Ji Sîtavê çend pirtûkên nû
Diyarname
Weþanên Sîtav ku navenda wê li Wanê ye çapkirina xebata xwe ya pirtûkên nû didomîne. Ji Sîtavê vê payîzê çend pirtûkên nû gihîþtin ber destên xwendevanan. Vane çend ji wan:
'Nasnameya konjokturel'
Pirtûka bi tirkî ya bi navê "Konjokturel Kîmlîk" (Nasnameya Li gor demê) ku ji aliyê Leyla Atabay ve hatiye nivîsandin çapa xwe ya duyemîn kir. Atabay 1978'an de li Wanê hatiye dinê, ji 1995'an de di nav tevgera azadî ya kurd de cih girtiye û ji sala 1997'an ve di girtîgehê de ye. Niha jî ew li Girtîgeha Bayburtê ye. Atabey ji girtîgehê ve li ser Seîdê Kurd, Seîdê Nursî, yan jî Bediuzeman lêkolîn kiriye, li ser aliyên wî yê Seîdê Kurdî, Seîdê Tirkî, Seîdê Erebî xebata xwe amade kiriye. Ew di pirtûkê de li ser serdemên ku Seîdê Kurdî têre derbas bûye disekine û nirxandina xwe pêþkêþ dike. Seîdê Kurdî ku serdemên xwe wekî "Seîdê Berê" û "Seîdê Nû" kiribû du beþ, nivîskar jî ji ser van du beþan re aliyên wî yên kurd, aliyên wî yên dûrketina ji kurdbûnê û têkiliyên wî yên bi siyasetê re raxistiye ber çavan.
Pirtûka di gulana 2014'an de derketibû niha çapa wê ya duyemîn hat weþandin.
"Rêzimana Kurmancî"
Ji zaravayên kurdî kurmancî li Bakur gelek pêþ ket, rêz û rêçikên wê sererast bûn û di vî warî de gelek pirtûk jî hatin weþandin. Li ser rêzimana kurmancî jî bi vî awayî gelek pirtûk hatin weþandin. Niha yek ji wan bi navê "Waneyên Rêzimanê Kurmancî" ku ji aliyê Nezîr Ocek ve hatiye nivîsandin derket.
Ocek ku di sala 1961'ê li Wanê hatiye dinê di sala 2002'yan de li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dersa ziman girtiye, di sala 2004'an de li Wanê wî bi xwe ders daye, di sala 2006'an de di nav avakirina Kurdî-Dera Warê de cih girtiye. Ocek hin pirtûkên Samed Behrengî wergerandine kurdî. Di vê pirtûka 320 rûpelî de dersên ziman pêþkêþ dike, dike ku bi vî rêzimanî yên bixwazin kurdî baþ hîn bibin û kurdiya xwe bi pêþ ve bibin.
'Rêbera Axaftinê'
"Kurtçe Konuþma Kilavuzu" (Rêbera Axaftina Kurdî) ku ji aliyê Qahir Bateyî ve hatiye amadekirin bi kurdî û tirkî ye. Pirtûk dike ku kesên kurdî nizanin bi rêya tirkî hînê kurdî bibin. Di pirtûkê de gelek mijarên rojane hene û bi ser wan re, bi ser diyalogên rojane re dike ku kurdî hînê xwîner bike. Bateyî ligel diyalogan ferhengokek jî li dawiya pirtûkê zêde kiriye û pêþkêþ kiriye.
Ji bo kesên eleqedar têkilî:
Weþanên Sîtav
Hastane 2. Cad. M. Nur Arvas Ýþ Merkezi No: 4 VAN Tel: 0432 216 73 07
e-mail: wesanensitav@hotmail.com