Diyarname
Senarîst û lîstikvanê kurd Murat Çîçek roja 25'ê meha borî li Japonyayê tevli qezayeke trafîkê dibe. Piştî vê tê binçavkirin. Roja 3'ê vê mehê li Japonyayê di binçavan de bi awayekî bi guman canê xwe ji dest dide.
Roja 8'ê vê mehê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Japonyayê li malbatê digere, agahiya mirina wî dide û dibêje, "Em cezayê çawa bikin?"
Murat Çiçek ji Culemêrgê bû. Li Stenbolê demek li BKM'ê (Beşîktaş Kultu Merkezî) lîstikvanî û senarîstî kiriye. Di bala 2019'an de çûye Japonyayê. Di fîlmê "Minna, Oshaberi" de lîstiye. Fîlm qala têkiliya di navbera kesek japon û yekî kurd de dike. Fîlm par li Festîvala Fîlman a Tokyoyê jî hatibû nîşandayîn.
Pisxaltiyê Murat Çîçek ê bi navê Mehmet Tatli li ser hesabê xwe yê X'ê agahiya mirina Çiçek belav kiriye û gotiye, "Em wekî malbata Murat, fikra me ew e ku di encama îşkenceyê de hatiye kuştin."
Tatli dibêje "Roja 3'yê mehê em bi mirina wî hesiyan û 8'ê mehê balyozxane li me geriye. Hê di destê me de agahî tune ye. Çima miriye? Herî dawî li kîjan navendê di bin çavan de bû? Çima nebirin nexweşxaneyê? Rastî îşkenceyeke çawa hat? Em nizanin û tu xebara me tune ye."
Tatli li ser karaktera Murat Çiçek jî wisa wisa gotiye, "Ew li dinyayê dilpakê herî mezin Bû, kûbar bû, alîkariya însanan dikir. Tenê carek jî min nebihîstiye qîriya ye. Her rûgeş bû. Qet kîn nedikir. Li Japonyayê aciz bûbû, dixwez bi temamî vegere. Dixwest li gundê Peyanis a Culemêrgê ku gelek ji vir hez dikir malek çêbike, sewal xwedî bike, ajokarî bike. Wî bo her kesî qala vê plana xwe kiribû."

Murat Çîçek di fîlmê ku lîstibû de beşdarî Festîvala Fîlman a Tokyoyê bûbû.


