logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê

  • Dîrok: 15/10/2019
  • Beş: Nûçe


Êrîşa li ser Rojava di roja 7'an de ye. Vaye agahiyên îro derketine pêş: 

 

21.00: Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê

Cîgirê Serokdewletê DYA'yê Mike Pece û Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo roja çarşemê tê Tirkiyeyê. Trump ev yek ragihand û got ku serdan bi armanca "sazkirina şerrawestinê" çêdibe.

Qesra Sipî jî ragihand ku Pence roja pêncşemê dê ligel Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan hevdîtinê çêbike û wisa got: "Cîgirê Serok Pence dê gotina Serok Trump ragihîne ku heta çareserî çêbe dê cezakirinên aborî bidomîne."

Yek ji rêveberên rêveberiya Trump ji bo Reutersê ragihandiye ku qesta ji şerawestinê ew e ku pêşveçûna artêşa Tirk bidin rawestandin.

 

19.00: Spanyayê jî biryara nefirotina çekan da

Piştî Fransa, Îngilistan, Almanya, Hollanda, Norwec, Fînlandiya, Çekya û Îtalyayê, welatê Spanya jî biryara nefirotina çekan da.

Wezareta Karên Derve ya Spanyayê daxuyand ku dê pergala parastina hewayê bi paş ve bikişînin, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bidin rawestandin.

18.30: Mebûsên Almanyayê êrîş şermezar kir

Mebûsên alman ên li hikumet û li muxalefetê êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava şermezar kirin. 

Wekîlê Serokê Koma Yekîtiya Xiristiyanan (CDU/CSU)  Ralph Brinkhaus ku ew şirîkê hikumetê ne îro berî civîna koma wan axivî: "Ev êrîşa li derveyî hiqûqa navneteweyiye em qebûl nakin." BRinkhaus di heman demê de diyar kir ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Almanyayê dê bibe sedema pevçûna tirk û kurdên li Almanyayê.

Cîgirê Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrak (SPD) Rolf Mutzenich ku ew jî şirîkê koalîsyona CDU/CSU ne êrîşa Tirkiyeyê bi tundî şermezar kir û got ku Serokomarê Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî binpê dike. Endamên Partiya Keskan, FDP jî dijî êrîşê derketin.

18.00: Reuters: Konseya NY'yê dibe çarşemê bicive

Ajansa nûçeyan a Reutersê nivîsand ku dibe roja çarşemê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyê Yekbûyî ji bo bûyerê carek din binirxîne lihev bicive. Ajansê gotiye ku dîplomatek ji bo wan ragihandiye ku welatên endam Îngilistan, Fransa, Almanya, Belçîka û Polonya daxwaza civandinê kiriye. 

17.55: Parlemena Kurdistanê daxwaza yekîtiyê kir

Îro parlementoya Herêma Kurdistanê rûniştineke taybet li ser êrîşên dewleta çêkir. Di rûniştinê de li gel piştgiriya siyasî, dîplomatîk û madî ji bo rojavayê Kurdistanê, hemû fraksyonan daxwaza yekrêziya kurd û derxistina hêzên biyanî (Tirkiye) ji başûrê Kurdistanê kirin.

Parlemenê 12 xal eşkere kirin ku di van de daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê û dezgeha serokatiyê kir ku bi hemahengiya hikumeta Federal û aliyên siyasî, bikevin nava hewldaneke dîplomatîk ji bo piştgirîkirina bijardeya aşitiyê.

15.30: UEFA'yê lêpirsîn da dest pê kirin

Duh êvarê tîmên neteweyî yên Fransa û Tirkiyeyê li Fransayê hatin hemberî hev, maç 1-1 i bi dawî bû. Di maçê dê lîstikvanê tirk Kaan Ayhan di deqîqeya 81'ê de gol avêt û lîstikvanên tirk silav li leşkeran kir. Li gor rêgezên fûtbolê ev yek qedexe ye. Li Fransa û Almanyayê bertekek mezin li hemberî vê tevgera lîstikvanên tirk çêbû. Li ser vê yekê UEFA'yê lêpirsîn da dest pê kirin. Wezîra Sporê ya Fransayê Roxana Maracineanu got ku silava leşkeriyê ne li gorî rêgezên fûtbolê ye û xwest lîstikvanên tirk bêne cezakirin.

15.00: Rusya: Minbic di destê Sûriyeyê de ye

Piştî li hevkirina HSD û rejima Sûriyeyê leşkerên Sûriyeyê hatin hin derên Rojava. Yek ji van deran jî Minbic e. Li ser vê Rusyayê ragihand ku bajarê Minbicê û derdora wê di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de ye.

14.30: Nûnerê Rus: Hevdîtin li Baregeha Hmeymîm çêdibin
Li gor nûçeya ajansa rus Interfaks, Nûnerê Taybet ê Putîn ê Sûriyeyê Alexander Lavrentyev gotiye ku Rusya di navbera kurdên Sûriyê û rejima Sûriyeyê de navbeynkarî dike û pinariya van hevdîtinan li Baregeha Leşkerî ya Hmeymim a Rusyayê çêdibin. 

Her wiha Lavrentyev gotiye ku divê leşkerên Sûriyeyê li ser hemû sînorê Tirkiye-Sûriyeyê bêne bi cih kirin.

14.15: Rêveberiya Xweser: 270 hezar kes koçber bûne

Rêveberiya Xweser a Rojav û Bakurê Sûriyeyê li ser şerê ku ev hefteyek e didome ragihand ku heta niha 270 hezar sivîl ji cih û warên xwe koçber bûne. Li gor rêveberî di nav van de 70 hezar zarok hene.

Li aliyê din Weqfa Barzanî ragihand ku wan alîkarî ji bo gelê sivîl amade kiriye û ew dê bişînin.

14.00: YNK û PDK'ê bang li hikumetê kir

Di civîna îro ya Parlemena Kurdistanê ya li ser êrîşa Tirkiyeyê de li ser nave Fraksiyona PDK'ê Umît Xoşnav, li ser navê Fraksiyona YNK'ê jî Cemal Hewêz axivî. Xoşnav got ku firaksiyona PDK’ê kuştina welatiyên sivîl şermezar dike û daxwaz ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê dike ku ji bo rawestandina êrîşan û şer hemû hewldanên dîplomatîk bike. 

Nebez jî ji bo parastina gelê kurd bang li tevahiya hêzên siyasî yên kurd kir ku yekrêziyaa xwe ava bikin. Her wiha Hewêz ji hêz û civaka navneteweyî xwest ku zext bikin ku dawî li dagirkeriyê were. 

13.30 Til Xelef û Navenda Serêkaniyê

HSD'ê ragihand ku wan bajaroka Til Xelef û navenda bajarê Serêkaniyê carek din bi dest xistiye û niha bi temamî di destê hêzên wan de ye.

13.00: Çînê xwest şer raweste

Berdevkê Wezareta karên Derve yê Çînê Gent Shuang bang li Tirkiyeyê kir ku êrîşa xwe ya li ser bakurê Sûriyeyê rawestîne.

 

 

 **

Nûçeyên Eleqedar:

- Buldan: We nava xwe de çi aştî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye 

- Trumpî tiştên ku dê bike eşkere kir 

- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an) 

- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze 

- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje 

- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir 

- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan) 

- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine 

- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin 

- YE: Operasyonê bi dawî bikin 

- Dewleta Tirkiyeyê dest bi êrîşê Rojava kir  

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

news
  • 13 05 2026

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

news
  • 13 05 2026

Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

news
  • 13 05 2026

Îlham Ehmed û endamên din ên Rêveberiya Xweser çûn serdana Gora Bedirxaniyan

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Serokê Kurdî-Dera Edeneyê Bulut mir

ad

Li Cenevreyê dersên zimanê kurdî dest pê dikin

ad

Wêneyê rojê: TIR'ek, du parkart û dizî!

ad

Qedexeya lîstika şanoyê "li gor zagonê" ye!

ad

Di pisûlayê de DTP rêza 6'an de hey

ad

Ji Sezen Aksu peyama aştiyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname