Diyarname
Helbestvan Ahmet Telli roja 10'ê tîrmehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Ev du roj bûn hatibû entubekirin.
Helbestvan Ahmet Telli roja 2'yê berfanbara 1946'an li Eskipazar a Karabukê (Berê li ser Çankirin bû) hatiye dinê. Wî li Kayserî beşa mamostetî xwendibû û paşê derbasî Enstîtuya Perwerdehî ya Gazî bûbû. Piştî temamkirina vir li cihên wekî Kastamonu, Înebolu, Doganyurt, Kirikkale û Ankara Ataturk Lisesi mamostetiya tirkî û wêjeya tirkî kir. Dema sala 1981'ê li Gazî Egitim Enstitubu mamoste bû tê girtin.
Telli xwedî fikrên çepgir bû. Di sala 1980'yî de dema li ser helbesteke Cegerxwîn nivîseke dinivîse tê girtin û rastî îşkenceyê tê.
Piştî Derbeyê 1980'yî tê binçavkirin, îşkeneyê dibîne, ji mamostetî tê avêtin.
Pirtûkfiroşî, weşangerê, li hin weşanxaneya edîtorî dike.
Sala 1993'yan bi biryara dadegehê vedigere mamostetî û malnişîn dibe.
Helbesta wî ya yekem di sala 1961'ê de tê belavkiirin. Ji wê demê ve heta mirine her dinivîse, gelek xelatan jî digire. PEN'a Tirkiyeyê jî xelatê dide wî.
Bi ser 10'an re pirtûkên wî yên helbestan hatin weşandin. Ji bilî van pirtûkên ji nivîsên wî pêk tên û her wiha pirtûkek wî ya çîroka jî derket.
Telli yê xwedî fikra çepgirî, di çarçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de jî hişyar bû û di nav gelek xebatên çalakiyên ji bo aştiyê de cih girtibû.
WERGERÊN WÎ YÊN BI KURDÎ
Di sala 2005'an de Weşanên Lîs pirtûka wî "Yuzunun Dogusu Gul" bi navê "Gul e Rojhilata Rûyê Te" wergerand kurdî û çap kir. Pirtûk ji aliyê helbestvan û weşanger Lal Laleş ve hatibû wergerandin.
Ji bilî vê M. Nezir Gumuş pirtûka wî "Çocuksun Sen" li girtîgehê wergerandibû kurdî, lê rêveberiya girtîgehê bi sedema "zimanê nayê fêmkirin" destur neda pirtûk derê.

BAKIRHAN Û HATIMOGULLARI PEYAM BELAV KIR
Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li ser mirina Telli peyam belav kirin.
Bakirhan got "Ji ber mirina Ahmet Telli ku yek ji helbestvanên Tirkiyeyê yê herî zêde jê tê hezkirin bû, ez xemgîn bûm. Ez ji bo malbatê, xizmên wî û ji bo hemû kesên wî di dilê xwe de hîs dikin sersaxiyê dixwazim."
Bakirhan peyama xwe wisa temam kir, "Îro herî zêde helbestên wî, wî tînin ziman. Ji bo me jî ev ma ye ku em li ser rêya ku çarînên wî vekirine bimeşin, û bixebitin ku wekî însan bimînin."
BERNAMEYA MERASIMA CENAZEYÊ
Ji bo merasima cezayê sibê (12'yê mehê) li Enqereyê Wê bername bê sazkirin.
Sibê wê li ÎMO'yê (Odeya Muhendizên Înşaetê) ya girêdayî
TMMOB'ê (Yekîtiya Odeya Mîmar û Muhendizên Tirk) wê merasim saet 11'an de li dar bikeve. Paşê wê li Goristana Karşiyakayê bê definkirin.
Foto: Bêrîvan Altan / MA
**
Nûçeya Eleqedar:
- Helbestvan Ahmet Telli hat entubekirin


