___ YZ Bakur___
Metna ku behsa wê dikim kovara Nûbiharê, hejmara 173’yan e. Di vê hejmarê de bi giştî li ser “100 salîya serhildana Şêx Seîd” nivîs hene. 41 nivîskar tevli metnê bûne, keda zêdetirî 50 kesî tê de heye. Dosya piçekî qalind e, lê ji aliyê mijar û naveroka xwe hem girîng e hem jî balkêş e. Ez dikarim dosyayê dabeşî 3 xalan bikim: xala ewil di wêjeyê de behsa serhildanê, a dudiyan dîroka wê, a sisêyan biografiya serhildêran.
Ez ê li vir hewl bidim, dema min ev dosya dixwend li ser nivîsan hin têbînî, rexne û şiroveyên nivîsîne parve bikim. Min wexta kovar peyda kir ewil vekolîneke kurt kir û wisa pênasekir: Tekane metna ku bi kurdî li ser ‘Serhildana Şêx Seîd Efendî’ ji ber ku heta niha me gelek tişt li ser meselê xwendibû lêbelê xebateke wisa berfireh, piralî û bi taybet kurdî tune bû. Loma ev xebata êdî wekî çavkanîyeke bo Serhildana Şêx Seîd Efendî ye. Helbet têra me nake, divê hîn gelek xebatên din jî bên kirin ku potreyek bo Serhildanê bê xêzkirin. Ji ber ku em hîn li ser minaqeşeya ‘dînîyunn yan sîyasîyûnn’ hemasetê dikin. Îdîaya min jî ew e ku; kî vê dosyayê bixwîne êdî ne pêkane wekî berê nêzî meselê bibe.
Di nivîsa edîtor de, çend gotin sedem û giringîya vê xebatê nîşan dide. Silêman Çevîk wisa dibêje: “Bi ser serhildanê re esrek derbas bûye, lê hîna jî em diaxifin û dinivîsin. Bi çi sebebê ev serhildana ewqas wext di rojeva me de ye û ji bîr nabe?” Jixwe sed sal e her ev pirs tê kirin, helbet gelek sebeb û bersiv tên gotin û hew! Hîn jî zemîneke maqûl bo minaqeşê nehatiye avakirin ku em ji her alî ve binirxînin û tecrubeyên Serhildanê fam bikin.
Di nivîsa ewil de Kasim Firat, Serokê Komeleya Şêx Seîd û nevîyê wî ye bêtir behsa dîroka malbatê û hin taybetîyên Şêx Seîd dike û dûre behsa têkîliya Şêx û serhildanê dike. Li vir tişta herî zêde bala min çû ser, dibê Şêx Seîd aboneyê gelek kovaran bûye, bi nêz ve meselên siyasî şopandine û ji feqiyên xwe re şirove kirine. Min li ber nivîsê wisa gotiye: Balkêş e Şêx hay ji guhertinan heye, çima zûtir famdarî planên kemalîstan nabûye?
Di nivîsa dorê de a Vahap Coşkun e, min li ser nivîsê wisa gotiye: Tiştekî nû tune ye, nêzîkatiyeke gelemper e. Nivîsara M. Malmîsanij bi navê ‘Roportaja Şêx Mehdî ji Sala 1925’an. Şêx Mehdî, birayê Şêx Seîd e. Ev roportaj li başûrê Kurdistanê di rojname/kovar Jiyanewe, jimara 53’an de weşiya ye. M. Malmîsanij ji herfên erebî werdigerîne ser herfên latînî. Gelek agahiyên giring hene, a herî girîng pirs dike : “Xaye bo em îxtilal û qiyamê çi bû?
- Milletê Kurd wekû erzim kird qewmêkî necîb û qedîm e û milletêkî be ezm û sebat e. Hîç wextê le qewmê ewladê Cengîz de le hîç xusûsêkewe heqqî tefewwûq û hakimîyet-yan be ser man [d]a needa. We baxusûs lem esrê hazirey-ş de ke esrê millîyet û qewmîyet e, emanewîst êmey-ş wekû milel û eqwamê saîre temeyyuz û huqûqêkî millîye-man bibê.” Balkêş e ku Şêx Mehdî bersiveke dîrokî dide. Yek ji mijara girîng û herî zêde li ser minaqeşe tê kirin ew e ku, Dêrsim çawa nêzî serhildanê bûye. Wekî tê zanîn li ser vê meselê pir zêde gote got hene. Mahmut Akyurekli, bi nivîsa ‘Di Derdora Serhildana Şêx Seîd de Dêrsim’ de bi rêka arşîvan hewl da ye rol û berteka Dêrsimê nîşan bide. Min wisa gotiye: her çiqas tê gotin, ji ber nakokiyên mezhebî pitşgiriya serhildanê nehatiye kirin ne rast e.’ Lêbelê qismekî eşîrên elewî piştgirî dane qismekî jî nedaye. Ev jî ji ber hin sedemên cuda ne. Akyureklî bi taybet ‘dûrbûna ji cografya’ serhildanê wekî sedem nîşan dide. Li milê Dêrsimê Şêx Şerîf bi awayekî çalak tevli refên serhildanê bûye.
Nivîsa sîyasetmedar Altan Tan jî heye, tişta ku min jê famkir hewl dide bêje, serhildana Şêx Seîd tenê ‘îtiraza misilmanên kurd e.’ Îja tu çavkanî nîşan nedane, diyar e polîtîk tevgeriya ye. Jixwe em zanin îslamîst e, nexwe wisa bawer dike!
BÎOGRAFIYA SERHILDÎRÊN SERHILDANÊ, HEVDÎTINA AYBAR Û ELÎ RIZA
Du bîografîyên bala min çû ser; yek li ser kurê Şêx Seîd; Şêx Elî Riza û ya din jî bîo. Şêx Evdilahê Melekanî. Di destpêka her du nivîsan de gazinda ‘kêmasiya bîografîyên aktorê serhildanê’ bê guman tespîtekî rast e. Em aktorên serhildanê nasnakin. Di bîografîya Şêx Elî Riza de, em pê dihesin ku Şêx Elî Riza xwe wekî “Şêx Seîdzade Şêx Elî Riza Palûyî; Serokê Hikumeta Li Kurdistanê Hatî Damezrandin” pênase dike. Merve Firat, di nivîsa xwe de ji zaroktî heta tevlîbûna Şêx Elî Riza behsa kurtejiyana wî dike. Di behsa hevdîtinên Şêx Elî Riza de, dîaloga Şêx Elî Riza û Mehmet Alî Aybar ê yekem Serokê Partîya Karkerên Tirkîyê ye balkêş e. Li vir tê gotin, Şêx: ”bi berfirehî cudahiyên di navbera Sosyalîzmê û dewleteke îslamî de îzah dike. Pişt re Aybar jê re got: ‘Heke min nizanibûya ku hûn kurê Şêx Seîd in, min dê bigota ku we li cem Marks an Lenîn tehsîl kiriye ‘ Ev anekdota ecêb e, mînanî qisên mirîdan xwestine Şêxê xwe xwedî keramet nîşan bidin. Di bîografîya Şêx de em rastî xwendinên wî yên wisa nayên. Min pirsîye: Bi rastî jî Şêx Elî Riza di derbarê Sosyalîzmê de ewqas xwendiye yan hîç tiştek xwendibû? Bê guman haya Şêx ji Sosyalîzmê heye lê bi qasî pisporîyê? Şêx Elî Riza tenê berhemeke dînî nivîsîye û ew jî bi kurdî ye. Gelo ew berhem niha heye? (Pirsa min)! Gotinên seyr û sosret hene! Ji Şêx re dibêjin hûn çima hemû rastiya bûyeran nanivîsînî û xelkê agahdar nakî. Bersiva Şêx maqûl nîn e. Wisa dibêje: “Ger ez îro vê çîrokê binivîsim an vebêjim, ez dê hemî malbatên kurd bikim dijî hev û wan li hev bikim dijmin. Ji ber vê yekê bûyer wekî xwe bimîne baştir e.” Nexwe em bûyerê wekî xwe bihêlin û ne hewceyî serêşê ye!
ŞÊX Û MÎNAKA WILLAM WALLACE
Di bîografîya Şêx Evdilahê Melekanî de, Firat Aydinkaya îdîa dike ku Şêx Evdilah siyaset û guhertinên nû ji nêz ve dişopîne. Pişt re behsa rola wî ya di serhildanê de dike, şexsiyeteke xwebawer, xwedîbiryar û rêhevelakî dilsoz e. Mixabin ev têr nakin ku serhildan bi serkeve. Şêx Evdilah xwedî roleke mezin e, portreya serhildêran bo serhildanê guncan e. Wexta Şêx tînin Zindana Dîyarbekirê, hin kes diçin serdanê û dibên em te xilas dikin bes tu bêje ‘sûcê min tune ye, hevalên min ez kirim ser vê rê’, Şêx lê vedigere dibê: ‘tu yê min ji vê mehkemê xelas bikî baş e, lê kî me ji mehkemeya mezin xilas dike!’ Wekî William Wallacê Skotlanê, mirinê qebûl dike lê bi heval û qewmê xwe re xayînîyê nake.
DI ROJNAMEYÊN ALMAN DE SERHILDANA ŞÊX SEÎD
Dr Abdullah Încekan, di nivîsa xwe ‘Di rojnameyên almanî de tevgera Şêx Seîd Efendî’ de tespîtekî pir balkêş dike; ”Lewra di navbera Osmanî û Almanan de têkiliyeke pirt xurt hebûye. Meriv dikare bibêje ku Osmanî bi awayekî ‘mustemlekeya ‘Almanan bûye.” Divê ji vir şûn de nêrîna me ya li ser têkilîyên tirk û almanan li gorî vê tespîtê bê nirxandin ku em karibin li ser paşxana wan bibin xwedî zanîn. Loma yek ji nivîsara ku herî zêde min meraq dikir û ewil xwend ev bû. Çavkanîya nûçeyên rojnameyan Stenbol e, lê belê profesorekî alman, Karl Sussheim nivîseke dirêj dinivîse: “Serîhildana Kurdan”. Di nivîsê de armanca serhildanê wisa şirove dike: “Rêberên serîhildana kurdan qismen kêliyên dînî tînin ziman: Ji nû ve avakirina orf û edetên dînî, ji nû ve sazkirina xelîfatiyê. Di rastiyê de ev tenê behane ne: Lewra rêberên serîhildana kurdan, Şêx Seîd û Ehmed, pêşengên kevn ên siyasî ne û armanca wan dewleteke serbixwe ya kurdan e, ku ne bi Tirkên Engerê ve, ne jî bi yên Stenbolê ve girêdayî bin.” Profesor behsa ‘Ehmed’ dike, gelo ew kî ye? Bi kurtî, rojnameyên almanî, wekî ‘Serhildana Kurdan’ pênase dike. Diyar e propagandaya ku kemalîstan dikir; ev serhildana ‘dînî û paşverûye’ zêde îtibar nedîtîye. Wê demê nivîseke Kamuran Elî Bedirxan jî di rojnamê de weşiyaye lê behsa serhildanê nekiriye.
Îja em berê xwe bidin çapemeniya Tirkiyê, wan li ser serhildanê çi nivîsîne. Ercan Çaglayan, nivîsîye: ‘Serhildana Şêx Seîd di Çapemeniya Tirkiyeyê de’ rojnameyên Tirkiyê di serî de pevçûneke piçûk û herêmî dibînin, pişt re fam dikin ku mesele mezin e, bi yek dengî serhildanê wekî “hêzên paşverû, provakasyona biyaniyan, feodal û herêmî” nîşan didin. Ne hewce ye dûr û dirêj behsa argûmanên wan bikim, ji ber ku heta îro jî bi heman nêzîkatiyê tevdigerin. Min li dawiya nivîsê gotiye: bi rastî jî tu tiştek neguheriye!
Divê ez behsa rola dengbêjîyê bikim, nivîsa Ibrahim Şahin û Omer Guneş jî bikim. Xebatên wan ên Antolojîya Dengbêjan vê rolê zelal dike. Wisa dibêjin: “Dengbêjan ji serhildana Şêx Seîd û pêk ve di avakirina rihê neteweyî de roleke mezin hilgirtin.” Em dikarin bêjin yek ji stûnên avakarê neteweyê dengbêjî ye, dengbêjî tarîxa me ye. Di wan salên zor û zehmet de tekane rêka ku me bi tecrûbeyên neteweyê dihesîne dengbêjî ye. Hê gelek nivîsên din hene, bes ez ê behsa çend hebê din bikim û divê hûn jî vê dosyayê bi giştî bixwînin.
HÊ SÎYONÎZM TUNE BÛ; ABDULMELÎK ÇIMA QAL DIKE?
Nivîsa ku li ser Seîdê Nûrsî, her çiqas wekî ‘kurdî’ gotibe jî îtîraza min heye. Ez ê wê minaqeşe nekim, hin notên li ser nivîsa Muhyidin Zinar bi navê: “Di navbera salên 1924-1926’an de, Xeta Sîyasî ya Seîdê Kurdî” mixabin di nivîsê de tiştekî balkêş jî tiştekî nû jî tune ye. Min gotiye: Li vir behsa têkîlîyên bi Şêx Seîd re nake, pirsa; çima tevli serhildanê nebûye? Derbarê vê de jî tiştek nîn e!
Di dawîyê de çend gotinan li ser hevpeyvîna ligel Abdulmelîk Firat bikim. Silêman Çevîk, edîtor û amadekarê Kovara Nûbiharê ev hevpeyvîna di sala 1996’an li Yalovayê çêkirîye. Her çiqas çend deh sal bi serda derbas bibe jî, baş e ku careke din hatiye weşandin. Diyar e Abdulmelîk Firat bêtir li ser hereketa Şêx Seîd û encamên wê xwedî zanîn e. Di bersivên xwe de hem polîtîk hem jî wekî rewşenbîrekî tevgerîya ye. Gelek cara referansên xwe ji dîrokê digre, li derekê behsa mesela seyîdîya malbatê dike lê dibêje: “Îdî heger em seyyîd bin jî, wesîqe destê me de tune ye, yek; ya diduyan jî, em di nav Kurdistanê de du sed sal, sê sed sal, pênc sed sal bi kurmancan re, bi dimiliyan re, bi eşîran re zewicî ne, qîz girtine û dane hevûdu. Yanê xwe kurd hesab dikirin.” Behsa hedîsa pêxember dike, wiha gotiye: “Kî ku nîsbeta xwe bide xeyrî navê xwe, ew melûn e.” Behsa Şêxên xayîn dike, êdî em gişt dizanin wekî ; Şêxên Bidlîsê Kuhrevî, Mala Norşînê û Hecî Mûsa ew in. Helbet ne tenê ev in.
Her çiqas Silêman Çevîk, gotibe: “Ji kerema xwe vê hevpeyvînê li gor wan salan binirxînin” jî, ez ê bala we bikşînim ser tiştekî bê mane! ‘Şêx’ Abdulmelîk, têkçûna serhildanê bi ‘sîyonozmê’ ve girê dide, yanê çawa û çima vê tiştî dike nizanim; bawer dikim ku zanîna wê ya di derbarê sîyonizmê de hîç tune ye. A heyî jî ji tirkan wergirtiye. Gelo nizane di wan salan de hê sîyonizm li Îsraîlê bi cî nebûye, çima pêwîstî bi gotineke wisa heye? Min gotiye: Ev çi fehm e! Xwezî niha saxba û me bikaribîya jê pirs bikira, mixabin ma roja mehşer ê!
Wekî encam, min xwest bila nivîsareke kurt be lê hewldana min ew qas bû. Hîn gelek nivîs û mijarên nakok hene, hêvî dikim bo destpêkê ev metna ji bo minaqeşeyeke berfireh zemînekê ava bike. Pirsa dawî; Çima Şêx Elî Riza Efendî hemû sirên serhildanê bi xwe re birin gorê?
zaremabakur@gmail.com