Diyarname
Serokdewletê DYA'yê Donald Trumpî li ser twitterê re bi sernavê "Li hember çalakiyên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakurêrojhilatê Sûriyeyê" daxuyaniyek belav kir. Trumpî di daxuyaniyê de ev tişt anîn ziman:
- Di nêzîk de ezê biryarnameyek li ser rayedarên niha û yên berê yên hikumeta Tirkiyeyê ku bakurêrojhilatê Sûriyeyê xistine nav aloziyê îmze bikim.
- Ji bo pola baca gumrikê wekî berî meha gulanê emê derxin sedî 50'yî.
- Wezareta Ticaretê ya DYA'yê ligel Tirkiyeyê peymana bi 100 mîlyar dolarî muzareke dikir ev yek dê bê rawestandin.
- Êrîşa leşkerî ya Tirkiyeyê jiyana sivîlan, aştiya herêmê, ewlehiyê û aramiyê tehdîd dike.
- Bi eşkere ji bo Erdogan ragihand: Erîş dibe sedema pirsgirêka mirovan û ji bo sûcên şer bingehê saz dike.Komên etnîkî û olî jî di nav de Tirkiye divê ewlehiya sivîlan bigire bin gewlehiyê. Niha û belkî di pêşerojê de jî berpirsiya terorîstêr DAIŞ'ê bigere bin berpirsiya xwe. Lê dagirkirina Tirkiyeyê bandora mirovî kêm nake.
- Wekî berê jî min gotibû ez hemû leşkerên DYAyê yên li bakurêrojhilatê Tirkiyeyê bi paş ve dikişînim. DYA'yê xelîfetiya DAIŞ'ê têk bir. Leşkerên me yên ji Sûriyeyê vediqetin ji bo rewşê bişopînin û ji bo tehdîda DAIŞ'ê ku di sala 2014'an de Iraq û Sûriye girt nava xwe dubare nebe dê dîsa bi cih bibin. Hindek leşkerên DYA'yê dê li baregeha At Tanf a li başûrê Sûriyeyê bimînin.
- DYA li hemberî kesên çalakiyên tirsnak ên li Sûriyeyê dike û yên ku vê fînanse dikin, dê bi ambargoyek xurt a aborî deyne ser wan. Rêberên tirk vê rêya bi talûbe û xirabkar bidomînin, ez amade me aboriya Tirkiyeyê bi lezgînî têk bibim.
- Yên ku mafên mirovan binpê dikin, şerawestinê asteng dikin, pêşî li kesên ji malên xwe bûne digirin ku nahêlin ew vegerin malên xwe, yên ku penaberan bi zor ji welatên xwe dûr dixin, ezê ketina wan a DYA'yê qedexe bikim.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin
- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze
- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje
- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir
- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan)
- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine
- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin


