Diyarname
Di sala 2025'an de me çi kir? Çend nûçe û nivîs hatin weşandin, qunciknivîskarên me çend nivîs nivîsandin, herî zêde çi hat xwendin?
Di youtube de me çend video parve kirin? Herî zêde kîjan hat temaşekirin?
Va ne îstatîstîkên li ser Diyarnameyê:
HEZARÎ ZÊDETIR NÛÇE
- Tam bi temamî me 1180 nûçe/nivîs weşandine. Ji van nêzî 50 hebî nivîsên di beşa "SERBEST" de hatine weşandin, yên din hemû nûçe ne.
- Ji van nûçeyan, nûçeya ku herî zêde hatiye xwendin lîsteya me ya pirtûkan e. Nûçeya "2024: Hemû pirtûkên bi kurdî, va ye lîste" 3066 caran hatiye tikandin.
QUNCIKNIVÎSKAR
- Qunciknivîskarên me bi temamî 102 nivîs nivîsandine.
- Nivîsên qunciknivîskarên me bi ser 500 kesî re têne xwendin. Nivîsên kêmî vê hema hema tune ne. Piranî bi ser 500'î re ne û bi giştî di navbera 600-800 kesî de ne.
- Hin nivîsên qunciknivîskarên me yên ku herî zêde hatine xwendin bi rêzê bi vî rengî ne:
* Ew keleha huner û berxwedanê bû / Hogir Berbir / 1.188
* Memikên Zerê ên girover hatin sansurkirin / Cemil oguz/ 1060
* Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin! / Hogir Berbir 950
* Bi îstatîstîkan Rojava û hinên din / Cemil Oguz / 906
* Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman / Cemil Oguz / 895
* Komara Tirkiyeyê çawa qedexe danî ser rojnameya Roja Nû? / Veysel Vesek / 869
* Zimanê dê û “zimanên dijmin”/ yeqîn h. / 866
* Nexwende / yeqîn h. / 857
* Çîroka ‘40 Heramiyan’ ji kurdan hatiye dizîn / Hogir Berbir / 805
YOUTUBE: 204 VÎDEO
- Di kanala youtube ya Diyarnameyê de me îsal 204 video parve kirine.
- Vîdeoyên "3 Deqe Ligel Cemil Oguz", vîdeoyên nivîsên qunciknivîskaran û hwd hatine belavkirin.
- Di nav vîdeoyên herî zede hatiye temaşekirin de, vîdeoyê bi navê "Leyla Zana, Nêçîrvan Barzanî, Bafil Talabanî" ye ku 12 hezar carî hatiye temaşekirin.
***
Nûçeyên "2025"an di bin vê sernavê de wê bên belav kirin. Va ne yên eleqedar:
- 2025: Bilançoya salê; 9200 kes hatin kuştin
- Pirtûk û fîlmên ku Obama pêşniyar kirine
- Lîsteya Variety: 10 rêzefîlmên salê
- Îngilistanê di warê firotina çekan de rekor şikand
- 2025: Lîsteya hemû kovarên kurdî ên îsal derketine
- 2025: Va ne 100 jinên herî bi hêz
- 2025: 67 rojnamegerî hamey kiştişî
- 2025: Peyvên herî zêde lê geriyane
- 2025: Va ye 'Zilamê herî seksî yê salê'
- 2025: Lîsteya pirtûkên nû yên weşanxaneyan, 1314 pirtûk
- 2025: Weşanên Şilêr îsal 70 pirtûk çap kirin
***
- Hemû pirtûkên bi kurdî, va ye lîste (2024)