logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan
  2. Ji bo xurtkirina kurmanciyê "Peyvdank" li benda we ye
  3. Niha lîderê Lîga Super Amedspor e

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Pêlên Lacîwerd

  • Dîrok: 06/01/2026

Ji bo guhdarîkirinê:
 

 

Behra ku ewran qumaşeke laciwerd jê re biriye, bi sewta kemanê re dilive. Hîva di pişt ewran de, carnan li ser pirtî diçilwile. Firçeya di dest de, li dor memikên ku gupikên wan qasî hebên nîskê ne diçe û tê. Bi çilvîna zîvînî re, zîpikên xwîdanê yên li dor gupikan dibiriqin. Arezûya ji tabloyê dişûje, qirikê lê ziwa dike. Ji şûşeya li ser sêpayê, çend dilopan di ser gewriya xwe de berdide. Bi şikestina tîna tîbûnê re dibişire. Xwe ji kirasê xwe yê saten dike. Bi rûgeşî li bedena ku li ser nivînan vezeliyayî mêze dike. Li rex bedena di xeweke kûr de ye vedizele. Rûyê xwe, di nava memikan de bi cî dike. Bêhna xwêdana sivik a bi ser bedenê ketî hildimije.

Bi zarîna keştiyê re, ji xewna ditî qil dibe. Mîna cara ewil lêvên wê bi lêvan û destê wê li gupikan qelibî, laşê wê bi zerzeleyê dikeve. 

Neletê li keştiyê dibarîne. 

Ji nav nivînan derdikeve, di odeya xwe de pêgermokê digerîne. Çavên wê bi laşê wê yê çilmisî dikeve. Du hêsir ji kanîka çav xwe ber didin xwarê. Destê xwe li bedena xwe digerîne. Bi pistînî dibê: “Bi sebir, bi sebir...”
Porê xwe yê tayên spî ew dane ber xwe bi toqeyek lastîkî girê dide. Hêsirên li dêmên xwe vedimale. Berê xwe dide dolaba kincan. Mantoyeke tenik li bejna xwe ya tazî dike. Solên xwe dike pê û bi nav şevê dikeve.
Li ser peyarêka li keviya behrê rastî Rîsasê şerabxwir tê. Dibê: “Noşî can be Rîsasko.” Rîsas bi bişirîn şûşeya xwe dirêjê wê dike. Şûşeyê ji destê Rîsas digire, qurtek di ser gewriya xwe de berdide. Bi bilevkirina peyva “spas” re jê dûr dikeve. 

Li ser banka di binya dara akasyayê de cî ji xwe re ditiye rûdine. Bi hilmijîna bêhneke kûr re di nav şaxên darê re li ewran mêze dike. Sura bayê li nav ranên wê de digere. Dibişire. Çavê xwe digre. Di bin qapaxên çavan de çavên wê diperpitin. Bi lebitîna lêvan re peyv bi baskan dikevin: 

“Pêl li peravê piçikîn ricif bi biskên spîndarê ketin. Hêjîr ji şaxa xwe xeyîdî, darçinarê xwe neda alî, pisîka di bin dara hêjîrê de pixe pixa wê bû serserkî li bin guhê darçinarê ket. Mirişka li ber çûçikan,  ji kêfê xwe li ber dîk melisand. Dîkê bêdestmêj li ser pişta mirişkê bang da. Ji çavreşiyan xule xul bi cûlix ket. Qaqilbaz û qijikê xwe dan bin dara sincê, darsincê bi bêhna xwe per û baskên wan nitirand.”

Çend caran dîmenê di hişê xwe de dubara dike.

Ji cihê xwe radibe. Bi meşeke sivik ber bi kursiyên çaygerê seyar ve dimeşe. Bi cixareyeke ji çayger girtî re du îskan çay vedixwe. Germiya çay û sohbeta çayger, xewna dîtî û wêneyê li hiş nîgarkirî dide ji bîrkirin. Bi berbangê re ji cîhê xwe radibe ber bi mala xwe dimeşe.

Serê sibê, bi ser û go û rûyê xwe yê nitirandî li kursiyê xwe rûdine. Bêhna qehweya ku dûkel jê hil dibe odeyê dorpêç dike. Nexweş bi gavên sist tê li qoltixa xwe ya herdemî vedizele. Berî çîrokên di hişê wan şiyar bibin, bi hev re dibişirin. Li paceyê vedigere. Derya di bin tavê de diçilvile. Çavê xwe li şopeke nas digerîne. Wexta li tiştek nas rast nayê, bi hîskiniya deng re li odê vedigere. Bi hêsirên li dêmên nexweş, qehweya sarbûyî û dîmena laciwerdî ya di navbera wan de asê mayî rû bi rû dimîne.

Hin Nivîsen Nivîskar

Destên Leylayê

  • 13 Pûşper 2021

Ji  ber pandemiyê em dîsa li hundir asê ne. Ji hoperlorên kompîtorê dengê Şakiro bilind dibe: ”… Ez dikim herim dîtina vê Sadiyayê. Ew çi kes e...

Kapola Hilbijartinê

  • 04 Gulan 2023

- "Em ê demokrasiye...bînin".- "Eger em herin, yanî em nebin wê welat perçe bibe".Her du alî bêyî ku şûrê xwe ji ser stûyê me deynin bi...

Tirkiya lawik û kurmanciya bav

  • 15 Gulan 2021

Royê tirêjên xwe bexşî esra dereng kiribû. Fincana qehweyê girt û berê xwe da şaneşînê. Dûyê cixarê û hilmûgulma qehwê tevlihev...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Ji Îrfan Amîda vê carê pirtûka çîrokan 'Dînolog' hat

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Êrîşên li ser Rojava rawestînin!

ad

Ev afîş jî hat qedexekirin!

ad

Li kîjan welatî kîjan TV maçên Euro 2016'an diweşîne

ad

Bi 10 hezaran mamoste ji bo perwerdehiya kurdî xwe amade dikin

ad

Ji Lemanê 'Vahşî Guneydogu'

ad

Joe Biden sond xwar û serdema wî dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan

  • 16 08 2026
news

Ji bo xurtkirina kurmanciyê "Peyvdank" li benda we ye

  • 15 08 2026
news

Niha lîderê Lîga Super Amedspor e

  • 16 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname