Dema ku kanala asimanî Kurd 1ê, dest bi weşana xwe ya xwerû kurdî ! kir, me bi hevalên xwe û çend mabatên dilsoz û evîndarên ziman û ferhenga kurdî ra li mal da şevşahîyek li dar xist û em pirr keyfxoş bûn, ku TV yek me ya xwerû kurdî dest bi weşanê dike û em û zarokên me êdî neçar nabin li demên vehesiyanê da, li TV yên nexwerû kurdî û li bernameyên dîtir zimanan temaşe bikin. Lê muxabin hîvîya me nîvço û nivîşkan derket. Me hizir dikir ku ev TV ya dê ji layê kurdîzanên ku li Enstîtuta kurdî ya Parîsê da kurdî xwendine û kurdîyek paqij fêr bûne, bête weşandin û birêvebirinê. Lê me nizanî ku ewê ji layê hindek şirketên Turkîyê, ku tenê hizra wan pare ye û ne tiştekî dî, bikeve vê rewşa xerab û kambax da.
Muxabin pişka zore bernameyên vê TV yê, ez nabêjim hemû, li bara ziman û rêzimanî da ji şaşîyan dagirtî ne. Û şaşî û nezanînên teknîkî û birêveberîyê li wê da zeq û beloqin. Bi taybet li doblajan da, sosretek wisan tê serê zimanê kurdî, ku bi rastî jî mirov şerm dike li wan bernameyan guhdarî bike. Ez li ser naveroka wan fîlman nanivîsim. Naverok çi dibe, bila be. Lê zimanê wan fîlman hemû jî şaş û aloz e. Mirov dizanê, ku wergerên wan fîlman hemû jî bi turkî difikirin û bi kurdî dininvîsin. Li seranserî doblajên wan da ergatîva kurdî he li binî da çewt û şaş e. Tewanka kurdî wisan aloz e, ku serî li temaşevanan dişêwîne. Navên nêrza û mêza, ew jî nêrza û mêzayên rastîn wisan li cîhê hevdu da tên bikaranînê û wisan alozîyê çê dikin, ku kenê guran bi wan tê.
Kur ji dêya xwe ra dibêje: „Ezê ji wî ra bêjim.“
Mêr ji jina xwe ra dibêje: „ Tu mêvanê minî.“
Mêrik destê xwe birîndar dike, dibêje: „min destê xwe jêkir.“
Kurik ji hevala xwe ra li cîhê ku bêje; min ew êşand, dibêje: „min wê êşand.“
Yan li cîhê ku bêjin; min ew dît, dibêjin: „min wî dît.“
Li cîhê ku bêjin min mirov dîtin, wekî zimanê turkî dibêjin :“min mirovan dîtin.“
Eger mirov nimûneyan li ser şaşîyên van rêzdaran bîne, debê mirov giştî doblajên wan li serî ta binî binivîse.
Axêver yan wergêr li fîlmê da li ser kerîyek şivir xeber dide û wana bi navê pezkûvî bi nav dike. Û ji balak yan biçûka wan ra jî dibêje çêlîk.
Birayê min, ew gîyanlibera ne pezkûvî ye. Li kurdî da ji wê gîyanliberê ra şivir dibêjin. Başe, eger ew pezkûvî be jî, ma kurd ji biçûkê pezkûvîyan ra çêlîk dibêjin??
Rewşa teknîkî û rewşa nûçegînerên wan hê ji rewşa wergerên şirketên turkî jî xerabtir e. Bêjer li ser semawerê diaxive, wênegir mîkrofonê nîşan dide.
Mirov li pişekek zor li bernameyên wan da dibîne, ku nûçegînerên wan li astek pirr nizim da nin û li bara tiştên pirr giring da li gel mirovên ku agadarîya wan tuneye diaxiv in û birêveber jî wan şaşîyana diweşînin. Bo nimûne niha bînerên Kurd 1ê we hizir dikin, ku meinî û wateya navê bajarê Rewandizê , ewe ku Rewend ji wir ra derbas bûne û dizî kirine, lema navê wî bajarî danîne Rewandiz. Were vê sosretê ji serê temaşevanên wê bernamê derîne.
Erê, dema ku pare bibe armanc, rewş we lê tê.
Ez bi tundî bangî karbidest û birêveberên vê TV yê dikim û wek nivîskarekî kurd ku mafê min e, hişdarîyê didim wan û ji wan ra dibêjim, eger Kurd 1, TVyek malbatî û serbixwe be, lê zimanê kurdî zimanê neteweyekî ye. Tikaye tirrane yên xwe bi zimanê neteweyekî nekin. Êdî bes bi zimanê me bileyzin. We zarokên me jî ji fêrbûna zimanê kurdî vêzar kirin.
Têbînî:
Min çend caran ev şaşîyên han ji malpera Kurd 1 ê ra şand û ji wan daxwaz kir, ku bi zimanê me nelîzin, lê muxabin kesî bersiva min neda û ez neçar mam ku li vir bîr û hizrên xwe biweşînim.
Gelo ev gîyanliberana pezkûvî ne???
Na ew bi kurdî şivir, bi almanî Hirsche, bi farsî gewezn, bi inglisi Deer û bi turkî geyik in.
Têbiniya Diyarnameyê: Ev nivîs ji malpera Avestakurdê hatiye girtin. Me dest nedaye zimanê nivîsê.