoşe."
Her wiha Esad gotiye ku di vê demê de divê Tirkiye û DYA jî di nav de hemû hêzên biyanî ji ser axa me vekişin.
15.00: 'Em ê hewldanên xwe yên ji bo piştgiriya Rojava zêde bikin'
Berpirsê Polîtboruya YNK'ê Omer Feteh bi amadenbûna Endamê Polîtboruya û Berpirsê Peywendiyên Gitşî yê YNK'ê Ehmed Sedî Pîre û çend berpirsên din ên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) pêşwazî li palamentera Parlamentoya Yekîtiya Ewropa Evîn Îbrahîm û Parlamenterê Koma Sosyal Demokrat a Parlamentoya Siwêdê Kadir Kesîrge kirin.
Li gorî daxuyaniya Polîtburoya YNK'ê, di civînê de Omer Fetah daxwaz ji şandeyê kir ku hewldanên xwe yên ji bo piştgirîkirina gelê Rojavayê Kurdistanê, rawestandina şer û pêşkirina alîkariyê ji bo koçberan zêde bikin.
Li gorî daxuyaniyê Sedî Ehmed Pîre jî heman daxwaz pêşkêşî hikûmeta Swêd kiriye.
Parlamenteran jî eşkere kiriye ku wê hikûmeta Swêdê bihayê 10 milyon dolar alîkariya mirovî pêşkêşî koçberên Rojavayê Kurdistanê bike û gotine;"Li ser asta parlamentoya Yekîtiya Ewropa em ê hewldanên xwe yên ji bo piştgiriya gelê Kurdistanê zêde bikin."
14.30: Li Kolnê bi hezaran kes hatin ba hev
Li bajarê Kolna Almanyayê bi hezaran kes hatin ba hev û êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kirin. Polîsên alman jî ji ser hesabê xwe yê twitterê re bi kurdî li ser meşê peyam weşandin.
14.00: Xelef hatiye îşkencekirin
Siyasetmedar Hevrîn Xelef ku hatibû kuştin, hat eşkerekirin ku îşkence lê hatiye kirin. Dr. Tayceer Al-Makdesi ku pisporê edlî tibê ye, piştî kuştina Xelef bi 6-8 saetan rapor amade kiriye.
Di raporê de gelek agahiyên berfireh hene ku hin ji wan agahiyan bi vî rengî ne: Bi tiştek hişk li serê wê dane, li lingê wê yê çepê jî bi tiştek hişk lêdane ku du hestiyên lingê wisa şikiyane, her wiha bi tiştek tûj li nav her du lingên wê dane, bi porê wê girtiye û erdê re kişandine ku por ji kokê hatiye kişandin, ji nêz ve gule bera serê wê dane.
Her wiha rapor dinivîsîne ku piştî li erdê ketiye jî 4 caran gle lêketine. Mirin di encama şikestina serî û xirabûna mejiyê de çêbûye.
09.30: Cih bi cih şer heye
Berdevkê QSD'ê Kino Gabriyel got ku Tirkiye şerawestinê binpê dike û diyar kir ku di îhlalkirinê de mafê me yê bersivdayînê heye, em vê bibîr dixin.
Li gor agahiyên ji herêmê tên jî cih bi cih şer didome. Dîsa li gor hin agahiyan dewleta Tirkiyeyê her tang û amûrên leşkerî ber bi sînorê Akçakaleya Rihayê ve dişîne ku ev der hemberî Girê Spî ye.
09.00 NY îdîaya fostorê lêkolîn dikeHeyva Sor a Kurd ragihandibû ku li Serêkaniyê çekên kîmyewî ku li gor hiqûqa navneteweyî qedexene hatine bikaranîn. Ev çekên ku navê "fosfora spî" lê hatiye kirin li hemberî zarokan hatiye bikaranîn. Çapemeniya kurd li ser vê yekê hin dîmenên di dema bombekirinê de weşandin ku dûmana spî radibû. Rojnameya îngilîz The Guardiane nûçeyek weşand û got ku Neteweyên Yekbûyî (NY) niha vê îdîayê lêkolîn dike.
Li gorî rojnameyê Rêxistina Qedexkirina Çekên Kîmyewî (OPCW) roja înê daxuyaniyek weşandiye û gotiye: "Ew hay ji meseleyê hen û li ser çekên kîmyewî ha tine bikaranîn ana agahiyan berhev dikin."
Rojname dibêje ku Heyva Sora Kurd ragihandiye ku hem sivîl hem leşker bi "çekên nayên zanîn çi curene" şewitîne û ji sivîlan şeş jê li Nexweşxaneya Hesekî ne.
Nûçe qala wêneyê zarokek hatiye şewitandin dike ku ev wêne ji pisporekî çekên kîmyevî yê îngilîz re hatiye şandin û wî gotiye ku îhtîmala şewata çekên kîmyevî be bilind e.
Hamis de Bretton-Gordon ku pisporê kîmy, biyolojîk, radyolojî û nukleerê ye ji bo rojnameyê wisa gotiye: "Îhtîmala fostora spî heye. Ev çekek xirab e û di şerê navxweyî ya Suriyeyê de heta niha gelek caran hatiye bikaranîn; mixabin bikaranîna wê bûye wekî ku tiştek nombal be."
Rojnameyê li ser fosfora spî ev agahî jî parve kiriye: Li dinyayê fosfota spî di destê leşkeran de heye, bi awayekî fermî bi roj ji bo perdeya spî çêbibe, bi şev jî ji bo ronîkirina herêmê tê bikaranîn lê bikaranîna li hemberî sivîlan qedexe ye, dema li laşê kesek bikeve hem çerm dişewitîne û hem jî êşêk şewetîner ku gelek diêşîne derdixe holê.
Her wiha ji bilî The Guardiane rojnameyên îngilîz The Times û hinên din jî mijar girt dest.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Sedî 91'ê almanan dixwazin ambargo bidin ser Tirkiyeyê
- Hunermendên kurd bang kirin: Bibin yek
- Serokomarê Çekyayê: Kurd ne terorîst in (roja 10'an)
- Vane notên dawî yên li ser Rojava (roja 9'an)
- Volkswagenê jî biryara xwe guhart
- Wezîrê Îtalyayê: Fînala Lîga Şampiyonan bila ne li Tirkiyeyê be
- Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê (roja 7'an)
- Buldan: We nava xwe de çi aştî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye
- Trumpî tiştên ku dê bike eşkere kir
- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an)
- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze
- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje
- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir
- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan)
- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine
- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin