Diyarname
Komisyona Jinên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke pîrozbahî li Nadiya Murad kir ku wekî Sefîra Niyetapak a NY (Neteweyên Yekbûyî) hatiye hilbijartin. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: “Em şanaziyê bi te keça wêrek a kurd dikin ku te kariye bi wêrekiya xwe di asta hundir û navneteweyî de ji bo mafê jinan têkoşîn bikî. Tu bûyî parêzvana mafê jin û zarokên êzidî yên ku ketin destê hêzên terorîst. Van hêzan xwestin bi rêya siyasetek bi vî rengî welatê me dagir bikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de Komîsyona Jinên KNK’ê xwest ku Nadiye Murad ji bo parastina mafê hemû pêkhateyên ku mafê wan hatiye binpêkirin, gavên pêşdetir bavêje.
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Te îspat kir ku ger jin dîroka xwe bixwe binivsîne, ew ê jiyanek azad û bi rûmet biafirîne. Ji bo wê em di wê baweriyê de ne ku tuyê bikarî erka li ser milê xwe ji bo rizgarkirina jin û zarokên di destê DAIŞ’ê de dîlgirtîne, pêk bînî. Ji ber ku jin û zarokên di destê çeteyan de li benda hewldanên te ne. Em bi jinên kurd ên wêrek wekî te şanaziyê dikin. Hûn li gel hevrêyên xwe li çiyayê Şengalê bi YBŞ û Meclisa Jinên Şengalê re di nava berxwedaniyê de ne.”